5
Bingehên gramera kurdmancî
Celadet Alî Bedirxan
Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê mihrevan
TEWANG
52- Zimanê kurdmancî zimanekî tewangbar e. Yanî bêjeyên wî di qisetê de weke xwe namînin û li gora cihê ko di qisetê de dikevin ê, û wezîfa ko li ser xwe digirin têne tewandin û hin parkît bi wan ve dibin, an hin tîpên wan bi tîpine din diguhêrin.
53- Ji birên qisetê bi tenê ên guhêrbar têne tewandin. Ên neguhêrbar tu caran nayine tewandin û ew hergav weke xwe dimînin.
54- Bi gelemperî bêje di qisetê de an kirar an bireser in. Gava ew kirar in weke xwe dimînin û gava dibin bireser hingê têne tewandin.
Tewanga her birê qisetê herçend yekcar ji hev cida nebin jî ew kêm û zêde ji hev biferq in. Tewanga her birî di cih de û di devera wê de dê bête gotin.
55- Tewanga navdêran: Navdêr, hevenav bin sernav bin, li gora mêjer û zayendên xwe têne tewandin. Bi gelemperî û di yekejmariyê de navdêrên nêr bi “î” yê û navdêrên mê bi “ê” yê û gelejmara herdiwan bi “an” ê têne tewandin. Ev parkît bi paþiya navdêran ve dibin.
Hesp hat. Hesp hatin.
Mehîn hat. Mehîn hatin.
Di komekên jorîn de navdêrên “hesp” û “mehîn” ne hatine tewandin. Ji ber ko ew her du jî di wan komekan de kirar in û kirar nayine tewandin. Lê ev navdêr bi xwe di komekên jêrîn de hatine tewandin. Ji ber ko tê de êdî ne kirar lê bireser in.
Ez hespî dibînim. Ez hespan dibînim.
Ez mehînê dibînim. Ez mehînan dibînim.
Di mîsalên jorîn de navdêr hemî bireserê lêkerê ne. Lê navdêr bireserê navdêreke din jî dibin. Hingê jî navdêr têne tewandin. Herwekî: Ev goþtê çêlekê ye. Ava golê þêrîn e. Di çiyayên kurdistanê de her texlît dehbe û cenawir hene. Gola Wanê goleke spehî ye.
Þanek: Di nav bêjeyên ko bi “an” ekê temam dibin, di hinan de ev “an” ji esil û rayekê bêjeyê ye. Mîna: Rewan, baran, peyman, garan, kevan, diran h.d. Lê di hinên din de ev “an” bi xwe, tewang e, û ji ber sebebekê bi wan ve bûye. Mîna: Serhedan, Botan, Þêrwan, Xerzan, Hevêrkan h.d. Ji lewre ev bêjeyên ha bi tu awayî nikarin bêne tewandin.
Ji ber vê yekê herwekî mirov dibêje “Ez ji Rewanê têm” nikare bibêje “Ez ji Botanê têm”. Ji ber ko eslê bêjeyê “ bot”e, “an” ko pê ve bûye tewanga gelejmarê ye.Ji xwe gava em Botan dibêjin mexsed “cihê” an“eþîra Botan”e. Bêjeya “bot” bireserê cih û eþîrê ye û ji lewre hatiye tewandin û bûye “Botan”. Mîna bêjeya “dar” gava dibe bireserê bêjeke din tête tewandin. Herwekî : “pelên daran”. Bêjeyên wek Serhedan, Þêrwan, Xerzan, Hevêrkan, Soran jî mîna wê ne û tev de yek hawî ne.
Di vê navê de bêjeya “gulan” rexma ko ji vî cinsî ye tête tewandin. Bi rastî eslê vê bêjeyê “ meha gul, meha gulan” e; yanî “an” tewang e. Ji lewre diviya bû “gulan” ne hata tewandin. Lê ev bêje ji qeydê der û bi awarteyî careke din tête tewandin û dibe “gulanê” û li þûna ko bibêjin “meha gulan” dibêjin “meha gulanê”. Ji ber vê yekê “an” a gulanê divêt ji eslê bêjeyê bête hesibandin.
56- Awarte: Bi tenê û ji qeydê der di lêkerên gerguhêz û di zemanê wan ên borî de bireserên wan weke xwe dimînin û ji berevajî ve kirarên wan têne tewandin. Ji lewre, di komekên jêrîn de rexma ko bêjeyên: “Zîn, hesp, çêlek, zarok” kirar in, hatine tewandin û bêjeyên: “Sîsin, ceh, pencere” yên ko bireser in weke xwe mane û ne hatine tewandin.
Zînê Sîsin dît. Hespan ceh xwar. Çêlekan giha xwari bû. Zarokan pencere þikênand
//////57- Herçî navdêrên nêr in heke di wan tîpên “e” û “a” hene ev navdêr dikarin bi guhartina van tîpan bi “ê” kê jî bêne tewandin. Herwekî di van komekên jêrîn de: “Soro ji kêvir ket. Gurgîn çû êþ. Balafir ber bi ezmên firî. Ez li hêsp siwar bûm. Ferzo ji bajêr têt. Kî li ser bên bû? Em ji xênî derketin”
Bi vê qeydê ve, divêt di qisetê de hin navdêrên nêr bê tewang bimînin. Ji ber ko di hemî navdêrên nêr de dengdêrên “e” û “a” peyda nabin. Ji lewre û li nik kurdmancên ko bi vê qeydê ve diçin bêjeyên wek: “ kum, goþt, dil, hiþ, mirov, mêrik, gir, kur, mîr, mêr, gund”nayine tewandin, ji ber ko di wan de ne “e” ne jî “a” heye. Ji ber vê yekê gava ew di qisetê de dibin bireser jî weke xwe dimînin. Piþtî ko ev qeyda di zimên cih bûye navdêrên bi “e” û “a”jî di qisetê de bê tewang hatine gotin. Ji lewre herwekî mirov dikare bibêje “ ez ji kevirî-an-kêvir ketim” dikare bibêje jî “ez ji kevir ketim”û bêjeya “kevir” netewîne.
