Sesli Chat

Admin: 0 / 7
Üyeler: 10 / 58104
Ziyaretçiler: 341
Bugün: 2 / Dün: 13

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazýlarý

Yararli Dosyalar
Yardým
Nasýl Resim veya Video eklenir?

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Rêber APO
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Gerila TV

Sponsorlarýmýz
Ciwan

Basýnda RojaCiwan


OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Ubuntu ya Kurdî

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA


BERNAMEYA BEÞA DÎROKÊ


BERNAMEYA BEÞA DÎROKÊ
Destpêk

“Dîrok di roja me de veþartiye, em di despêka dîrokê de”

Dema ku em li dîrokê dinêrin, bi gelemperî em dibînin ku her þaristanî di nav þaþîtiyek wekî ku dîrokê bi xwe dide destpêkirin û sînorkirin de ye. Lê çawa ku tu civakên ebedî; bêrabirdû û dahatû, tunene, her wiha tu civakên homojen û ku ji niþkê ve derketine holê jî tune ne. Dema ku mirov di pêvajoyên perisinî yên azîna pêþveçûna dîyalektîkî de hewl dide ku pêdiviyên xwe yên þirûþtî bi cîh bîne, di heman demê de hîmê þariþtaniyê jî bi vê hewla xwe datîne.

Mirovahî yekemcar bi hêza hilberînî û bi çalakiya hiþmendî ya kedê, li Mezopotamyaya Jorîn derketiye ser dika (sahne) dîrokê. Mirov li hewza Firatê û quntarên Zagros û Torosan yên ku daketine nav deþtan de, bi pêkanîna þoreþa civakbûyînî re; bûye xwediyê çalekiyekî ku di jiyana mirovahiyê de, cihekî pir girîng digire. Û di pêkanina çalakiya mirovahiyê ya herî mezin de cih girtiye. Bi vê çalakiya xwe ya, ku em dikarin bibêjin çalakiya mirovahiyê ya herî girîng e, mirov hem vejîna xwe, hem jî dîroka xwe afirandiye. Ango mirov dema ku xwe afirandiye, di heman demê de dîroka xwe jî afirandiye.

Di roja me de êdî belge tenê bi serê xwe nikarin bûyer û rûdenên (Olgu) dîrokî zelal û eþkere bikin. Ji ber vê pêdiviyê ye ku hindî diçe xebatên bêjeyî yên dîrokî di xebatên dîrokê de giring û bandorker dibin. Em wekî beþa dîrokê vê rêgezê girîng û payeberz dibînin û tevgerîna li gor vê rêgezê, wekî tiþtek pêwist û jênager dibînin. Nemaze jî serobinabûna civakî ya di çawaniya þoreþkerî de û gupenînên di van sih salên dawîn de çêbûyîn, ji bo xebatên me yên pêþnûmaya beþa dîrokê þaxa bêjeyî, pêþdar e. Her wiha em di pêþnûmaya xwe de xebatekî kû dahûrandin û zelalkirina sedsala bist û yekemîn dihewîne, difikirin. Dema em lêgerînekê li ser dîroka ku em wekî çalakiyekî bîra kolektîf û civakî dinirxînin, bikin; pêwîste ku em vê yekê mîna hebûnek civakî bihesibînin. Her wiha têkiliya vê yekê bi dorhêl, bi xweza û bi hev re çewa ye? Ev têkilî, dê çewa û dê di nav kîjan þert û mercan de pêþ bikeve? Ji bo xebatek zanîstî, bi hev re þîrovekirina van mijaran, ji bo encamgirtinê tiþtek jênager e.

ZANÎSTA DÎROK Û METODOLOJIYA WÊ

Nêrîna zanistî ya dîrokê
Em dikarin zanistê bi awayek kurtahî, wekî hemû agahiyên ku mirov hilberî, rêkûpêkirî yên di pêvajoya lêgerîn, têgehiþtin û daxuyandina rasteqînî de rave bikin. Zanistê, bikaranîna daring a ku bi awayek çalak hatî kirin, þêwaz girtiye. Bingeha zanistê bikaranina teknîkê ya ku bi destê mirovên hov bi hezar sal berî nîha hatiye danîn. Her wiha veguhastina wê û derbaskirina wê ya ji bo nifþên nû jî, pêþiyê bi rêya bêjeyê, paþê jî bi riya nivîsê pêk hatiye. Lewre jî raman û siwêranên têkildarî zanistê yên wekî sêhr, ol û felsefe ku ji nav jiyana civakî derketine û çavkaniya xwe ji jiyana civakê digirin, pêk tê.

