Sesli Chat

Admin: 0 / 7
Üyeler: 7 / 58104
Ziyaretçiler: 357
Bugün: 2 / Dün: 13

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazýlarý

Yararli Dosyalar
Yardým
Nasýl Resim veya Video eklenir?

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Rêber APO
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Gerila TV

Sponsorlarýmýz
Ciwan

Basýnda RojaCiwan


OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Ubuntu ya Kurdî

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA


Kovara HAWAR wek Xwendingeheke Ronakbîrî ya Netewayetî


Necib Balayî

Pêþekî
Eþkere û zelale ko Malbata Bedir-Xan iyan di jiyana siyasî ronakbîrî û Civakî de, ciyekê bi nirx û taybet heye, di vê nivîsê de ciyê wê yekê nake ko bi tenê em li ser rolê wa yê bi nirx û bûiha di Dîroka gelê kurd de rawistîn, û ev yek jî, ji hizir û bîra her kurdekî ne dûre, her take kesê kurd cihê layîq û jêhatî yê vê Malbatê di cergê xwe de dizan e.

Piþtî ketina Þoreþa Mîr Bedir-Xanê Begê mezin li sala 1847an, kur û neviyên Bedir-Xan Begê Ezîzan, li her cî û sûyê vê Cîhanê bilav bûn, Þepirze bûn, Kuçber bûn, hatin girtin, hatin sirgonkirin, lê neketin, wan weke dareke bi xemil û rîþ û rih kurdahêlayî xwe li ser piyan girt û qet neketin, car bi beþdariya di þoriþên çekdarî de, car jî bi avakirin û damezrandina Komele û Cemiiyetan, car bi damezrandina rêkxistinên siyasî û car jî bi weþandina kovar û Rojnaman û avakirina Dibistanan, Miletê Kurd Zîndî hiþt û pêþda bir.

Kes û þexsiyetên weke;

Emîn Alî Bedir-Xan , Mîr Ebulrehman Bedir-Xan , Medhed Bedir-Xan , Mîr Sûreya Emîn Alî Bedir-Xan , Mîr Celadet Bedir-Xan , Dr. Kamîran Bedir-Xan , Ebdulrezaq Bedir-Xan , Salih Bedir-Xan , û Rewþen Bedir-Xan …..htd.

Endamên ronakbîr yên vê Malbatê, xebata xwe ya cutarmancî, bi hev re di meþand, ji bil ku ew Egîd û xebatkarên þoreþger î nîþtîmanperweriyê bûn, û ji bil ku ew serdar û mîr bûn, wan ji rolê xwe yê ronakbîrî û rewþenkirina rêka xebata azadiya welatê xwe jî, qet bêxemî nekirî ye, di vî warî de jî, ew serkêþ û serwer bûn(1).

Kesayetiyên vê Malbatê her ji dawiya sedsala 19an heta dawiya sedsala20an û heta roja Iroyin muhra xwe li wan Komele, Kovar, Rojname, Cemiîyet, Dibistan, û Enstîtûyan daye yên ko piraniya wan li dervey kurdistanê û hind ji wan li kurdîstanê hatîn e avakirin. Ji Rojnama Kurdistan a dayîk, Kurd teeawin û tereqî cemiyetî, heta kû destpêka avakirina dîplomasiyeta Kurdî ya Nûdem(2) dema ku Dr. Kamîran Bedir-Xan bûye nûnerê Mela Mûstefayê Barzanî, Serokê gelê kurd di þoreþa Ilonê de, ya ko sala 1961an berpabûy û hatiyê destpêkirin, dîsan vê malbatê muhra xwe li Enstîtûya Rojhilatnasiyê li Sanpêtersborgê(3) beþê kurdî û Enstîtûta Kurdî li Waþongton(4), û Parîsê(5) jî xistî ye.

Malbata Bedir-Xan iyan bi giþtî û bi taybet Mîr Celadet Bedir-Xan , roleke ektîv û jêhatî di Ronakbîriya kurdî de heye, bi taybet piþtî wî weke efserekê Kurd beþdarî di þerê cîhanî yê yekê de kirî, beþdarî di þoreþa þêx Seîdê Pîran, ya sala1925an de kirî, amadekariyên þaxê Siyasî yê þoreþa Agirî girtîne ser xwe û bi beþdariya kesayetiyên Kurd ronakbîrên neteweyî yên weke Qedrî cemîl Paþa, Ekrem Cemîl Paþa, Mohemed Cemîl Paþa, Haco Axa û Kûrên wî, Hemzeyê Meksî, Memdûh Selîm beg, komela Xweyîbûn li sla 1927an li Beyrûtê damezrand, ev komele, ev saziye paþan weke þaxê Siyasî yê Þoreþa Agrî hate naskirin.

Ji layê Rojnamegerî û rewþenbîriya kurdî ve jî, vê Malbatê bi dehan Kovar û Rojnamên Heftane, Mehane, û Demsalî (Werzî) li pir ciyên Kurdistanê û Cîhanê yên weke Qahîre, Beyrût, Þam, Istenbol, Parîs, Urmiyê û gelek ciyên din Damezrandin e û weþandine.

Ji van Rojname, Komele û Kovaran jî, ya ji hemûyan stêrka wê geþtir Kovara HAWAR e ya ko babet û Mijara me ya vê Nivîsê.

Kurte jiyana Mîr Celadet:

-Mîr Celadet kurê Emîn Alî Bedir-Xan Begê ye .
-Li Roja 26î Nîsana Sala 1893an li Istenbolê hatiye dinê( di rojbûna wî de di hind çavkaniyan de çewtî heye, hind sla1897an û hund jî, sala 1895an weke roja ji dayikbûnê dinivîsin, lê ya hetanî niha bi bawer sala1893an e, çunkî Dr. Kamîran Bedir-Xan li sala 1895an de, ji dayik bûye, û Kamîran, birayê biçûk yê Mîr Celadet e.

Ji dayikbûna Mîr kamîran di pirtûk Mamosta Izzedîn Elî Mûla ve jî hatiye piþt rast kirin ku li sala 1895an li stenbolê hatiye dinê(6).

Lê dîsan jî di heman pirtukê de, tevilhevî di kar û bizava mîr Celadet û mîr Kamîran de peyda bû ye, dibêje, Dr. Kamîran Kovara Hawar û Ronahî dan weþandin bêy ko navê Mîr Celadet behis bike.

-Her ji zarokî babê wî Dengbêj û Stranbêjên kurd, û Mamosta di anîne Istenbolê da kû zaroyên wî fêrî kurdiyeke rewan û jêhatî bibin,
-Di kolîca Erkanên cengê de xwendiye û beþdarî þerê cîhanî yê yekê bûye.
-Li sala 1919an de, dema li gel Mejer Edward Noelê Inglîz çûyine Kurdistanê, bîroka danana Alfabêya kurdî ketiyê serê wî.
-Piþtî þerê cîhanî yê yekê bi dawî bûyî, ji ber zûlm û zoriyê, li sala 1922an reviyan e, û xwe gihandîne Elmaniya(7).

