3
Bingehên gramera kurdmancî
Celadet Alî Bedirxan
Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê mihrevan
NIQTEŞANÎ
30- Qiset bi hin nîşandekan ji hev dibe. Ev nîşandek dawî û birên komekê pêş me dikin. Bi danîna van nîşandekan mana qisetê çêtir li hev bi der têt. Ji usûlê danîna nîşandekan re niqteşanî dibêjin. Ji milê din em bi niqteşaniyê, di dema xwendinê de cihên rawes û vêsihê jî dizanîn û li gora nîşandekan, cih cih û kêm û zêde disekinin û bêhna xwe didin.
31-Nîşandekên niqteşaniyê ên bingehîn ev in:
{.} Niqte
{,} Bihnok
{?} Niqtepirs
{!} Niqtebang
{:} Niqtecot
{;} Niqtebihnok
Ji van pê ve çend nîşandekên din hene ko em wan kêm caran dixebitînin; û wezîfa wan ji ên jorîn cida û bi awakî din in.
{ } Kevanek
“ ” Dunik
_ Xêzek
- Bendek
Niqte - Niqte paşiya komekê şanî dide. Ji lewre gava komek temam dibe li dawiya wê niqteyek tête danîn: Hêv tariya şevê diedilîne. Bi reşandina avê şewat tête vekuştin. Bedena Diyarbekrê bedeneke kevnare ye. Xwîn bi xwînê nayê şiştin.
Niqtepirs - Niqtepirs dikeve paşiya komekên pirsiyarê. Ji manê pê ve ew jî reng û dengê pirsiyariyê dide qisetê: Genco kengê ji welêt hatiye? Hevind çi dinivîsîne? Te çend kew kuştine? Kî ji derincê de ket ?
Niqtebang - Niqtebang dikeve ber baneşanan û li paşiya komekên baneşaniyê. Ax! ez çiqas têşim ! Binve kezeba min; binve lo lo ! Way li min ax ezo ! Xwedêyo ! tu bi rehma xwe kî.
Niqtecot- Gava li ber komekê tiştek tête gotin an hejmartin; niqtecotek dikeve paşiya komekê. Bavekî di dema mirina xwe de ji zariwên xwe re got: zarono! ez ji we re navekî pak dihêlim; qedirê wî bizanin û wî weke xwe hilînin. Mirovê hêja bi sê tiştan hêja ye: mêranî, xebat û comerdî.
Niqtebihnok - Niqtebihnok dikeve navbera wan hevokên ko bi hev re girêdayî ne û mana hev diedilînin û wê dibin serî. Dewlemendî bi hinarê ye; ne bi mal û pereyî ye.
Bihnok - Bihnok dikeve navbera wan bêjeyên ko di komekê de dane pey hev û bi gihanekekê ne hatine girêdan. Di vî halî de bihnok, bi awakî cihgirtiyê gihanekê ye. Ji milê din ev nîşandek dikare bikeve navbera birên komekê ên kiçik jî. Bi şertê ko bi danîna wê mana komekê neyit guhartin. Temo, Cangîr, Hevind û Ferzende brayên hev in. sor, spî, kesk û zer rengên ala me ne. Mirov bi axaftin, nivîsandin û xwendinê ji heywanan tête ferq kirin. Kurên min, hon çire bi ya min nakin û bi ya xelkê dikin. Em hemî, emê herin şerê welêt. Belê, ez jî, ezê bi we re bêm.
32-Rewes û vêsih. me gotibû ko nîşandekên niqteşaniyê, di qisetê de cihên rewes û vêsihê jî şanî me didin. Herçî niqte ne cihê rewesê ne; yanî di wan de mirov qederekî disekine. Herçî bihnok û niqtebihnok in cihê vêsihê ne; û di wan de em hindik disekinin. Vêsiha bihnokê ji hemiyan kurtir e.
33-Nîşandekên mayîn.
Kevanek - kevanek li pêşî û li paşiya wan pirsan tête danîn ko bi sebebekê ketine komekê û heke jê hatine hilanîn mana komekê ne kêm dibe; û ne jî diguhêre.
Belayê {wê nexweşiya xedar }ez gelekî êşandim. Segmanên me hemiyan {qederê bîst û pênc mêr} li rêlê wer hatine û şergeh girtin.
Şanek -Li şûna kevanekan mirov dikare xêzikan jî bêxe.
Belayê- wê nexweşiya xedar - ez gelekî êşandim. Segmanên me hemiyan- qederê bîst û pênc mêr- li rêlê wer hatin û şergeh girtin.
Dunik - Dunik dikevin pêşî û paşiya wan pirs û komekên ko mirov wan ji derve dîtine û têxe qisetê. Te ne bihîstiye ko dibêjin:”her tişt bi zravî dişkê; mirov bi stûrî ”.
Ehmedê Xanî ji bo kitêba xwe gotiye:
Ev meywe eger ne avdar e
Kurdmancî ye ev qeder li kar e
Xêzek - dema ko qiset dikeve şiklê axaftinê û carê ko xeberbêj diguhêre; li pêşiya gotinê xêzekek tête danîn;
Mizgînî dan kerê û gotin ê:
-Dehşik ji te re bû.
Kerê li wan vegerand û got:
-Êmê min kêm, barê min zêde bû.
Bendek - Bendekê datînin navbera du bêjeyên ko di navbera wan de hogiriyek heye. Kariyê - belek. Kariyê - kelehê. Birca- belek. Bedir- Xan.
Ji milê din gava ji kêmbûna cih kîtên bêjeyê ji hev de dikevin ev nîşandek wan kîtan bi hev re girêdide. Hingê bêje dibe du perçe; perçekî wê di dawiya xêzekê de dimîne û perçê din dikeve pêşiya xêzeke nû.
Gava ev bêgavî tête pêş, divêt bêje kît bi kît ji hev bêne xistin; bêyî ko tîpeke kîtê jê bibe û bikeve xêzeke din. Mesela heke {nermijandin} kete paşiya xêzekê û tê de cih ne bû; ev bêje bi vî awayî tête birîn: {ner mi jan din} î ji van çar kîtan hin divêt bikevin paşiya xêzê û ên a mayîn pêşiya xêza nû, bêyî ko ji tîpên her çar kîtan ne tu jî ji hev bibin.
|