Mirov ji bo ku bibe xwediyê jiyanek bêmirin û cîhanek bêmirin her tim di nav hewla têkoþîna hebûyînê de bûye û li cîhanek bêmirin geriyaye. Ji ber vê yekê mirov hukumdariya li ser hemû tiþtên ruyê dinê, ji bo xwe wekî bêgaviyek jênager dîtiye.

Mirov dema çavên xwe vekir û li derdora xwe nihêrî, xwe di nav zincîra xwezayî ya hovanî de dît ku hukumdariya li ser wê, wekî boneya hebûna xwe dibîne, xwest ku xweza hilde bin hukumranî û bandora xwe de. Ji bo ku zincîra xweza ya hovane fam bike û derxe holê, kete nav hewl û xebatan. Ji bona ku van tiþtên (xweza) nediyarên ku derdora wî/ê dorpêç kirine fam bike, lêgerîn û lêkolînên ramyarî diviya. Bi vê pêwendiyê mirov ketin nav lêgerînên û lêkolînên ramyarî. Ev lêgerîn ji bo hiþyarbûna mirovan bû gava yekem û giring. Li ser vê bingehê nêzîkî deh hezar salan berî niha, di qada hilberînê de þoreþek mezin û berbiçav çêbû. Vê þoreþê pêþiyê di warê hilberînê de, dû re jî di jiyana mirvan û hemû hebûnên daringî û civakî de, bû sedema gunerandinên þêwazî. Mirovên ku ji bo xwe li derfeta jiyaneke bêmirin û hukumdariya li ser xwezayê digeriyan, bi vê hewlê di heman demê de çalakiya mirovahîyê ya herî girîng û sereke jî, yanî çandinî keþf dikirin.

Zanîsta dîrokê, civaka ku hertim diguherê û di nav bizavek bêrawest de ye, dinirxîne. Her wiha di encama vê nirxandinê de jî bi perspektîfek piralî, hem agahiyên ku di dawiya nirxandinên wê de derketine holê, hem ji tecrûbeyên kesên ku di paþrojê de jiyan e, dide famkirin.

Pergala mirovan, wan neçar dike ku ew roja îro, hem ji bo civak û derdora ku di nav de dijin, hem jî ji bo ku cîhanê fam bikin û hêla guherîna civakê kifþ bikin, bizanibin. Rewþa civakê ya ayîndeyî û mecbûriya zanîna jiyana rojane, zanîna dîrokê ji bo mirovan jênager dike. Di vê rewþê de, pêdiviya zanîna dîrokê derkikeve pêþberî mirovan. Rû bi rû mana bi pirsgirêkek bi vî awayî re, pirsekî wekî “derfeta nirxandina dîrokê ya bi awayek bêalî pêkan e?” derdixe pêþberî dîrokzan. Ji bo ku mirov bikaribe, radeya ku civaka ew di nav de dijî, nirxandina paþerojê û çeþpandina roja îro ya ji hêla paþerojê ve bike, divê rêbazekî objektîf bê bikar anîn û peytantinek objektîf jî tenê bi vî awayî gengaz e. Pêþveçûna zanîstan berî her tiþtî kêþeya rêbazê ye. Ponijîna zanistî li Rojava di sedsala XVll yan de derketiye holê. Pêþiyê zanistên têkildarî xweza derketine.

Dîrok jî wekî zanîstekî, piþtî vê demê çêbûye. Dîrok her çiqas bi awayek rêbazî jî nebe, berî wê demê jê her tim hebûye. Lê belê dîrok ji ber ku zanistek bi hebûna mirovahiyê û heya niha hebûye jî, di sedsala dawîn de wekî zanîstekî hatiye pejirandin. Teþegirtina zanîsta dîrok jî wekî ya zanistên din bûye. Pêþiyê bûyerên derbarê mirov û xweza de hatine çîrokî kirin. Piþt re jî, ji bo ku sûdê ji van çîrokan bigirin, formûl hatine peydakirin. Di encamê de jî dîrok wekî zanîstekê teþe girtiye.