Dema ku wî li bajarê Mûnixa Elmanî tevî birayê xwe Kamîranî di xwend rewþa wa ya aborî pir aloz bibu, pereyên ji Stenbolê bû wan dihatin qut bibûn, wa bi karên weke Baxçe, Bûyaxa Xaniyan û li xwarngehan kar dikir takû xwendina xwe bi dawî bikin.
Mîr Celadet, deftera bîranîn û tomarên rojane hebû hind pêzanîn ji vane di belgeyên zanîngehê û ciyê lê dixwend û di jiya hatîne dîtin(8).

-Li sala 1925an ji Elmaniya hatiye daku beþdariya þoreþa Kurdî bike.
-Li sala 1927an piþtî þkestina þoreþê, tevî çend ronakbîrên Kurd komela xweyîbûn li Beyrûtê damezrand, û Mîr Celadet weke yekemîn serokê komela Xweyîbûn hat ragihandin.
-piþtî beþdariyê di çendîn þoreþên kurdî yên çekdarî de, û bi serneketina van þoreþan, Mîr Celadet dest bi þoreþa Ronakbîrî ya Kurdî kiriye, li 15 gulana sala1932an dest bi weþana kovara HWAR kiriye, ya ku Mijara vê nivîsê ye.
-Ji sala 1936-1939 mamostayê zimanê fransî û erebî bû li Þamê, û karê evûkatiyê jî dikir.
-Di Þerê Cîhanî yê dûyan de, li 1 Nîsanê 1941-1945an dest bi weþana Kovara Ronahî kirî ye.
-Çendîn pirtûk û xebatên ekadîmîk derheqî Zimanê kurdî encam dayin e.
-Zimanên weke; Ingilîzî, Fransî, Farisî, Tûrkî, Elmanî, Rûssî, Yewnanî, û Kurdî dizanîn.
-Piþtî xebateke dûr û dirêj li Þamê li roja 15 Tîrmeha sala 1951an de çû rehmetê û xatira dawiyê ji gel û peyva kurdî xwest.

HAWAR çi bû, li kû dihate weþandin, çawan û bi çi þêwe dihate berdewamkirin?

HAWAR kovar û komela Ziman û çanda kurdî bû, ji layê Mîr Celadet Bedir-Xan ve li Þamê dihat weþandin.

Hawar, dengê Zanînê ye.Zanîn xwe nasîn e.Xwe nasîn, ji mere felat û xweþiyê vedike...

Kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin, Hawara me berî her tiþtî, heyîna zmanê me dê bide naskirin, lewma ko Zman þerta heyîna pêþîne(9).

Hawar di qunaxên cuda de weþana xwe berdewam kirîye û… bi vî awayî karê xwe dûmandîye:

Hejmar yekê û ya pêþîn li 15 Gulana sala1932 ê derçûye, û heijmar 57an ko ya dawiyê ye, li 15 Tebaxa sala1943an hatiye weþandin û paþî bi yek carî ji weþanê rawistiya ye(10)..

Qûnax û merheleyên HAWAR te de derbasbûyî:

Qûnaxa 1.

-Hejmar 1 li 15-05-1932 derçuye û hejmar 23 li 25-07-1933 derçuye, nizîkî 8 mehan ji weþanê rawistiya ye.

Qûnaxa 2.

-Hejmar 24 li 01-04-1934 hatiye weþandin, vê qunaxê berdewam kiriye heta hejmar 26 ku li 18-08-1935 an derçuye.

Qûnaxa 3.

Piþtî sala1935an meha 8an bu maweyê 5 salan ji weþanê rawistiya ye.

Qûnaxa 4.

Ji nû ve hejmar 27 li 15-04-1941 û hejmar 57 ku hejmara dawiyê ye ji jiyana HAWAR ê li 15-08-1943 hatiye weþandin û paþî ji weþanê bi yek carî rawistiya ye.

Bi tevayî HAWAR 11 salan berdewam bûye, lê jiyê wê yê weþanê 5 salin.

 

Bo çi HAWAR wek Xwandingeheke Ronakbîrî ya Netewayetî?

HAWRê û xwediyê wê Mîr Celadet Bedir-Xan , xwestiye bi rêkên Ronakbîrî û bi þêweke Zanistî û bi hind bingehên qahîm Milletê Kurd liser piyan bihêle û hesta netewî li cem wan zêde bike, ew jî bi rêya hind fakter û þengistên sereke yên zîndî kirina Milletan, bi zanabûn hind xalên giring û hesas di hejmarên HAWARê de pêþber kirîne, her tiþtê kurdan di van xalan de parastiye, mirov dikare bêje, Hawar bû bersiv û rêgirtinek, li hember Asmîlasiona kurdan di wî çaxî de, ji ber ku wî demî, hewldan û rêgirteneke mezin li hember Þepol û pêlên Nasionalîzma kurdî hebûn, û piþtî demeke kin ev yek bi zelalî derket hole dema kû, Ingilîzan rê liber Ronakbîriya Kurdî girtî, li Sûryayê çember li Ronkabîrên kurd teng kir, li Iraqê dest bi hêriþên leþkirî, yên digotinê hêriþên teidîbî kir(11).

Dîsan dijî tevgera çekdarî û serhildanên Kurdistana Iraqê li herêma Barzan rawistiya, ku bi Serokatiya Mele Mûstefayê Barzanî di salên 1943-1945an hatbûn destpêkirin, ev yek baþ di xweyê dema Balwêzê Inglistanê li Iraqê nameyên gef û gûran, arastey Barzanî kirîn û demeke kurt da ye wî û pêþmergeyên kurd ku bi zûtirîn dem, xwe biden dest Hikumetê û hêzên inglîz li Iraqê, ger na ew û leþkerê wî wê tûþî mergesatan bibin(12).

Dîsan li Kurdistana rojhilat jî, rê li hember kurdan dihat girtin heta li sala 1947an Kumara Kurdistan bi alîkarî û destberdan Yekêtiya Soviyeta berê bi dawî kirî, ji layekê din Momosta Goran di Radioya ku wî çaxî li Felstînê di dema þerê cihani ye duyan de, ji sala 1942-1945an,wek nûnerê partiya Hiwa bu reveberiya beþê kurdi dikir di wê Radioyê de, lê Goran di nameke xwe de ji bo hevalê xwe Husên Ali Þanof, dide xweya kirin ku Inglîzan nerazîbuna xwe li hember karê wi da xweya kirin, û bi sûç û behaneya welathezi û neteweparêziya kurdî tawanbar kir, li sala 1945an karê wî bi bi awî anî(13).

Mamosta A.Goran ji layê Inglîzan ve hate derkirin, ji ber ku hind caran wî di Weþana Radioyê de, srodên nîþtîmanî û marþên netewî pêþkeþ dikirin, bi tawana rê xweþkirina li hembera pirsa nasionalaîzima kurdî, dawî bi karê wî anî, ev jî tev ji bo ku Nasionalizm û Hikûmetên Ereb, Faris û Turk dilê wan nehêlin pirsa Kurdî dikir qurban, ji bo berjewendiyên xwe û wan Welatan.

