4
Bingehên gramera kurdmancî
Celadet Alî Bedirxan
Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê mihrevan
Navdêr
34- Navdêr ew bêje ye ko kesekî, heywanekî an tiştekî şanî me dide.
Ji lewre bêjeyên Zîn, pismam, şêr, hesp, post û kursî navdêr in. Ji ber ko ji van her şeş bêjeyan dido hin kesan,
didoyên din hin heywanan û didoyên mayîn jî hin tiştan pêş me dikin.
35- Hevenav û serenav: Navdêr di nav xwe de û di bingehîn de bi du biran leva dibin : hevenav û serenav.
36- Hevenav: Hevenav ji wê navdêrê re dibêjin ko ji yekî bêtir kes,
heywan an tiştan dinimîne û wan bi hev re bi nav dike. Herwekî: rêwî, hesp, çiya. Bêdiro,
gava em rêwî dibêjin; ev bêje navê her mirovî ye ko bi rê ve diçe. Bêjeya hesp jî welê ye;
pê herçî heywanên wî cinsî hene têne seh kirin. Bi bêjeya çiya herçî bilindcihên dinyayê hene ko ne gir,
ne mitik in û ji wan bilintir in têne birê. Ev in çend hevenav:
”Şagirt, xanî, evor, mase, can, binahî, derzî, kerî, pez, kevir,
dar, qencî, xelk, zîwan, keskesor, navro, girav, şeh”.
37- Serenav: Serenav ew navdêr e ko bi tenê kesekî, heywanekî an tiştekî dinimîne û xweserî wî kesî,
wî heywanî an wî tiştî ye. Herwekî: Sado, Bêlan, Herekol.
Ev navdêrên ha yeko yeko xweserî mirovekî, seyekî û çiyakî ne. ev in çend serenav:
“Hevind, Sîpan, Xabûr, Hindistan, Hezro, Kerevon, Zîn, Dêrgul, Kurdistan, Agirî, Cemşîd, Ferzende”.
**********************************************
Guhêrbariya Navdêran
38- Navdêrên zimanê kurdmancî ji du awirên têvel ve guhêrbar in: zayend û mêjer. Ev guhêrbariya navdêran bi tewangê tête pê. Bi gelemperî dûpaşê navdêran li gora zayend û mêjerê wan diguhêrin. Carina jî ev guhêrbarî bi guhêrîna tîpeke rayekî tête pê.
39- zayend: Di zimanê kurdmancî de du zayend hene: mê û nêr.
40- Zayendê nêr: Navên mirov, heywanên nêr û navên tiştine nerihber yên ko kurdmancan ew nêr hesibandine, tev de zayendên nêr in. Wek: “Cemşîd, mêş, nêrî, ga, xanî, gir, ferat, can, beran, Xurşîd, derî, êzing, hiş, çem, kevir, law, dirhav”.
41- Zayendê mê: Navên jin, heywanên mê û navên tiştine nerihber yên ko kurdmancan ew mê hesibandine, tev de ji zayendê mê ne. mîna: “Sînemxan, jin, meh, dar, çêlek, mehîn, tifing, bizin, bîr, gol, pehnav, Herekol, Hezarom, co, enî, top, enjû, Kurdistan”.
42- Navên heyberên rihber: Di heyberên rihber de, carina mê û nêrê wê heyberê bi bêjeyine cihê û biserxwe têne nîşan kirin.
Herwekî di bêjeyên jêrîn de:
Bra Xweh
Pismam Dotmam
Bûra Diş
Kur Keç
Brazî Brzê
Hesp Mehîn
Yekane Mehû
Beran Mih
Nêrî Bizin
Dîk Mirîşk
Lê gava ew heyber bi awayê jorîn, bi bêjeyine biserxwe û cihê ne binavkirî ne, hingê bêjeyên “mê” û “nêr” bi ser wan ve datînin û bi vî awayî zayendê wan, yanî mê û nêrên wan didin zanîn. Di vî şikilî de veqetandekek dikeve navbera bêjeya rayî û bêjeyên “mê” û “nêr”. Veqetandek bi xwe jî zayendê wan şanî dide. Wekî niho:
Kewê nêr kewa mê
Kerê nêr kera mê
Pisingê nêr pisinga mê
Sîxurê nêr sîxura mê
Hirçê nêr hirça mê
Gurê nêr gura mê
Kevroşkê nêr kevroşka mê
Fîlê nêr fîla mê
43- Qeyda jorîn, qeyda gelemper e. Yanî mê û nêrên heyberên rihber, nemaze heywanan, bi gelemperî bi vî awayî têne nîşan kirin. Lê kêm caran û ji vê qeydê der, bêjeyên « mê, nêr, dêl, mak, mang » dikevin pêşiya bêjeya rayî û bêyî tu tiştî bi wan ve dibin; bêjeke nû û bihevketî ditînin pê. Hingê ew bêje bi hev ve têne nivîsandin. Herwekî : “nêreker, maker, mêkew, dêlegur, mange “.
