Bingehên gramera kurdmancî
Celadet Alî Bedirxan
Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê mihrevan
Rêmanên berpêþkî
1-Gramêr : gramêr tevayiya qeydeyên rast axaftin û rastnivîsandina zimên e.
2-Zimanê Kurdmancî : zimanê Kurdmancî zimanê miletê kurmanc e. kurdmanc pê daxêvin, dinivîsîninû bi gotinên din hiþ û fikrên xwe pê eþkere dikin.
3-Hêmanên zimên:di zimanê devkî de hêmanê bingehîn deng e. deng bi tîpan têne sekinandin û bi wan zimanê nivîskî dest pê dike. Bi tîpan kît û bi kîtan bêje bi hev dikevin. Pirîcar bêje an kesekî an tiþtekî dinimîne. Û gava çend bêje bi awakî manadar digehin hev ji wan komek çêdibe. Komek fikreke tam dide zanîn.
Bi peyhevketina komekan qiset tête pê. Qiset bi mijarekê mijûl dibe û ew ziman bi xwe ye. Ji gotinên jorîn dixuye ko hêmanên zimên çar in :
Tîp : a g ê y h o p j …
Kît : ta , den, ser, co, rût, a, poz, ê..
Bêje : hesp, peyar, xanî, spehî, gotin, were…
Komek : par ez çûbûm Rewanê .Îro dunya sar e. Gundê me di navbera du avan de ye.
4- Tîp :Her dengê ko di dev û qirika me de peyda dibe, li ser kaxezê bi iþaretekê tête sekinandin . ji wan iþaretan re tîp dibêjin.
5-Tîpên zimanê kurdmancî: Di her zimanekî de herçend deng hene ew çend jî tîp peyda dibin. Ji ber ko di zimanê kurdmancî de sih û yek dengên bingehîn hene ji lewre tîpên zimanê kurdmancî sih û yek in.
Hûrek : a b c ç d e ê f g h I î j k l m n o p q r s þ t u û v w x y z.
Girdek: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Þ T U Û V W X Y Z.
-Bi adetî û gelemperî em bi hûrekan dinivîsînin. Girdek kêm caran tên îstîmal kirin. Komek bi girdekekê dest pê dike. Tîpa serenavekî a pêþîn hergav girdekek e.
6- Dengdayiya tîpan: Tîp ji awirê dengdayiyê ve bi du biran leva dibin: dengdêr û dengdar.
7- Dengdêr : Dengdêr ew tîp in ko bi serê xwe ji devê me dertên û dengekî mûsîqayî tînin pê. Dengdêrên zimanê kurdmancî heþt in: a e ê i î o u û .
8-Dengdar : Dengdar ew tîp in ko bêyî arîkariya dengdêrekê nikarin ji devê me derkevin û dengekî mûsîqayî bînin pê. Ew di devê me de dikevin hin cihan, wek lêv, diran û ezmandev û ji wan pêjneke ker peyda dibe. Dengdarên zimanê kurdmancî bîst û sisê ne: b c ç d f g h j k l m n p q r s þ t v w x y z.
þanek : Di pratîkê de dengdêr ji dengdaran bi awayê jêrîn têne derêxistin. Dengdêr bi serê xwe jî dikarin kîtekê bînine pê. Lê dengdar bêyî dengdêrekê tu kîtê nayinin pê. Herwekî di kîta “par” de heke me dengdarên {p} û {r} xistin û {a} bi tenê hiþt ew {a} bi serê xwe jî kîtek e.lê {p} û {r} bêyî {a} yê, an dengdêreke din, nikarin kîtekê bînin pê.
9- Doma dengdêran: Dengdêr ji awirê domê ve bi du biran par dibin, kurt û dirêj:
Dengdêrên kurt :e i u
Dengdêrên dirêj :a ê î o û
-Dengdêrên kurt bi derbekê ji devê me dertên, devê me bi nêvî vedibe, doma wan hindik e û ew tu caran dirêj nabin.
-Dengdêrên dirêj gava ji devê me dertên dom dikin, devê me bi temamî vedibe û ew tu caran kurt nabin.
Herçend dengdêrên kurt {e i u} û dengdêrên dirêj {ê î û}ji aliyê þikilî ve nîzingî hev bibin jî, ji aliyê dengî ve ji hev dûr û gelekî bi ferq in. ji ber ko cihderka heryekê cida ye.
10- xwesriya hin dengdêran: Dengdêr in hene ko nikarin bikevin pêþî an paþiya hin dengdaran. Hinên din jî di pêþî an di paþiya bêjeyan de peyda nabin :
-I- Ev dengdêra ha bi gelemperî nakeve pêþî an paþiya bêjeyan. Yanî bêjeyên kurdmancî ne bi {i}yê dest pê dikin ne jî pê temam dibin; ji hin daçek û pronavan pê ve; mîna:li, di, ji, bi, çi
Þanek-Dengdêra “ i ”di hin bêjeyan de û gava kîtek bi wan bêjeyan ve dibe, naye xwendin, lê tête nivîsandin; ji ber ko di esilê bêjeyê de “ i ” heye û gava kîta ko wê nade xwendin jê dibe “ i ” tête bi lêv kirin. Wekî niho, “ i ” yên bêjeyên “qetil, bihin, remil, sihir, tevin, tihin”gava bêje bi serê xwe ne têne xwendin. Lê heke kîtek bi paþiya wan ve bû ew” i ” nayine bi lêv kirin.