Rojavayiyan di serî de Ingilîzan li hemberî kurdan siyaseteke bêdengkirinê di meþand û encam didan, lê hewildanên Ronakbîrî yên Hawarê û heta radekî yên Kovara Gelawêj(1939-1949)ya ku li Bexda dihate weþandin(14) û pirsên edebiyateke berhingarî di hejmarên xwe de belav dikirin û hesta netewî xûrt dikir, ev armanca Asmîlasiona kurdan û jêr destkirina wan pûç kir.

Mîr Celadet jî ev Armanca neyar û nehezên kurdan baþ fam kir bû, lewre bang ji bû yekêtiya kurdan didan û ji wan dixwest bi Zanîn û Ronakbîriyê xwe rizgar bikin, bi sergotar û bîr û ramanên xwe yên di piraniya hejmarên Hawarê de nivîsîn, di bin bersiv ji bo inkar kirina kurdan, dibin, Hawar ji bo li Hawar hatina kurdan û yek kirna wan, di hejmar 9 ya Hawarê de, bi serdêra Welat, Welatînî û Al, Mîr Celadet pir pendên Felsefî di warê Welatheziyê de, li bîr tîn e, ji bo nesil û nifþê paþerojê wha dibêje:

Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin, û rojekê berê vê rojê(mebest roja di nîva Ala yê kurdistanê de N. B) hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bibrûskînin, welatê xwe ser avahiyê xwe a pêþîn vegerînin û di bin tava wê re serbixwe û bi Kamîranî bijîn(15).

Herweha di warê ronakbîriya kurdî de û ji bo ku kurd ji wê rojê û pêde, dest bi þoreþa ronakbîrî bikin, û li ser rêiya zanînê welatê xwe rizgar bikin, ev hewldanên Mîr Celadet û rêhevalên wî, ta radekî, ji bo Serpêhatiya Ismet Paþay û Zêrevanê wî bu bersiv, dema hatiye gotin, ku rojekê zêrevanê Ismet Paþay gotê :

-Ezbenî, kurdan Serhidaye û hind bajar girtin e!

-Paþay gotê tiþt pê nayê û nexeme, zêrevan car din gote paþy

-Ezbenî va ye kurd gihan Enqerê!

Paþay dîsan got:

-Tiþt nabe û ne xeme !

Cara siyan Zêrevan got :

-Paþayê min, Kurd vaye bi dar û keviran, bi þîr û biviran bi ser me de girtin hatin durên Seryaê !

Paþay bersiv da û got:

-Lewre kû qelem bi wan re tû neye, ew nikarin tiþtekî bikin, dema ko bikin jî ewê zû biþkên(16).

Mîr Celadet biha û hinra qelem, xwendin û zanînê baþ zanî bû, û ev Serpêhitî ye fam kir Bû, lewre hemî hewldanên xwe ji bo xwendin û zanîna kurdan dabûn destpêkirin, di Hawarê de, bi van hîmên jêrîn, avahiyê xwendingeheke Ronkbîrî ya netewî damezrand.

 

I-Yekêtiya Neteweyî û yekêtiya Peyvê:

Mî Celadet di Hawarê de gotina Zimanzan û nivîskarê Fînî(Finland)î , Anttî JALAVA bi cî anî ye dema gotî;

„Zimanê min yê Dayikê weke çerim(pist)ê laþê min e, û Zimanên din yên ez dizanim cil û bergên diber min dan e“ (17).

Mîr Celadet di Hawarê de heman rêbaz û bi þêweke xûrt tir ev yek peyrew kirî ye, di bêje; min 8 Ziman yên Cîhanî baþ xwendine û Lêkolîn kirine, paþan min derbarey zimanê kurdî xebat dayîne destpêkirin, û weha dibêje:

Ez ko kurd im û kurdmanczan im û zimanê xwe rind dizanim, min ew bi heft heþt zimanên din daniye ber hev, kitkitên wî hûrhûnandin e, qeydeyên wî ji hev derxistîn e, dikarim ji biyaniyan pêtir û qenctir derheqa wî bidim xuya kirin û zanîn(18).

Ji bo vê yekê dîsan Serpêhatiyeke Mamosta Osman Sebrî û gotineke wî dibe þahid, dema wî gotî;

Li destpêka salên 1930an Inglîz û Fransan em hejmareke Welatparêzên kurd sirgonî Þamê kir bûn, em li hev dicivîn û me ji bil karê Kurdayetiyê behsê jiyana rojane û debara xwe dikir, hat gotin ku pêwîste her yek ji me Zimanekê biyanî bu xwe bi hilbijêre daku pê bijîn û debara xwe pê bikîn, weke Mamosta O. Sebrî (1903-1998.) dibêje ,

-yekî ji hevalan got ;

-Ka bêje Osman! Tu kîjan zimanî dixwazî?

Hemî hevalan berê xwe guhastin alê min û guhdariya bersiva min kirin, min got;

-Kurmancî.

Ji rehmet lê Celadet Bedir-Xan pêve hemî bi min keniyan û li min vegerandin:

-Ma tu bi kurmancî nizanî?
-Belê dizanim bipeyivim, lê herwekî divê nizanim pê binivîsim.
-Madem(mafir) dizanî bipeyivî, dê bikarî bi hêsanî binvîsî.

Mamosta Osman Sebrî;

-Ev gotin neraste. Ma gelên mayî bi zimanên xwe nizanin ku deh-panzdeh salan di dibistanan de dixwînin heya hînî nivîsandina zimanê xwe bibin?..

Hingê remetî Celadet Bedir-Xan got:
-Osman rast dibêje, zimanek bi hêsanî nayê nivîsîn, jêre gelek west û xebat dive. Ez bi ziman mijûl bû me û dijwariya nivîsandina ziman dinasim. Ev dem sala 1931an bû(19).

Derheqî heman pirsa ziman di warê hiþyariya netewayetî de û rola ronakbîran, Mamosta Osman Sebrî, di bîranînên xwe de dibêje:

Bi tevgera Mîr Celadet li sûriyê me dest bi nivîsa kurmancî û mêldariya nivîsandinê kirî ye.

Gotineke wî ya jêhatî derheqî ziman hebû, ewî digo, ziman weke xirareke kayê ye, ew xirarê kayê di nav av û þepolên deryayekê bihê bilav kirin lib lib ew ka belav dibe, karê ronakbîr û zimanzana, vegerandin û li hev komkirina van libên kayê ye di xirar de(20)..

Mîr Celadet astengî û zehmetiyên pirsa ziman baþ dinasîn û giringiya ziman ji bo zîndî kirina Gel û Miletan jî baþ fêm dikir, lewre di Hawarê de bangê yekê û peyva yekê yekbûn û yekêtiya Kurdan cî digire, di pêþgotina hejmara 1ê ya Hwarê de, ya ku bi ser dêra ..

Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê” nivîsandî, zelal dibe ku Hawar dengê yekêtiya Kurdan, dengê Zanîn û Zanistê ye, bi þêweke ekadîmîk û Zanstî Mîr Celadet, Armanc û plana xwe weke Pronivîsekê raxistîy e pêþçavan, û di hejmara 1ê ya Hawarê de, xwediyê Hawarê armancên bingehîn yên vê kovarê, li gor þert û mercên wî çaxî weha rêz dike;

1-Belavkirina Alfabê ya kurdî di nêv kurdan de, hînkirina wê, hîn bibin û bidin hînkirin.
2-Lêkolînên li ser zarên (devok) kurdî û hevberkirina wan, û hevberkirina zimanê kurdî li gel zimanên din yên arî.
3-Bberhevkirina çîrok, çîrçîrokên û her texlît laje û stranên kurdî û belavkirina wan.
4-Twîjandin û belavkirina dîwanên kurdî.
Bi van ve jînenîgariyên þaiir û mirovên bijarte jî, dê ben e belavkirin.
5-Lêkolînên li ser reqis û qeydeyên stranên kurdî.
6-lêkolîn li ser her texlît rêzikên kurdî û Kurdistan ê, yên zemanê borî û yên îrû û senifandins wan
7-Dîrok û erdnîgarî:

Lêkolîn li ser tevayiya dîrok û erdnîgariya welatê kurdistanê.

Bi van xalan plana Hawarê hatiye destpêkirin û bi vî þêweyê nexiþkêþ Mîr Celadet dest dabû ji nûve nivîsandina her tiþê peywendîdar bi kurd û kurdistanê ve (21).

Ziman, Edebiyat, Dîrok û Civaka xwe xwedî derket bû, rupelên Hawarê hewil daye, hemû nivîskar, mijar û babetên kurdayetiyê di nav perên xwe de biparêze û hembêz bike, grova vê yekê jî nivîs û nivîskarên Hawarê ne, ji herçar alên Kurdistanê û li herciyê kurd lê hene û her mijareke Kurdan elaqedar dike di hijmarên Hawarê de hatîne tomar kirin, ji Nivîskarên Rojhita bigre hetanî yên Rojava, ji yên Bakûr bigre, hetanî yên Baþûr, ji Mûkriyan heta Botan, ji Soran heta Badînan, di rewþa wî serdemî ya komonîkasiona pir zehmet û qelis de, Hawar bûye wargehê lihev civîna nivîskarên kurd.

Nivîskarên Kurd yên wî Serdemî ger nebêjîn tevan, belkî piraniya wan berhemên xwe bi yek Armanc di Hawarê de di weþandin, wek mînak bêjîn ji bakûr;

Mîr Celadet, Dr. Kamîran, Dr. Ahmed Nafiz, Hajo Axa, Qedrî-Can, Cegerxwîn, Osman Sebrî Dr. Nûredîn ZaZa. Elî Seydo Gewran…….htd.

Ji Baþur, kirmanciya Jêrî;

Mamosta Goran, Ebdûlxaliq Esîrî, Mamosta Bêkes, Pîremêrd, Mamosta Pîrot, Þêx Selam û gelekên din.

Ji Badînan;

Mela Enwerê Mayî, Þêx Xiyasedînê Neqþbenî, Þêx Memdûhê Birîfkî, Salih Bamernî...htd, “weke tê xweya kirin, ev deme, dema zêrîn û pêþîn ya ronakbîrîya herêma Badînan e, N. B”.

Ji Rojhilat; Seyîd Huznî Mukriyanî, Mamosta Hêmin...Hejar htd

Dîsan, Hawarê giringî dida pirsên Kûrd û Kurdayetiyê li her ciyekê vê Cîhanê, wek nimûne bêjîn, di hijmarên xwe de pêzanîna li ser Rojnama Riya Teze ya kurdên Elegezê û Radioya kurdên Rewanê, herweha behsê Radioya Bexda û Beyrûtê yên ko bi Zimanê kurdî weþana xwe dikirin û bi kurdî stran digotin dihê kirin, heya ko li ser Þanoyên li Mihabad ê Urmiyê û xebatên wê derê jî agahî hebûn, dîsan di hejmara xwe ya 19an de, Hawar behsê Zeradeþtiyên li Hindistanê dike, kanê wan çewan di Kovara xweya bi navê Iranlig de behsê Serxwebûn û Dewlata Kurdan kirîye (22).

Pirsa herî giring di Hawarê de pirsa Xort û Lawên kurd bû, ew ji bo yêkêtî û azadiya Gel û Welat han didan, rêka Azadî û Rrizgarîyê nîþa wan dida, ew bi kêmasî û lengiyên di Civaka Kurdî de haydar dikirin, û weha dinvîsî;
Xorto!

Armanca te rizgarîye, rizgariya Welat û Miletekî ye, nave Armanca te, kurde, kurdanî ye, Kurdistan e(23) .

Xorto!
Bi ser Kela me de girtin e, ji derve dûjmin dirêjî me kirîye.Ji her mêlê êriþ, di hûndirê Kelê de, þerekî din, bê eman û ji yê pêþîn mezin û dijwartir heye, þerê me bi hevdûdû re.
Xorto!

Holê bixebite: An bi xwe çêke, an alîkariya ewan bike ko çê dikin, avadikin...
Paþî Hawar û xwediyê Mîr celadet weha dinivîs e:
Kurd ji hev cûda dilopên Baranê ne, cihê cihê têne daqurtandin, ko gihane hev dibin Lehî, Lehiyeke boþ.
Tu kes, tû tiþt li ber wan nikare bisekin e Felata welatê me di rabûna vê lehiyê daye(24).

 

I I-Yekêtiya Ziman û ykêtiya herfan;

Di HAWARê de, Ziman li gor pirs û mercên zanistî hatiye dabeþkirin, û her beþek ji beþên zimanî bi jêhatî li ser hatiye rawistîn.

Mîr Celadet bi þêweke Zanistî xebatên xwe li ser zimanê kurdî berdewam dikir, weke piraniya ronakbîrên kurd, teng ne difikîrî, wî devoka xwe ku devoka Mîrgeha Botan e nekirî ye serpiþka zarav û devokên din yên di Zimanê kurdî de(25).

Mîr Celadet, li gor bîr û ramanên xwe, zimanî weha pênase dike ku ji bo kurdan weke pêngava yekê ya jiyan û mana wan dibîne. Nîþan û dirûþmê Mîr Celadet di HAWARê kirî armanc ev bû:

Ziman þerta heyina pêþîn e

Yekêtiya kurdan bi yekêtiya ziman ve girê dide û dibêje:

„ Yekbuna kurdan jî bi yekêtiya ziman ê kurdî çê dibe. Yekêtiya ziman jî, bi Yekêtiya herfan destpêdike“ (26).

Giringiya Ziman di HAWARê de rih û giyanê milletan hatiye tûmar kirin, weke çekê xwe parastinê hatî ye dîtin.

“Milletên bindest heyina xwe ji Serdestên xwe bi du tiþtan, bi qeweta du çekan di parêze. Ol yek, Ziman dudu. Lê heke Ola Milletê Bindest û Serdest yek bibe, hingê çek yek bi tenê ye û bend tenê Ziman e” (27).