Şanek – Zayendê heywanekî, carina bi veqetandek û tewangê jî tête nîşan kirin. Gava em dibêjin: “ hespa min bîne” an “kera min bîne”xuyaye ko em qala mehîn û makerê dikin. Dîsan gava em dibêjin:”ez li hespê siwar bûm” an “ez li kerê siwar bûm” gelek kifş e ko heywanê ko em lê siwar bûne “mehîn” an “maker”e û ne “hespê nêr”û “kerê nêr” e.
44- Mana zayend: Bêjeyin hene ko gava mana wan diguhêre zayendê wan jî tête guhartin. Mesela “dar” gava bi mana dara heşîn e mê ye “Vê darê ji min re daweşîne ”. Lê ev “dar” bi bi xwe gava bi mana darê hişk e nêr e “Vî darî ji min re bişkênîne”.
45- Di zayendên hin navdêrên ko tiştine nerihber dinimînin kurdmanc ne yek in. hinan ew nêr, hinên din ew mê hesibandine. Ji wan bêjeyan tiştê ko heta niho me kari bû em bisenifînin bêjeyên jêrîn in. heye ko hinên din jî peyda bibin: Çax, wext, mixdar, qeder, sîng, kursî, balgih, xeber.
46- Wezîfeyên navdêrê: Navdêr di komekê de gelek wezîfan dibînin. Bi kurtî ên bingehîn ev in:
kirar:Soro îro ji bajêr hat.
Bireserê lêkerê:Min Soro dît. Min ji Soro re got.
Bireserê navdêreke din: Kitêba Soro nû ye.
Pêveberê lêkerê: Xerîbî ne tu çek e.
Mêjer
Di gramêrê de mêjer ew xweseriya navdêran e ko navdêr pê heybereke bi tenê an heyberine gelêr dikarin şanî bidin. Bi gotinên din mêjer yekjimarî û gelejmariya navdêran şanî me dike û em pê dizanin gelo di qisetê de qala heybereke bi tenê dikin an ji yekê bêtir. Heke navdêr heybereke bi tenê dinimîne hingê ew yekejmar e; û heke ji yekê bêtir dinimîne hingê ew gelejmar e.
48- Yekejmar: navdêr yekejmar e, gava ew ji tişt, mirov û heywanên ko dinimîne yekî bi tenê raberî me dike. Navdêrên komekên jêrîn yekejmar in: “Mîr hat. Ez hespekî dibînim. Ez çiyayê bilind dibînim.” Ji ber ko ew ji mîran mîrekî, ji hespan hespekî û ji çiyan çiyakî bi tenê şanî dikin.
49- Gelejmar: Navdêr gelejmar e, gava ew ji tişt, mirov û heywanên ko dinimîne ji yekî bêtir raberî me dike. Navdêrên komekên jêrîn gelejmar in:”Mîr hatin. Ez hespan dibînim. Ez çiyayên bilind dibînim”. Ji ber ko ew ji mîran çend mîran, ji hespan çend hespan û ji çiyan çend çiyan şanî dikin.
50- Herwekî ji mîsalên madeyên 48 û 49 dixuye di zmanê kurdmancî de yekjimarî û gelejmariya navdêran bi çend awayên têvel xuya dibin. Ew nemaze ji mêjerê lêker, tewang û veqetandekê dixuyin.
Yekejmar Gelejmar
Ev mehîn e. Ev mehîn in.
Min mehîn dît. Min mehîn dîtin.
Ez mehînê dibînim. Ez mehînan dibînim.
Ez mehînekê dibînim. Ez mehînina dibînim.
Ezê ji te re mehîneke Ezê ji te re mehînine
qenc peyda bikim. qenc peyda bikim.
Ev kurê kê ye ? Ev kurên kê ne?
Mehînê xwar. Mehînan xwar.
Tu vî hespî dibînî ? Tu van hespan dibînî ?
51- Gelejmariya serenavan: ji ber ko serenav xweserî tiştekî, mirovekî an heywanekî ne, û pê bi tenê ew bi nav dibin, di rastiyê de serenav tu caran nabin gelejmar. Lê bi mecazî û ji bo mîsalê bi gelejmarî têne gotin. Herwekî : Ez ji te re Melayên Cezîrî, Ehmedên Xanî û Feqiyên Teyran ji kû peyda bikim. Tu di beyabanên bê dar û belg de li Bîngolan digerî.
|