Kesê ku dîrokê çêdike mirov e. Lê mirov vîna xwe ji civaka ku di nav de dijî hildigire. Bêguman civak jî teþeya xwe ji têkiliyên aborî digire. Girêdayî nerîna têkiliyên hilberînê, tevgerên mirovan; fikr û vîna wan ya ku dîrokê çêdike jî diguhere. Heta ku þêwaza hilberîna mirovan neguhere, pêkanînên ku dîroka mirovan çêdikin jî naguherin. Gel heta ku dîroka xwe bi destê xwe nenivîsin, nikarin bibin xwedî jiyanek neteweyî û hebûnek. Ev rewþe di heman demê de ji bo mirovan jî derbasdar e.

Dîrok, hêzên hilbêr yên dîrokî û zagonên objektîf yên civakî ku rehên van girêdayî sedemên civakî û aborî ne, didahurîne.


Metoda lêgerîna dîrokê ya zanistî
Dîrok, di encama tecrubeyên çend merhelayan de giheþtiyê radeya ku niha di nav de ye. Di sedsala XlX yan de dîrok wekî kronolojiya bûyeran dihate zanîn. Cardin di nav heman merhaleyê de komek dîrokzanên ku dîrok wekî rûdanên mutlakî di hesibandin û “wateya di dîrokê de” mîna tiþtek ku di nav dîrokê de veþartî û ji xwe kifþ dibe difikirî. Ev nêzîktêdayînên ku tu deman li ser bingehek rasteqîn û zanîstî ne rûniþtîn, di dawiya sedsalê de, mijara dîrokê û dîrokzan kirine dabaþa nîqaþan û ev ferasete di bingehê de hatiye lêpirsandin. Girêdayî vê lêpirsînê derketiye holê ku “wateya di dîrokê de” dê bi felsefeya dîrokê ve bê famkirin û dê di navbera rûdan û dîrokzan de têkiliyek diyalektîkî bê sazkirin û ku niha heta radeyekê saz bûye.

Bi gelemperî di nav dîrokzanan de tê pejirandin ku divê ji bo ku bûyerek bê nivîsîn, pêjîste demek dirêj di ser de derbaz bibe. Ku ev rêbaz li ber çavan neyê girtin û bûyer di demek kin de bê nivîsîn, ev dîrok nivîsîn dê gelek çewtiyan di hundirê xwe de bihewîne. Em jî vê rêpîvanê ji xwe re wekî rêgezekê dipejirînin. Boneya vê rêgezê wekî derneketina emcam û bandorên bûyerê yên di dema kin, asayî û dirjê de derneketîne holê û kesên ku bûyer bi hemû hêlan ve jiyane, hêj dijîn, tê niþandiyîn. Eme bawer dikin ku dîrokek di vê rewþê de û li gor van rêbazan bê nivîsîn; dê alîgir, subjektîf, pêþdarazî bibe û nemaze jî dê bandorek neyînî li ser dîroka ku di dema kinde bê nivîsîn, bike.

Cardin em dikarin bêjin ku dîrokzanên xwediyê þîroveyên dîrokî yên cihê, dema ku xwe ji atmosfera ramana serdema ku tê de dijîn xelas neke; nikare xwe ji subjektîvîzmê jî xelas bike.

Rûdanek din a ku divê dîrokzan girîngiyê bidê, hilbijêrîtî; tayînkirina cih û girîngiya bûyerê û kifþkirina wê ye.

Dibe ku gelek foktor li ser girîngiya bûyerekê bandorê bikin. Lê krîtera ku wekî rêbaz bê pejirandin; radeya bandorkirina wê bûyerê ya li ser dorhêlên ku hildene nav xwe de ye. Ango bûyerek çiqas zêde kes û dorhêla xwe bandor bike, girîngiya wê bûyerê jî ew qas zêde ye. Dîrakozan kesê ku li ser paþeroja civakan bûyî bispor û li ser civakan hûrbûyî nîne. Di encamê de em dikarin dîrokzan wekî kesê ku dikeve nav jiyana mirovan, hêstên van fam dike, li ser ramanên wan bandorekê dike û tiþtê ku nirxekê dide jiyana wan peyda dike ye.