Dîsan li ser kêmasiyên Zimanê kurdî radiweste û weha destnîþan dike:

“Iro di Zimanê me de du texlît kêmanî hene, wenda bûna Pirsinên kurdî û ketina Pirsinên biyanî nava zimên”.
Di HAWARê de pirsên Ziman jî li gor hind bingeh û elemêntan hatiye parvekirin û bingeh girtin, ew jî:

 

1-Alfabê
Mîr Celadet di 15 hijmarên HAWARê de behsê Alfa bê dike, di heijmar 27an de weha dbêje:

-Ev Alfabê, aleke, ala bi Serxwebûna me a Edebî ye.

Dîsan dibêje êdî Kurd xwediyê Elfabê yeke xweserin ew ji nîrê Elfabêyên biyaniyan xelas bûn e .

Li ser Kelha me alayên biyaniyan hebûn, lê Kurmancan ew daxistin û çirandin(28)..

Mîr Celadet, naxwaze bêje min ev Elfabê ye damezrand û pêkanî li sernavê gelê xwe li ser nave Kurmancan, di peyive, wî her ji sala 1919 dest bi xebata Alfabê ya Kurdî kiriye dema ku li gel Meyjerê Birîtanî Edward Noel î ji bû pirsa kurd û Kurdistan ê çûyine Welat, Bîrok û hizra Alfabê ya kurdî ketbû serê wî, piþtî wî zanîn û zanist, di Ziman û Alfabê ya çendîn Zimanên biyanî de peyda kirîn lêkolîn kirîn û hevberî zimanê kurdî kirîn, ew her di hejmara 1 ê de bi Zimanê kurdî, turkî, arabî, farisî û fransizî, derheqî Alfabê ya kurdî, pêzanîn

Mîr Celadet di hejmara 27an de, bi tûnd û tîjî rexneya wan kesan dike û diçe ser wan yên ku giringiyê nedin Alfabê ya kurdî û bi Alfabê ya xwe ne nivîsin û nepeyvin, danan û damezrandina Afabê ya kurdî di HAWARê de, di çendîn qunaxan re derbas bûye, û Mîr Celadet tevî kesên weke Tewfîq Wehbî di derheqî Alfabê ya kurdî de û sersatkirina wê xebatên xwe berdewam kirîne, lê mixabin weke mîr bi xwe dibêje ji niþkêkê ve T.Wehbî vedigere Kurdistana baþur û xebata Alfabê bi tenê li ser milên wî di mine

Li pêþiyê hejmara Taypên Alfabê ya Mîr Celadet 36 bûn, piþtî grîkî û Russî jê derkirîn, û ragihand ku ev Alfabê ye ji milletê bê Dibistan re bûne Dibistan.

Mîr Celadet di hejmara yekê ya Hawarê de , Alfabê ya kurdî bi 31 herfan tumar dike:

“a b c e ç d I g h x ê j î k q u l m n o p r s þ t û f v w y z”

Mîr Celadet di Alfabê ya xwe de her 31 tîp yan herf bi dengdêr û dengdar nav kirîn e.

Dengdêr;

Ew herf e ku dixwedeng e, û dengê xwe bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîn e.

Dengdar;

Ew herfe ku dixwedeng e, belê dengê wê bi serê xwe û bê alîkariya dengdêrê dernakeve.
Di zimanê kurdî de heþt(8) dengdêr hene, ew jî evin:

a e i ê î u o û

Dengdêr jî dû texlîtin,

dengdêrên kurt, dengdêrên dirêj.

Dengdêrên kurt(kin) evin: e i u.

Dengdêrên dirêj: a ê î o û (29).

Ev Alfabê alaeke, ala biserxwebûna heyina me a edebî ye(30).

 

2-Grammer

Mîr Celadet xebatên ji bo grammera kurdî, li sala 1941an û di hejmara 27an ya Hawarê de destpê dike û weha dibêje:

Heya niha min Alfabê ya kurdî bi we da zanîni, niha ezê gramerê bi we bidim zanîn, û grammerê weha pênas dike:

„Grammêr ...tevayiya rast axiftin û rastnivîsandina zimên e“(31).

Ev qeyde bi xwe ji ziman tên der.Mîr dibêje bingehên vê grammerê, li sala 1929an min li bajarê „Hesiçê“ danabûn, wî li gur daxwaza kesan, daxwaza gel, xurtkirina Zimanê kurdî, û standardkirina vî zimanî, gramera kurdî darêt bû.

M.Celadet, di warê gramerê de, têbîniya zarokan jî kiriye, hind pirsên grammereka sivik ji bo zarokan plankirî ye, û di bêje:
-Grammera Zarokan bi þêweke cuda bi navê kitêba sînemxanê damezrînim û çap bikim(32).

Hêvî û derdê M. Celadet ew bû ku kurd fêrbibin û hez ji zanînû zanistê bikin, bi Zimanê xwe bixwînin û fêr bibin, lewre drûþmê mîr hildayî ev bû:

-Hîn bibin, hîn bibin, hîn bibin
-Hîn kin, hîn kin, hîn kin,
yên hîn bûyin bila yên din hîn bikin(33)..

Mîr Celadet û hevkarên wî û tevaya nivîskarên hawarê bi xurtî xebatên ji bo pêþda birina Zimanê kurdî di wî çaxî de berdewam dikirîn, mamosta Pîrot di hejmara 11-15an de, gotarên li dûf hev li ser yekêtiya zimanê kurdî nivêsandîn e, bi hûr û kûrî li ser yekêtiya ziman rawistiya ye.

-NIQTEÞANÎ

Mîr. Celadet, bal kêþaye ser Xalbendiyê û ew bi NIQTEÞANÎ navkiriî ye, û hemî þêwe û cûrên vê xalbendiyê û þert û mercên bikar anaîna wan dayine xweya kirin û ev Nîþandekên Niqteþaniyê weha bi nav kirîne;

-(.) Niqte
-(?) Niqtepirs
-(!) Niqtebang
-(:) Niqtecot
-(;) Niqtebihnok

Ji van pêve çend nîþandekên din hene ko em wan kêm caran dixebitînin; û wezîfa wan ji ên jorî cida û bi awakî din in.

( ) Kevan
„ „ Dunik
_Xêzek
- Bendik


-Ferheng:
Di Hawar ê de Ferhenga peyvan rolekê baþ dîtiye, peyvên giran û yên nû ji bo xwendevan hatîne þirove kirin, bi þêweke asan û sivik mana wan rohin û zelal kiriye, di her hejmarekê de, ev yek hatiye peyrew kirin.

Di Naveroka hawarê de xweya dibe ku Mîr Celedaet hemû Beþên peywendîdar bi Ziman ve bi þêweke zanistî tomar kirîn e li ser peyvî ye(34).

