Sesli Chat

Admin: 0 / 7
Üyeler: 18 / 58105
Ziyaretçiler: 355
Bugün: 3 / Dün: 13

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazýlarý

Yararli Dosyalar
Yardým
Nasýl Resim veya Video eklenir?

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Rêber APO
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Gerila TV

Sponsorlarýmýz
Ciwan

Basýnda RojaCiwan


OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Ubuntu ya Kurdî

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA


Celadat Ali Bedirxan: MIRINA GURÎ


-Ji giyanê brayê min ê rehmetî Sefder ra-

Sefdo, lawecan! Di sala hezar û neh sed û bîst û didowan de em hati bûn Mûnîxê. Ez û kekê te Kamîran. Em þikiya bûn. Zora me çû bû. Felekê poþîke reþ kêþa bû ser qedera Kurdistanê. Ê di warê siyasetê de tu hêvî ne ma bû. Me tev de digot: Zman, xwendin û nivîsandina zmanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. Min ji çiyayên Rafanê ji te re alfabeke kurdî anî bû. Tu hînî wê dibûyî. Te digot: “Ez gelek kêfa xwe jiþihreka Elfrêd de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. Rojekê ezê wê wergerînim kurdmanciyê û wê belav bikim“.

Ev deh dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zmanê kurdî û tîpên kurdi têne belav kirin. Lê felekê tu beriya wan belav kirî. Feleka bextreþ, mîna Kurdistanê poþîke reþû tarî kiþande ser canê te ê tenik û çeleng jî. Bi hêviya ko giyanê te ê pak pê bihese û pê þa bibe, eve min >Mirina Gurî< wergerande kurdmanciyê û pêþkêþî giyanê te kir.



MIRINA GURÎ



Ewir,di ber di ser heyvê re,

Heyva agirgon,

Bilez….derbas dibûn, diçûn

Qey dû û dûman bûn,

Ji þewatê hildihatin,

Bilind, winda dibûn.



Ji me, heta cihê tavikê miriyan,

Dar û daristan,

Qurmên daran giþ;

Dixuyan….

Wek stûnine reþ,

Çira ma heyveron,

Geh geh, dibû geþ.



Herçî em nêçîrvan,

Bêdeng lal û ker,

Me da pexlexa nerm,

Pûþ ê pelaþa zer,

Me tev dida, seh dikir,

Þafir, qizbe, devî, þel.



Hêdî hêdî em diçû;

Me rêl velo dikir,

Em vedihatin erdê û radibûn ser xwe,

Ji niþkekê ve me dît;

Pencine dehbene gir,

Di axê re çûne; li erdê bûne xelek,

Me bihna xwe,

Ji ber xwe çikand û em sekinîn,

Ser ling û nîvekê.



Hevalekî me î pîr,

Þêxê nêçîrvanan,

Þopgerînekî hêja,

pisporekî rêçan:

Lê vehat, hûr lê mêze kir û got:

Ev rêçên gur in.

Rêçine nû,

Belê rêç, ew rêç bûn,

Rêçên gurên fêris,

Gurên ko me da bû pey,

Û me dikir

Bi bêbextî….

Di tariya þevê de…

Wek dizekine tirsok,

Bi ser wan de bigrin;

Û wan ….

Bidin; ber tifing û xenceran.



Dor bê deng,

Ne pejin, ne teq, ne req,

Tebîet lal û xamûþ;

Bi tenê di ezmanan de,

Qulingekî virnî,

JI refê xwe veqetî;

Xwe dilezand,

Û li refê xwe diqorî.



Rêçnasê î pîr, veketi bû,

Li rêçan bû bû pehin,

Rêç seh kir û got:

Rêçine teze;

Gur, dêlik û dû cewrik in;

Êdî….

Tu þik ne ma tê de,

Me xencerên xwe kir kar,

Tifingên xwe dagirt;

Û da rê.



Þax, çikil….me ji hev dikir;

Kelelm di bin lingên me de, ditewiyan.

Ko hil dibûn; li çip û hêtên me didan.

Sisê ji hevalên me sekinîn,

Tifingên wan biriqîn.

Min çavên xwe, girt….vekir;

Hûr, li þafiranmêze kir,

Di nav rejûya reþ de,

Du morî diçirisîn,

Û jê wê ve,

Çend xeyalên tenik

Ji bejnan sekinî,

Qey di heyveronê de

Bê hay, ferîqet …. Direqisîn.



Gur, bavê mal û malbatê,

Xwe da bû pêþ,

Di ber devî û dar,

Çav li dora xwe daþt….û dît:

Rê lê nehatî bû girtin,

Dijmin lê bû bû çarnikar.

Dêlika wî,

Hinek jê dûr,

Li ber zarowan sekinî;

Li mêrê xwe dinêrt.

Nêçîrvanê mê î kal,

Nav di seyên me dida û digot:

Ha þevger ha ….Ka bêlan ak….