Tiþta ku rast, rûdanî û zanîstî ew e ku dîroka ji despêka jiyanê û heya niha li gorî taybetmendî, cih û merhaleyên civakên ku gloverkek dîroka mirovahiyêne, bên kifþkirin û nirxandin. Em bawer dikin, xebatek ku li gorî rêbaz û zangonên diyalektîkî bê kirin, dê rêbaza herî zanîstî û encamdêr ya dest xistina rûdanî derbixe holê.

Tiþta ku me bi îdîa dike, ji dûr rawestîna fereseta nijadperestî, hiþke neteweyîtî, îdealîst, teolojîk û þopandina rêbaza zanistî ya li gor zangon û esasên dîyalektîkiye.


Mijara Dîrokê
Dabeþkirina serdemên dîrokê ya li gorî pêþveçûn û guherênên dîrokî ya bi awayekî zanîstî û têkildarî krîterên siyasî, civakî û aborî nêzîktêdayîna herî baþ û zanîstî ye. Dîrok dema ji derketina belgeyên dîrokê û heta roja me dinirxîne û lêgerînê li ser dike. Dema ku belgeyên wê yên niviskî tune ne, wekî “dema berî dîrokê” tê ravekirin.

Maweya ku zanista dîrokê xebatan li ser dike, lêdikole û dinirxîne yekperketiyekê nîþan dide. Her wiha ew dem ji gavên, ji hev cihê pêk nayê. Ew dem bi hev re girêdayi û herikbar e. Maweya ku dibe mijara dîrokê “maweya pêþveçûnê ye.” Beþa mijara dîrokê li ser lêkolînê dike, wargehên Mezopotamya û Misriyê ye. Ji ber ku belgeyên dîrokî yên yekem û herî kevin li van deran derketine ku heta roja me jî ronî dikin. Wekî hemû zanistan, zanista dîrokê jî ji bo ku serdeman an jî mijarên ku li ser xebatê dike, baþtir bên zanîn û hêsantir be, li gorî pêvajoyan dabeþ dike. Ev beþ li gorî mijaran ji bo ku ji aliyê bisporan ve baþtirîn bê nirxandin tê azînekirin. Dabeþkirina dîrokê ya li gorî mijaran, em dikarin wekî dîroka xweza, dîroka ramanî, dîroka dadî, dîroka ramyarî, dîroka felsefê, dîroka hunerê, dîroka zanîstê û gelek cureyên din , an jî þaxên din yên dîrokê binav bike.

Ji bo peytandin, pêþveçûn û guherînên civakî, bikaranîna pîvanên aborî, civakî û ramyarî helwesteke girîng û zanistî ye. Dîrok xebat û lêkolînên xwe li ser maweya ku belgeyên dîrokî derketine holê û heta roja me derbazbûyî dike. Maweya ku di der barê wê de belgeyên dîrokî tune ne jî wekî “Demên berî dîrokê” an jî pêþdîrok tên ravekirin. Em îro pêþberî alavên ku pêncî hezar sal berî niha ji alyê mirovan ve hatine çêkirin, tên. Em dikarin çanda mirovan ya ku berî demên dîrokî, bi alîkariya arkeolojiyê dahurînin û derxin holê. Her wiha mirov dikare, bi riya belgeyên bênivîs jî çêbûn, pêþveçûn û têgiheþtina hunerî zelal bike û derbixe holê. Lê belê miro nikare teþeya bûyerên dîrokî yên ji encama jiyana mirovan derketine, bi awayekî sosya-polîtîk lêkolîn bike an jî bizanibe. Nirxandina belgeyên bi vî awayî bi temamî girêdayî þîrovekirina lêkolîner e. Belgeyên nivîskî û bênivîs yên ku di encama jiyana civakî de derketine, tev de çavkaniyên dîrokê pêk tînin. Lê di dema lêkolênên dîrokî de hin caran belgeyên nivîskî têra nakin. Wekî mînak, di serdemên koledarî û feodalîtiyê de nivîs tenê ji hêla hêzên serdest ve dihate bikaranîn.