 

III-Hawara, Afrandinên bilind û Edebiyateke Nûxwaz û Xûmalî

Edebiyat di Hawarê de, destpêka afrandin û nûxwaziyê ye, hewldanên xûmalî kirinê ne, û dengê sirod û marþên netewî ne, di Hawarê de Edebiyat hatiye parvekirin ji bo dû merheleyan;

1-Edebiyta klassîk:

Di piraniya hejmarên Hawarê de, ev þaxê Edebî bi gringî hatiye wergirtin, Klassîkên me ji herdû zaravan, di Hawarê de hatîne tomar kirin û bi drêjî li ser babet û jiyana Helbestvan û Nivîskarên klassîk û dîrok û bingeha vî rengê edebî hatiye behiskirin, Nivîsakarên ji kûrmanciya jêrî jorî, gelek gotarên xwe li ser klassîkên me Nivîsandin e, di Hawarê de hatiye destnîþam kirin ku edebiyata kurdî ya kevin heta niha ji layê gerok û rojhilatnasan ve hatiye nivîsandin û tomar kirin, lewre ev girngî û pîtepêkirina bi edebiyata kurdî ya klassîk weke biryarekê li ser xwe digirin û dest bi nivîsandina wê dikin, babetên hemereng li ser „Alî Harîrî, Feqê teyran, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Simailê Bayezîdî, Þerefxanê Bedlîsî, Mûradxan, Siyah Poþ, Nalî, Þêx rezayê Talebanî, Hacî qadirê Koyî, Axayok, Mewlana Xalidê Neqþebendî, Mela Yehyayê Mizûrî, Mela Xelîlê Sêrtî, Þêx Abdulqadirê Geylanî...û gelkên din“ nivîsandin e.

Nimûne û mînakên, edebiyta klassîk,hema di hemû hejmarên hawarê de, hatîn e weþandin(35).

2-Edebiyata Nûdem;

Di Hawarê de, rol û karîgeriya Pêþber û Raberên edebiyata kurdî ya nûdem xweya dike û weke Merheleyeka nû di jiyana edebiyata kurdî de dihê xweya kirin, ew nivîskar û ronakbîrên di tevgera hawarê de serhida bûn, weke raberên edebiyata kurdî ya nû xwaz dihên hesabkirin, ji wan ronakbîran jî;

Mamosta Cegerxwîn(1905-1984), Mamosta Abdûlla Goran(1904-1962), Qedrî-Can(1911-1972), Dr. Kamîran Bedir-Xan(1895-1978), Mamosta Osman Sebrî(1903-1998) ku her yekî ji van þehsiwarên edebiyata kurdî di beþekê taybet yê edebî de. Di kovara Hawarê de, guhûrîn peyda krin û her yekî bi þêwekî edebiyta kurdî xûmalî kir û nûxwazî peyda kir.
Belge û groveyê vê yekê jî ewe ku Hawar bûye bingeh û xwendingeha yekê ya vê nûxwazî û nûdemiyê.

-Grova yekan:

Bi taybet dema Mamosta Cegerxwîn(1903-1984)ê, di hejmara 22 ya kovara Hawarê de, dest bi weþandina Hespên Xweþxwanên kurdî kirî(36).

Bu cara yekê, derbarey seng û mûzika kurdî ya xweser û tabet di helbesta kurdî ya nûdem de gotar belafkirîn, û hewil day edebiyta Kurdî xomalî bikit û ji derya erozên Arabî bi dûr bêxit, M. Cegerxwîn ev seng û eroza Helbesta kurdî ya nûdem bi çiwar þêwe û pêngavan tomar kirî ye, û navê vê guhartinê kir Hespên Xweþxwanên Kurdî, bi vî þêwy darêtî ye:

1-Hespê Çeleng.

Hespê çeleng, du gavan davêje. Her gavekê pên(5) movik tê de hene.

2-Hespê Laxer.

Hespê laxer, du gavan davêje. Hergavekê þeþ(6) movik te de hene.

3-Hespê Sivik.

Hespê sivik, du gavan davêje. Hergavekê heft(7) movik te de hene.

4-Hespê Rewan.

Hespê rewan, du gavan davêje. Hergavekê heþt(8) movik te de hene(37).

-Grova dûyan:

Mamosta A. Goran (1904-1962) li sala 1932an di hejmara nehan ya Hawarê de, guherînê di seng û serwaya Helbesta kurdî dike, dem ku Helbesta bi navê Awatî dûrî di vê hejmarê de di weþîne û têbînîyekê dinivîse û dibêje:

Awatî Dûrî

Ey çaw, çeþnî bazî qefes helwerî, perit

Kiwa bale tîjekanî nîgay hûsnî dîlbert?

Kûwanê dû çawî mest? Kûwanê?..

Kûwanê birûy pêwest? Kuwanê?..

Kûwanê zûlfî reþ?..

Kolmî al û geþ?..

………

……..htd.

Mamosta Goran bi xwe vê têbîniya jêrî ji hawarê re diþîne û weha dibêje;

-Em þîirane, le ser Isolî (Feqere) anku Birge rêkxirawin, her feqereyek Îbarete le çiwar beyt, beytî yekem û çiwarem le ser weznî Eruz danrawin, dûyem û seyemîþ le ser weznî penceyî(38).

Grovaê Siyan:

Helbestên Dr. Kamîran Bedir-Xan , bi taybet hewldanên Dr. kamîran di nûjen kirin û ji nûve nivîsandina Memê Alan, dîsan di wezin û eroza helbestan de jî xwedî qabiliyetek gelek tekûz bûye(39).

Herweha Mamosta. Qedrî Can, M. Goran û çîrokên Dr. Nûridîn Zaza û gelekên din þahidên Nûxwazî Nûdemiya edebiyata kurdîn e, di hawarê de.

Hawar bûye dûsiya û tomargeha herî xûrt ya van gûhartinên di warê edebiyata kurdî ya Nûdem de.

Di Hawarê de Merhele yan (Koçên ) edebiyatê weha hatin e parvekirin û dabeþkirin;

1-Edebiyata Goranî(Stiranvanî)
2-Edebiyata Çîrokî
3-Edebiyata Komêdî(Têater-Temsîlî) ya niho jêre dibêjin Þano.

Di Hawarê de Mîr Celadet dibêje:

Edebiyata Miletekî, jiyana wî Miletî bixwe ye
Derheqî nûjen kirin û tomarkirina hemî cins û regezên edebiyatê di Hawar ê de Mîr Celadet di heijmar (20) de, û di Sergotara xwe de weha dinivîse;

“Bi bîst hijmarên Kovara me ku heta nihu belafbûn e, me dil dikir, em her awayê nivîsandinê bicerbînin û bêxin zimanê xwe.
Her wekî awayên bingehî, nezim û nesir û çend þiklên nesrê kêm û zêde di Hawarê de belafbûn e.

Tenê awayê (Temaþayî) hebû neket bû zimanêr me. Mîna ku xwendevanên me di vê hijmarê de, dê bixwînin.Me ew þikil û awa jî ceriband û xiste Zimanê xwe” (40).

-Grov û belgeyê çaran.