Þanek: Ji raveka jêrîn dixuye ko di navdêrên nêr de meyildariya zimên ber bi terikandina tewanga wan a yekejmar e: nemaze þiklê pêþîn. Ji lewre her sê þiklên jêrîn rast in.
Soro kevirî tavêje. Soro kêvir tavêje. Soro kevir tavêje.
Gurgîn çû aþî. Gurgîn çû êþ. Gurgîn çû aþ.
Balafir ber bi ezmanî firî. Balafir ber bi ezmên firî. Balafir ber bi ezman firî.
Ez li hespî siwar bûm. Ez li hêsp siwar bûm. Ez li hesp siwar bûm.
Ferzo ji bajarî têt. Ferzo ji bajêr têt. Ferzo ji bajar têt.
Kî li ser banî bû? Kî li ser bên bû ? Kî li ser ban bû ?
Em ji xaniyî derketin. Em ji xênî derketin. Em ji xanî derketin.
58- Gava çend navdêr didin pey hev herwekî mirov dikare wan navdêran li gora mêjer û zayendê heryekê yek bi yek bitewîne, dikare bi tewandina hinekan jî bes bike.
Navdêrên ko dane pey hev ne ji yek zayendî ne; lê tev de ji yek mêjerî ne. Tewandina navdêra paþîn bes e. “Ez hesp û mehînê dibînim. Ez hesp û mehînan dibînim. Hesp û mehînan xwar”.
Navdêrên ko dane pey hev ji yek mêjerî û tev de yekejmar in, lê ew ne ji yek zayendî ne; û navdêra paþîn nêr e. Ji ber ko di tewangê de esil navdêra paþîn e û hikim li mêjerê wê ye heke ew ne hatiye tewandin, navdêra mê jî bê tewang dimîne. “Ezê herim keçik û kurik bibînim. Tu Rewþen û Felemêz dibînî?”
Þanek 1: Herçî navdêran ko bi “e” an bi “a” yê temam dibin, çi mê çi nêr, ji ber kurtiyê, di yekejmarê de bi guhartina van tîpan bi “ê”kê jî têne tewandin. Di gelejmarê de ew “e” û “a” yekcar dikevin û “a” ya tewangê dikeve þûna wan.
Li ser maseyê Li ser masê
Li ser maseyan Li ser masan
Ber bi çiyayî Ber bi çiyê
Ber bi çiyayan Ber bi çiyan
Çirayê vemirîne Çirê vemirîne
Perdeyê rake Perdê rake
Perdeyan rake Perdan rake
Þanek 2: Bêjeyên weke Frense, Sûriye, Emêrîka, Efrîqe h. d. yên ko bi “e” kê temam dibin, heke ew bi guhartina wê “e” yê bi “ê” kê ne hatine tewandin û ketine bin hikmê qeyda gelemper ew “e” bi “a” kê diguhêre û ew bêje bi awayê jêrîn têne tewandin: “ji Sûriyayê, ji Frensayê, ji Emêrîkayê, ji Efrîqayê”. Lê þiklê din, yanî þiklê: ji Frensê, ji Sûriyê, ji Emêrîkê, ji Efrîqê” siviktir e.
59- Bireserê navdêrê: Navdêr di komekê de an bi tena xwe ne, an bêjeyeke din bi wan ve bûye û hevaltiya wan dike. Ji wê bêjeyê re bireser dibêjin; ji ber ko ew mana navdêrê diedilîne û dibe serî.
Bireserên navdêran, li gora cinsên xwe li pêþî an li paþiya navdêran tên zêde kirin.
Bireser gava dikevin pêþiya navdêran bêyî tu tiþtî bi wan vedibin: ev keçik, kîjan mirov, çar xanî, hin çiya, çend kitêb, deh bizin, van zarokan.
Lê gava navdêr bi xwe li pêþ e û bireser dane pey, hingê veqetandekek dikeve navbera navdêr û bireser û wan digihîne hev: Beriya Mêrdînê, hespê beza, mehîna spehî, çiyayê bilind, pehnava çiyê, newala kûr, rêke dirêj, stûna xênî, destê bi tenê, dara þikestî, xencera min.
60- Navdêrek dikare çend bireseran bibe. Hin ji wan dikarin bikevin pêþî hinên din jî paþiya navdêrê.
Bireserên ko ketine pêþiya navdêrê û yên ko dane pey wê ji alîkî û tev de bireserên navdêrê ne û ji aliyê din ew bi xwe bireserên hev in: Min çend kitêbên qenc hene. Ev xencera min e. Ev xencera xulamê min e. Ev xencera xulamê pismamê min e. Ev xencera xulamê cîranê pismamê min e.
|