Em dikarin daneyên dîrokî wekî nûçeyên bêjeyî, destan, serpêhatî, efsane, pêkenok, menkîbe, peyvên watedar (biwêj) nûçeyên nivîskî, bîranîn, têbiniyên geþtiyarî, bîrdar, dûndeh (soyaðaci), salane, kronîk, jînenîgarî û rojname rave bikin.

Cardin em dikarin belgeyên nivîskî wekî wêne, sûret ku nûçeyên xêzkirî ne û paþmayên bi xwe mayîn, paþmayên termê mirovan, paþmayên navên cih û warana, paþmayên rê û dirbî, paþmayên nûmîsmatîkî, paþmayên folklorîk, paþmayên hunerî, zanîstî û çandînî, berhemên wêjeyî, abîde, paþmayên dîplomatîk û gelek cureyên din destnîþan bikin.


Têkîliya dîrokê ya bi zanîstên din re
Dîrok zanîstek wisa ye ku hemû zanîstan, bi wan dide zanîn. Ji bo famkirin û famdarkirina dîrokê, derxistina wê ya holê ya têkiliyên di navbera kevn û nû de, gelek þaxên zanistê, zanista dîrok ravekirine. Çawa, ji wêjeyê bigire heta sosyolojiyê, antropolojiyê, arkeolojiyê, zimanzanî, cografya (erdnîgarî) ednezyarî, mîmarî, felsefe, huner û gelek zanistên din, ji dîrokê sûdê werdigirin; dîrok jî bi heman awayî encamên van zanistan bi zanînî, di lêkolînên xwe de bikar tîne.

Etnografya ji ber ku zanîsteke mirovî ya li ser qewmên dîrokî yên serdema tarîtî, lêkolîn û lêgerînê dike ye, ji bo zanista dîrok girîng e û ji ber vê yekê jî têkiliyek xurt di navbera wan de heye.
Destxistina têgiheþtinek hunerî, bi dîroka hunerê re gengaz e. Ji bo famkirina paþmayiyên çewaniyên hunerî di hemû xebatên ku tên kirin de, tiþta ku derfeta pêþveçûnê dide hunermend, daneheva dîrokî ye.

Dîrokzanê ku agahiyên civaknasiyê fam nekiribe û xebatên dîrokî bike, ji ber ku dê nekaribe bingeha bûyerên dîrokî yên civakî eþkere bike, dê xebatên wî jî zanistiyê dûr bin. Arkeolojî hem ji bo serdemên dîrokî, hem jî ji bo yên pêþdîrokî çavkaniyek pir girîng e. Ji ber ku arkeolojî demên bênivîs û paþeroja mirovahiyê re mijûl dibe. Her wiha civaknasî, felsefe, dad û zanistê girêdayî wê, aborî jî, ji dîrokê sûdê werdigirin. Em bawer dikin ku di nêrîna têkiliyên di nav zansîtan de, zanista ji bo dirokê herî girîng arkeolojî ye. Ji ber ku arkeolojî demên dîrokê yên herî tarî, bêyî ku belgeyek hebe dikare derxe holê.

Têkilîraçandina di nav duh û îro de, bi pêkanîna têkilîraçandina di navbera zanista arkeolojî û civaknasi û girseyan re pêkan e. Ji ber vê yekê arkeolojî ji bo ku civak ji van agahiyan sûdê werbigire û ev agahî tenê ji aliyê zanyaran ve û di akademiyan de nemîne; civak, bondora duh ya li ser îro bibîne, arkeolojî paþeroj û dîroka mirovahiyê ya herî kevin re mijûl dibe.

Niqaþên di paþerojê de çêbûyîn, dê hêjî bidomin. Ango dê siwêranên nû, rastiyên hatine veþartin, destik (kanit), tiþtên biqestî nehatine dîtin, tiþtên nehatine gotin, tiþtên dê nû ve ji bin axê derkevin, fikrên bi gelemperî hatine pejirandin, dê ji aliyê þaxên nû yên zanistê ve bên derxistin û dîtin.

Ji ber ku li ser þaristaniyên kevn lêkkolînê dikin, arkeolojî û dîroka hunerî ji bo zanista dîrokê pir payeberz û girîng in. Arkeolojî ji aliyê bikaranîn û rêbaza teknîkê ve zanistek ji dîrokê cihê ye. Lê bi mebestî ji ber ku daneyên pêþkêþî dîrokê dike, li gorî zanistên din pir nêzîkî dîrokê ye. Bi kurtahî dîrokeke bê arkeolojî, nemaze jî ji bo serdemên berê bêderfet e.