Kurte Çîrokên hunerî yên ku destpêka salên 1930an, bi kurdî di Hawarê de dihatin weþandin, ko wî çaxî hema di nav edebiyata Welatên dewrûberên kurdan ne jî vî þêwyê çîroka hûner ya ku þert û mercên çîrokeke nûdem û hûnerî tê bin, sernehida bûn, yan jî ji nû ve serî hildidan, derheqî çîrokên nûdem û hunerî di Hawarê de Dr. Ferhad Pîrbal weha dibêje; “Teknîk û formî wan çîrokên ko di Hawarê da hatîne bilavkirin gelek hûnerî û pêþkewtûn. Naverokî wan jî, wek neynikekî saf û rengîn, jiyanî gelî kurd li salanî seretay em sede ye da pîþan deden, gewahînameyekî bêgerd û nazikin, li hember dîrok û trajîdya û jiyanî morovî kurd. Gereke em çîrokan e, wek dokumêntên dîrokî, hûnerî û estatîk bêne qeblandin, lêkolîn li ser wan binûsrên.” Mamosta F. Pîrbal çîroknivîsên Hawarê jî weha rêz dike; Dr. kamîran Bedir-Xan, Celadet Bedir-Xan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî –Can, Mûstefa Ahmed Botî, û Biþarê Segman(41).

Ev belge û grovên jûrî ewên me behis kirîn, besin ku mirov dan li wê yekê bine û bêje ku Hawar, fêrgeh û xwendingeheka ronakbîrî û ji nûve jiyandina edebiyat û peyva kurdî bû, ji bil ku Hawarê, bi herdû zaravên serekî yên zimanê kurdî bi dehan û bi srodên Nîþtîmanî û Marþên serxebûn û azadiyê di rupelên xwe yên zêrîn de weþandîne, ev srod û marþên welatparêziyê di wî demê þikestin û bêmoraliyê de, ji bo gelê kurd bibûn moral, bibûn çek, bibûn nan û jiyan.

IV-Ol û bi Kurdî hînkirina Olê islamê.

Di hawarê de, têbîniya her tiþtî hatî ye kirin, girêdayî zimanê kurdî û bandûra zimanî li ser hesta netewayetiyê, xwediyên hawarê û ronkabîrên wê hewil daye kurdan bi zimanê kurdî fêrî olê islamê bikin, gotin û hedîsên Pêxemberî(s.x) û Ayetên Quraanê bi kurdî bi zimanê þêrîn yê dayikê fêrî kurdan bikin, têxistên bi zimanê ev Ole, ango dine islamê pê hatiye xwar wergerandîne ser zimanê kurdî, xaleke din yê bi vê pirsê ve girêdayî, terxankirina koncikâ Feqian e, dema di Hawarê de stonek yan koncikek ji bo pirsên feqehan hatî ye danîn.

V-Dîrok û Erdnîgariya Kurdistan.

Di hejmarên Hawarê de, dîrok û ernîgarî(cografiya) kurdistanê ne hatiye mandila kirin, li ser þerþên kurdî, dîroka Kevin û nû ya kurd û kurdistanê babetên jêhatî hatine weþandin, serpêhatiyên gel, buyer serhidan û gûherînên girêdayî dîroka gelê kurd hatîn e behis kirin, dîsan nexþe, ala û ernîgariya kurdistanê ji bo xwendevanan di gotarên cûr be cûr de hatîne weþandin, heta nexþeya cografî ya zarav(devokên ) kurdî jî hatiye behiskirin, bi kûrtî yanî çû bebet û pirsên girêdayî kurd û kurdayetiyê di Hawarê de hatîne behis kirin ger çi hind mijar yaqn babet kêm hatibin behis kirin yan gotar kêm li ser hatbin belav kirin, ewa girêdayî þert û mercên wî demî bûn yê ku hawar tê de dihate weþandin, ji têkiliyên bi zehmet, kêm hejmariya nivîskaran û heta zehmetiyên post û çapê.

 

VII-Folklor

Di Heijmar 30 ya Hawarê de, Folklor weha hatiye pênaskirin;

“tevayiya Adet, Çîrok û Stranên Milletekî ye. Ev Adet, Çîrok û Stranên ku ji nav xelkî derketin e û di dura nifþan de bi serve ketine û gehiaþtine nifþên nû…..”

Hawarê bi þêweke zanstî û akadîmîk Folklor tesnîf kiri ye weha dabeþ kirî ye;

-Metelok
-Çîrok
-Çîrçîrok(Çîvanok-Efsane)
-Stran
-Pend û Gotinên Mezinan.

Herweha beþê Stranê jî dabeþ kiri ye ji bo:

- Stranên demdirêj
- Stranên demkurt

Li gor tesnîfa û dabeþkirina Stranê, ew jî van þaxan pêkhatî ye:

1-Lawik: Stranên Lîrîkî Evînê
2-Þer: Stranên li ser Þer û cengan
3-Dîlok: Stranên Govend î dîlanan
4-Meqam: Stranên Koçik û Dîwanan
5-Lawije: Lawjok...Stranên Dînî
6-Bêrîte: Bêlîte, Stzranên Þagirdên Dînî
7-Peste: Stranên tevî giran(Sivik!!!) (42).

Ji dervey van hemî mijar û babetan, hawarê pirsa jinê jî, mandila nekir bû, bi hind gotarên Rewþen Bedir-Xan ê pirs û pirsgirêkên, Jina kurd jî dihatin behis kirin, û stoneke tabet bi navê stona Kebaniyan ji bo pisên Jinê hatbû terxan kirin.
Herweha pirsa Zarokan jî bi xûrtî di hejmarên Hawarê de dihatin weþandin çi derheqî edebiyata zarokan be yan jî perwerde û hîn kirina ewan, heta kû prisa reklamên rojnamegerî jî di Hawarê de dihatin belavkirin, û daxweyanî û daxwazname û ragihandinên komele û dibistanên kurdî jî di rûpelên hawarê de cî digirt.

-Kar û xebatên li ser HAWAR ê.

-1-

Birêz Hemreþ Rreþo....Li sala 1976an dest bi xebateke pêþîn ya Hawarê kir hijmarên 24-27an ji nû ve dan çapkirin, lê nivîskar û rojnamevanê hêja Firat Cewrî di namekê de , ya ku ji min re hinartî dibêje, Hemreþ Reþo hijmar1-57an ji nûve dan çapkirin, ya rast ewe ku nemir Hemreþ Reþo, li koçberiyê xizmeteke hêja ya peyvû rewþendîrîya kurdî kirîye, taybet dema weþana kovara Çiya û ji nû ve çapkirina Hhawarê.