Reþo tu jî, ji par re….

Beriya ko se lê bêne wer,

Gur, stoyê seyekî,

Sekî semboyî,

Kire devê û þidand, þidand û berneda,

Rexma ko bû,

Ziqziqa xencerên me.

Xencer di rûdiyên wî re diçûn,

Di zikê wî de,

Digihan hev,

Û berikên tifingên me,

Di tihêla wî re tavêtin.

Gur dîsan,

Arçûmekên xwe, þidand, çidand, çidand,

Lê vê carê,

Devê xwe vekir,

Seyê þemboyî,

Ww heywanê fêris,

Beriya gur….

Ket erdê û mir.

Gur…. Li ser totikan rûniþtî,

Xwîna xwe alast,

Awirek li me da,

Li jin û zaroyên xwe fedkirî,

Xatir ji wan dixwest.

Û paþê,

Erzîna wî lerizî,

Çavên xwe git,

Û di xwîna xwe de….vegevizî.



Min eniya xwe a germ,

Berda ser fola tifinga sar,

Û ez,

Li vê rastiyê dibûm hiþyar:

Heke dêlik ko hiþte mêrê wî,

Bi tena xwe, bêkes,

Bê piþtmêr, bê heval û hogir,

Bera san û nêçîrvanan bide,

Û di xwîna xwe de vegevize,

ne ji ber ko tirsiyabû,

Û cal lê þîrîn bû,

Lê diviya bû …. Ew,

Biya gurê piþtreþ,….

Bimîne….

Û ji zaroyên xwe re,

Bide zanîn,

Ko li dinyayê

Ji guran gurtir, ji wan birçîtir,

Di qesir û sereyan de rûniþtî,

Tevayek heye,

Jê re dibên mirov,

Lê secde dibin,

Çi kedî, çi kovî çi hov,….

Lê ew ….ew heyîna serfiraz,

Ew bi xwe,

Cenawirekî we ye,

Ne wek cenawirên din,

Ne ji nêz û birçînan,

Lê min ji bo kêf û henek,

Dide, her kesî, her tiþtî,

Ber mirin û kuþtinê.



Herê, diviya bû dêlik,

Bimîne….

Û ji cewrikên xwe re bibêje,

Mebin nîzing, tucaran….

Avahiyên ko mirov …. Tê de.



Ez, þermendeyî heyîna xwe, min digot,

Em mirov, insan,

Digel vî navê bilind,

Çiqas nizimû xwar in,

Bi tenê hon, heywanên fêris,

Hon in ko dizanin, Ji vê jiyîna derewîn,

Bê deng, lal û ker,

Bê ax, zar û na^lin,

Xwe bidin paþ, jê veqetin,

Terka wê û her tiþtên wê bidin

Þairê „ Mirina Gurî“ Elfed de Vinyî edîbekî xudan þûr û qelem bû. Bavê wî zabit bû; ewî jî dabû ser þopa bavê xwe û bû bû zabit. Lê ji ber ko firsenda þer bi dest ne diket; Vinyî piþtî ko bû kapitên ji ordiwê derket û xwe yekcar da edebiyatê.

Vinyî di sala 1797 an de di bajarê Loþê de, ji diya xwe bûye. Hêj di ciwaniya xwe de keti bû civata Vîktor Hugo, Þarî Nodyê û edîbên din ên mezin yên wê heyamê. Ji wê heyamê re di edebiyata frensizî de romantîzm di^bejin.

Vinyî xwe ji alayiþan digirt; xwe gelek têkilî xelkê dikir. Hin eserên Vinyî di pey mirina wî re hatine belav kirin. Esera wî „Dafnê“ bi tenê di sala 1913 an de ketiye çapê.

Vinyî di sala 1863 an de ji seretanê emrê Xwedê kir û qedirê wî piþtî mirina wî çêtir hate girtin. Mîna medhelokê : gurî dimirin, porsor dibin.
(Celadet Elî Bedirxan)





Copyright © www.hezaciwanan.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2005-10-02 (8386 kez okundu)

[ Geri ]
Kakþar Oremar
Kakþar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiði mi?
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevþirmeler Insanlýðýn baþýna beladýr
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Baþûr bê Deng e?
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliði

Son Röportaj
Xemgin Birhat
Xemgin BirhatHeval kavramý birliðin ve dayanýþmanýn sembolüdür

Anket
Avrupadaki Kürt Gençligi`nin sürece iliskin tavri nasil olmali?

Serhildanlar gelistirilmeli,eylemlere hiz vermeli?
Maddi manevi destegi ile Partiye destek vermeli?
HPG saflarina katilim saglamali?
Genclik gücü ile hepsini yapabilmeli?



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 17

CIWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

CÝWANÊN AZAD

TZP-Kurdî

Ferheng

Online Müzik

Medyalar

HALÝL DAÐ

RojaCiwan'da ARA


Kürtce Eðitim

[ 1 | 2 ]
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.060 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.