DI CIVAKÊ DE ROLA DÎROKÊ

Jin û Dirok
Di afirandina dîrokê de rola bingehîn du cîns dilîzin. Mixabin em dibînin ku, dirokê bêhtir neheqî li cînsekî kiriye.Dema em kirinên jinê û rewþa jinê mêzebikin; em ê bibînin ku jinê ji xeyrî domandina nifþê insan û hêztirkirina erka mêran rola xwe neleyistiye. Lê li Rojhilata Navîn, Mezopotamya û Anatoliyayê ku þaristanî li wan deran hilhatiye, mêrî ku dîrok bi destê xwe nivîsiye, rewþa jinê ya herî kevnar jî xerabtir kiriye.

Beriya xwedêyan xwedawend hebûn. Jin, pêþiya dema paleolitikê û dema neolîtîkê wekî dema þoreþ û evrîmê tê binavkirin de, li aliyê hilberîna çandinî, berhevkirinî, derbazbûna jiyana têkûz û niþtecihiyê de xwedî roleke mezin bû. Birastî jî em nikarin tomaran rasterast delîl nîþan bidin. Lê em dikarin, bi þîroveya awayî jiyana wan, mîmarîya wan, wêneyên dîwaran, awayê xebatên wan, van encaman jêderxînin, jin wê demê wekî hêz dihat dîtin. Ji ber ku jiyan rasterast girêdayî hilberîna çandinî bû, di hilberînê de rola jinê jî berbiçav bû û jin zayinker(doðurgan) bû. Jin di jiyana civakî de ,di qebîlê de xwedî biryar bû. Hetta em îro peykerên xwedawendên dayîk binêrin, emê bibînin ku jin piroz dihate qebûlkirin. Dema jinê hêza xwe hêdî hêdî windakir, bi feraseta hikmê mêr dîroka nivîskî destpê kir û heya iro jî bi vî awayi dom kir. Êdî, xwedawenda dayîk tune bû; xwedayê herî mezin hebû. Diviya bu ku hemû xwedavend, li hemberî xwedayê mezin serê xwe bitewandina.

Ji bo jinê hemû cureyên erkê, hemû desthilatdariyên ku li gorî têkiliyên mirovan, çand, nijad, ziman, ol, hilberîna çandinî û jînenîgariyê teþeyên cuda hildide ser xwe û di yek erkê de tê cem hev: erk û desthilatiya mêr de. Mêr, jinê jî mîna xwezayî kiriye bin bandora xwe de, xistiye rewþa bikaranîna li gorî berjewendiyên xwe. Bê îrade hiþtiye.

Jin dema dîrokê ji feraseta mêr rizgar bike, demên dirokê de mantiqê mêr ku di hemû deman de desthilatiya mêr berbiçav e, hiyerarþiya zayendan hilweþîne, þêwazeki jiyanê ku bi xwezayê re di nav ahengêde be, têkiliyên civakî û zayendî lêbikole, biafirîne hingê dê hesaba dîrokê bigire û vê rewþê xelas bibe. Dîsa jin, lêkolînên berfireh li ser dîrokê bike, gelek bûyer û þexsên girîng ên hatine jibîrkirin derbixe holê û ji niha û pê de di nivîsandina dîrokê de rola xwe ya esas hilgire ser milê xwe, dê ew yeka ku dîrokê bigihijîne hev pêk bîne.

Di vê gihîþtinê de berpirsiyariya bingehîn li ser milê jinên mezopotamyayê ye. Wekî tê zanîn ev der ji serdema neolîtikê ve heta niha jêderka perisîna civakî û çavkaniya þaristaniyê bûye.

Ev peywir û berpirsiyarî nemaze dikeve ser milê jina kurd. Dibe ku jina, di serî de dîrokê ji nû ve niqaþ bike û dayine cihê vê yê rasteqîn, dê jina kurd bibe. Dema jina kurd, hem ji aliyê çand, ziman û dîroka gelê xwe, hem jî ji aliyê zayenda xwe ve li ser dîrokê bikole û tomar bike, dê ji bo jinên têkoþer bibe mînak û modelek giring, dê ji bo azadiya jinê hêzê xurtir bike.