-2-

Birêz Mohamed Bekir, ku li welatê Suwêdê dima, ew kurdekî ji kurdên kurdistana rojava(binxetê)bû, çûye Rehmetê, wî komela yekê ya heijmarên Hawarê ji 1-24an girte serxwe, û bi alîkariya kesên weke Mohamad Uzun, Reþîd Simo, Reþo Zîlan, Henefî Çelebî û Ferhad Þakelî karekî rind û jêhatî encam da, wî Plan kirbû ku xebatên xwe yên hawarê di 3 Cildan de çap bike û projeyê xwe bi vî awayî destnîþan kir bû:

Cildê 1: ji hejmar (1-9)
Cildê 2: ji hejmar (10-16)
Cildê 3: ji hejmar (17-23)

-Hêja M. Bekir li sala 1987an Cildê yekê gihande armancê, wî bi þêweke rind û jêhata Komela yekê ya hejmarên hawarê di Cildê 1ê de çapkirin, lê mixabin qederê rê nedayê ew bigiht projeyê xwe yê derbarey Hawarê ku bi dawî bînit, çû rehmetê û xatira dawîyê ji peyva kurdî û ji me hemûyan xwest.

-3-

Li ser xebata Nivîskar û Rojnamevan Firat Cewerî, ya kovara Hawar û Nûdem ê, rehmetî nemir Sebrî Botanî gotinek heye û dibêje;

Celadet bi Hawarê tenûr dada

Cewerî bi Nûdemê, nan pêveda (43).

Xebata vê dawiyê û ya herî jêhatî, derheqî Hawarê hatîye encamdan, xebata Mamosta F. Cewerî ye, dema ku wî bi þêweke gelek baþ hemû hejmarên Hawarê bi þêweke zêrîn çap kirîn û gihandîne berdestên xwendevan û lêkolînvanên peyva kurdî, vê xebata hêja ya Cewerî wekir ku bala her kesî bikevîte ser Kovara Hawarê, ya ku Mîr Celadet û hevkarên wî ew bi þêweke pir zehmet û di rewþeke aloz de çap kirîn û xizmeta peyava kurdî kirîn.

Weke piraniya nivîskarên kurd ev xebata zêrîn ya Mamosta Cewerî dîtî û Pirtukxana Kurdî þa kirî, di du Cildan de ew dayine çapkirin;

Cildê yekê ji hejmar 1-23 ku di navbera salên 1932 û 1933 de hatbûn weþandin

Cildê dûyan ji hejmar 24-57an ku hejmara dawiyê ya Kovara Hawar bû.

Mamosta F. Cewerî karê din yê herî hêja kirî, Tîpguhêziya Hemû hejmarên Hawarê ye, ji rênivîsa aramî bû ya Latînî .
Hawar bi Rênivîsa Latîtîn û ya Aramî dihate nivîsandin, F. Cewerî ew hemû kirine tîpên latînî, daku Kesên bi tîpên Aramî û rênvîsa Aramî nizanin bikarin bi asanî Hawarê bixwînin û lê mêze bikin.

Ev xebatên jorî yên me behis kirîn, weke þakarên xebata derheqî Hawarê tên hesab kirin, ger na bi dehan nivîskarên kurd ji hemû perçeyên kurdistanê ji kurdên li derve, bi xebatû karaên jêhatî rabûne û bi her awayî, gotar, nivîs û lêkolîn li ser kesayetiyên Malbata Bedir-Xaniyan, di pirtûk, kovar û rojnaman de weþandîn e, di vê nivîsê de ciyê wê yekê nake ku em wan hemi navan rêz bikîn û binvîsîn.

Merhele û egerên rawistîna Hawarê

Di hejmarên Hawarê de, bi zelalî nayê xweyakirin kanê ji ber çi egeran Hawar ji weþanê ketî ye û rawistiya ye, bi tenê behsê rawistîna wê dihê kirin. Lê di heijmar 27an de xwediyê Hawarê bi sergotar Sê tarîxên Hawarê behis dike ew jî;

-15 Gulan 1932
-18 Tebaxa 1935an.
-15 Nîsana 1941an

Tarîxa pêþîn: 15 gulana 1932an.

Tê de hatiye nivîsî, û weha hatiye gotin;

Di vê tarîxê de, gazî û hawara kurdan ji dil û devê wan ketine nav xêz û xêzikên çend rupelan û kovareke kurdî anîne pê.Ji kurdan re hawar, hawareke nû , Hawara zanîn û dazanînê za(44).

Mîr Celadet ango bêjîn xwediyê Hawarê, di vê sergotara xwe de, daye zelal kirin ku Hawarê rolekê mezin dîtîye, gelek ronakbîrên welathez, pêgihandîne û wan jî bi rêya xwe kesên din hîn kirîn e, Celadet destê emferiyê li piþta kesên fêrî zimanê xwe bûn e dixe û nefret û leinetan li wan dike yên bi zimanê xwe ne peyvin yan ne nivîsin.

Lê mixabin herdû tarîxên din di vê gotara xwediyê Hawarê de nahên behis kirin, bi tenê li ciyekê din di hejmara 24an de ku li meha Nîsan sala1934an derçûye bi ser gotara Mijde bu lwanî kurd hatiye ku piþtî þeþ mehên qut bûnê va ye li ser pirsa ziman Hawar nivîsên xwe berdewam dike, lê dixweyê ku qutbûna hawarê di nabera hejmara 23ya li 25 Tîrmeha sala1933an heta hejmara 24an li Nîsana sala1934an 8 meh hene neku þeþ meh(45).

Weke din ya zelale ku ji ber pirsên abûrî û siyasî û rewþa þerê cîhanî yê dûyan, navber û qutbûn di weþana Hawarê de, peyda bibûn, ev yek li gor belgeyên di dest de, me li ciyekê din bi pirsa hiþyariya netewayetîya kurdî û hebûna hêzên Ingliz û parastina berjewendiyên wê ve girêda bû.

Bîr û Ramanên çend kesayetî û ronakbîrên Kurd li ser Hawarê

-Ihsan Nûrî Paþa, Qumandarê þoreþa Agirî;

Mîr Celadet, ji karên xwe yên rewþenbîrî, mezintir bû, ew di kar û barên siyasî û þoreþan de jî, þareza bû, lê axxxx…!!!(46).

-Ronakbîrê Kurd Ibrahîm Ahmed;

Hawar weke baþtirîn Xelat û mizgînî bû li destpêka salên 1930an, ji alê Malbata Bedir-Xaniyan ve gihiþtiye Rewþenb





Copyright © www.hezaciwanan.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2005-09-28 (8770 kez okundu)

[ Geri ]
Kakþar Oremar
Kakþar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiði mi?
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevþirmeler Insanlýðýn baþýna beladýr
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Baþûr bê Deng e?
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliði

Son Röportaj
Xemgin Birhat
Xemgin BirhatHeval kavramý birliðin ve dayanýþmanýn sembolüdür

Anket
Avrupadaki Kürt Gençligi`nin sürece iliskin tavri nasil olmali?

Serhildanlar gelistirilmeli,eylemlere hiz vermeli?
Maddi manevi destegi ile Partiye destek vermeli?
HPG saflarina katilim saglamali?
Genclik gücü ile hepsini yapabilmeli?



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 17

CIWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

CÝWANÊN AZAD

TZP-Kurdî

Ferheng

Online Müzik

Medyalar

HALÝL DAÐ

RojaCiwan'da ARA


Kürtce Eðitim

[ 1 | 2 ]
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.135 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.