Herwekî:”qet’la wî, ev çi bih’n e? bi rem’lê dizane, bi qif’lê, van res’man, eq’lê te, qed’rê wî, bi vê fik’rê, þik’ra xwe, bi sih’rê, li ser tev’nê, ez tih’nim”. Lê ew di vê bilêvkirinê de jî vekîta xwe a bingehîn hiltînin û di þiklên jêrîn de têne nivîsandin.
{qetila wî, ev çi bihin e?bi remilê dizane, bi qifilê, van resiman, eqilê te, di vî þikilî de, bi vê fikirê, li ser tevinê, ez tihin im}.
Lê heke pêr an parkîtek bi wan ve bû û pê bêjeyeke nû û hevedidanî hate pê, heke”i” ne ketiya bêjeya nû naye nivîsandin. Ji ber ko ev pêr an parkît nema ji wê bêjeyê dibin û ev bêjeya hevedidanî bêjeke biserxwe ye û wê vekîta xwe a xweser heye. {kevin, kevnar. Bihin, bihnok. Tevin, tevnepîrk}.
Lê belê, heke ji bervajî ve di bêjeya nû û hevedidanî de {i} hate bilêvkirin tête nivîsandin jî.{Þikir, þikirdar. Sihir, sihirbaz. Qedir, qedirgiran}.
-U- Ev dengdêra ha bi gelemperî dikeve paþiya dengdarên” g, h, k, q, x” û di paþiya dengdarine din de kêm caran peyda dibe. Hunda, hundir,guh, guher, gul, gulat, gulok, guman, guzvan, kuç, kul, kulî, kum, kurt, kurm, qub, qul, qurç, qunders, qure, qurm, qurtik, xubar, xurme, xur, xurdek, xurîn, xurt.
Bêjeyên wek “ du ” û “ tu ” awarteyên vê qeydê ne.
Ji milê din tu bêjeya kurdmancî bi “ u ” yê naqede, ji hin awartan pêve; herwekî pê dest pê nake jî.
Ji xwe ev dengdêra ha hêj di zimên de biserketina xwe ne qedandiye. Ji lewra û li gora bilêvkirina kurdmancên ko “ w ” û “ i ” yê bi temamî li hev naxin bêjeyên wek “xurdek ” bi awayê “ xwirdek ” jî dikarin bêne nivîsandin.
Ê,Î- Ev dengdêrên ha tu caran nakevin ber dengdara “ y ” yê. Lê heke ev dengdêr bi awakî bi “ y ” yê ve bûne hingê ev yanî “ ê ” û “ î ” bi dengdêra “i ” yê diguhêrin û ev ” i ” dikeve þûna wan.wekî niho:
Ê
pê piyên min vî piyî
dê diya te vê diyê
rê riya wan van riyan {1}
Î
derî deriyê me vî deriyî
tilî tiliyên min vê tiliyê
xanî xaniyê te van xaniyan
kursî kursiyên wî van kursiyan
Lê heke « y » bêyî ko bi wan ve bizeliqe kete pêþiya van dengdêran, hingê « ê » û « î » herçend « i » bêne xwendin jî di nivîsandinê de bi « i » yê nayine guhartin û weke xwe dimînin. Herwekî di komekên jêrîn de {ê} û {î}ya bêjeyên{kî, kê, derê} « i » têne xwendin, yanî{ki, ki, deri}lê di nivîsandinê de di þikilên xwe ên eslî de têne þanî kirin.{Ev kî ye ? Tu kurê kê yî ? Ew xelkê kûderê ye?}.
-Û- Dengdêra {û}tu caran nakeve pêþiya dengdara{w}. Lê heke ev her du tîp bi awakî bi hev ve bûne hingê {û} jî bi {i}yê diguhêre. Herwekî di bêjeyên jêrîn de:
rû riwê min vî riwî
xwesû xwesiwa te vê xwesiwê
ez bûm ez biwam tu biwayî
ez çûm ez biçiwam tu biçiwayî
Þanek- Nemaze kurdmancên ko {û} yê zirav bi lêv dikin, li þûna {w}yê li ber {û}yê {y} ekê dixin. Hingê {û} ji ber ko {û} û {y} dikarin bigehin hev, weke xwe dimîne û naguhêre.
rû rûyê min vî rûyî
xwesû xwesûya te vê xwesûyê
Ji xwe di zimanê kurdmancî de bêjeyên ko bi dengdêrekê temam dibin kêm in. Herwekî yên ko bi dengdêran dest pêdikin ne gelek in.
11- Hersê dengdêrên mayîn, yanî {a, e, o} bi her dengdarê ve dibin û bi tu awayî bi dengdêreke din naguhêrin. Bi tenê dengdêra {e} gava digihe {e} yeke din û {y} yek dikeve navbera wan, ji bo kurtiyê mirov dikare van her du {e} yan bi {ê} an bi {a} kê bide û {y} yê yekcar ji navê bêxe.
Wekî niho :
Maseyek masêk masak.
Perçeyek perçêk perçak.
Perdeyek perdêk perdak.
Beyanameyek beyanamêk beyanamak.
………………………………………………………………………………………….
{1}ji kurdmancan birekî piçûk {ê} yê bi {e} yê diguhêrînin û dibêjin:
pê peyê min vî peyî
dê deya min vê deyê
|