Ji bo vê yekê, wek beþa dîrokê berpirsiyariya me ev e: divê em saziyek wisa biafirînin ku ev sazî, ji bavsalariyê bibuhure û jêbipirse, ya nû û ya kevn niqaþ bike, lêbikole û danehewên hatî bidestxistin ji pêþerojê re bihêle. Dema em xebatên bi vî rengî pêk bînin, em difikirin ku, ji bo diroka jinê projeyên nû derxînin holê. Ev xebate dê hem di bin banê beþa dirokê de hem jî bi hevkariya saziyên jinê yên dirokê ve pêk werin.


Hawirnasî (Ekolojî) û Dîrok
Diroka mirovahiyê parçeyekî ji dîroka ser rûyê dinyayê ye, heta parçeya herî girîng a serûyê dinyayê diguherîne ye. însan ji bo ku jiyana xwe bidomîne, xweza û havirdora xwe guhertiye, hilberîna çandinî keþf kiriye û bi derbasbûna jiyana niþtecihiyê re jî bi îcadên teknîkî; havirdor, jînenigarî û hewsenga xwe dest bi xerakirinê kiriye. Pêþiyê bi awayekî hoveberkî êrîþî xwezayê kiriye, kirdeyên xwezayê guhertiye ango tune kiriye. Paþê hêdî hêdî ceribandiye ku bêyî tune kirina kirdeyên xwezayê jî dikare jiyana xwe bidomîne û hewldaye ku zerarê nede xwezayê. Herçiqas, Însan bi mebesta zerarê nede xwezayê hewl dabe jî xwesteka wî ya bingehîn domandina nifþê wî bûye. Dîsa herçiqas xwestek domandina nifþê însan û jiyana civakî be jî ,ev yek ji feraseta serdestiya bavsalariyê tê, mina fikra ku divê jin, xweza û civak di bin hikmê mêr de be ye.

Ýnsan fêr bûye ku domandina xwezayê, tunekirina vê çêtir e. Cardin dema mirov, li dîrokê mêze bike, vê yekê tevlêkirinek li pêþveçûna hilberînî kiriye.Vê rewþê pêþveçûna teknîk, ticaret û hilberîna çandinî bi xwe re aniye û êdî însan ji bo heywan, ax, jînenîgarî û rûberka riwekî (bitki ortusu) bergiriyên parastinî pêk aniye. Însan bêgav ma bû ku hem jiyana xwe bidomîne hem jî sûdê ji xwezayê wergire. Ji bo modelên civakî bêgavbûne ku, ev modelan, hem di navbera gund û bajaran de hem jî di navbera havirnasî û teknolojiyê de hewsengeki biafirînin. Cardin têkûzkirina niþtecihiya li gorî zerengiya xweza, ji bo hewsengiya ekolojîk pir girîng e. Ahengiya mirov ya bi cîhana xwezayî re û girêdayî vê yekê jî çareseriyên civakî yên li ser vê bingehê, êdî jênager in.

Bingeha jiyana însan dinya ye. Ger erdgilora ku insan jiyana xwe li ser didomîne serobino bibe, bingeha jiyana înasan jî dê serobino bibe. Bi vê hiþmendiyê famkirina dîrokê tê vê wateyê ku, ger dîroka dinyayê bidawî bibe, dê dîroka mirovahiyê jî bidawî bibe.


Dirok, Jînenîgarî, Gel û Çand
Ew axa ku em li ser dijîn, yanê Anatoliya û Mezopotamya, ji bo çandên ku hatine avakirin, ji bo þaristanî, gel û dewletan axa herî dewlemend e. Dibe ji ber vê yekê ye ku ev ax, xala destpêka keþifkirina þaristanî û çandan e. Dîroka vê herêmê heya serdema paleolîtîkî diçe û serdema þoreþê ango serdema neolîtîk li vê herêmê jiyaye. Ji ber vê ev ax, ji bo dîroka dinyayê pir girîng e.

Herçiqas bi awayekî îronîk em dibînin ku mîna girîngiya vê herêmê xwedî lê nehatiye derketin jî, ev yek, berpirsiyariyekî giran datîne li ser milên zanyarên dîrokê û zanista dîrokê. Ji ber ku çand û þaristaniyên bi hezar salan bandorê li hew dikin û di nav dan û standinê de ne.

Mixabin hin çand, þaristanî, gel û dewlet herdem di bin gefên dewletên serdest , gel û mêtingerên desthilat de nin. Li ser vê erdîgariyê çand, þaristanî, gel û dewletên serdest, tecrûbeyên din xistine bin bandora xwe, manûpîle kirine. Û heta xwestine wan tune bikin. Qaþo ji bo ola îslamê bi feraseta mêtingeriya Osmanî tecrûbe û mîratên wan hilweþandine. Wekî mînak, hin caran dêr hilweþandine, þûna wan mizgef avakirine. Dîroknûsa rasteqîn, dê nêrîna me ya li ser çandan zelal bike, de pêkbîne ku em tecrûbeyên gelan nexin bin hikmê serdestan, em dîroka xwe baþ bikolin, danûstandina çandan baþ rave bikin.

Li ser vê erdnîgariyê ku ji Sûmemriyan ve gelek þaristaniyan li ser jiyaye û heya niha jî gelek gel cem hev dijîn, teqez divê dîrokekî dijî nijadperstiyê bê afirandin û jiyandin. Divê çarenûsa vê axê yek gel nebe. Ger yek gel be, hîngê hemû gel dê ji dîroka xwe dûr bikevin. Ev dîrok heya Sûmeriyan jî biçe, dê dîrokekî nivîþka be, ji hev veqetiyayî be. Hûn lê binêrin, hûnê bibînin ku tirk, kurd, laz, ermenî, rom, çerkez, gurcî, arnawud, suryanî, terekeme azerî, êzîdî ku bi sedan sal in li ser heman erdnîgariyê jiyane, niha dûrî dîroka xwe mane û tu hewldanên wan tunin ku çanda xwe bikolin û bidin jiyandin.

Halbûkî, em ji sûmer, babîl, asûr, hîtît, med, ûrartu, roma, bîzans û osmaniyan binêrin, ku li ser axa Anatoliya û Mezopotamyayê jiyane, bêhtir xwediyê mîratekî dîrokî ne. Pêwiste, tecrûbe, hilberîn û dîroka ev gel û neteweyên me li jor behs kirî bi awayekî objektîf werin kolandin. Derkeve holê. Dema ev feraset û nivîsandina dîrokê pêk bê û dîsa dema nivîsandina dîrokê ji bîrdoziya mêtingerî rizgar bibe, hingê dê heqên gel û neteweyên îroyî were cih. Bi vî awayî nêzikbûyîna dîrokê tê manaya wekhevî û peywendiya azad ya li ser vê axê.


Di perwerdehî û fêrkirinê de rola dîrokê
Însan, bi fêrbûna dîrokê re hêza ramana zanistî qezenc dike û ji xwe bawer dibe. Di perwerdehiyê de kilîta zanînê di hiþmendiya dîrokê de veþartdiye. Bi rastî jî hiþmendiya dîrokê ji fêrkirina pêvajoya guherînê ya civakê pêk tê. Kesê/î guherînên civakê bi ferasetekî zanîstî fêr bibe, dikare êdî têkiliya xweza û civakê jî bi awayekî dîalektîk fam bike.

Her civak, di bingeha xwe de encama pêþveçûnên dîrokî ye. Çareseriya pirsgirekên civakî û neteweyî di nav rewþa wan ya dîrokî de derbas dibe.

Kîjan gel an jî civakê derxistibe bila derxistibe, ev tecrûbe û pêþveçûnên bi mebestekî yên hemû gelane bê qebûlkirin û famkirin, dê însan hiþmendiya dîrokê qezenc bike. Ev yek jî dê însan bibe þariþtaniya mirovahiyê.

Dîrok birasterast, azîneya nêrîna dinyayê ye. Û dîrok ji bo qezenckirina firka rexneyî, lêkolîn, darizandin û þêwirmendiyê navgina herî girîng e.


DÎROKA KURDAN

Nêrîna li Dîroka Kurdan
Dîroka kurd wekî hilberîna di encama çanda þoreþa neolîtîk ya ku l2 hezar sal berî zayînê ya li dahmen rêze çiyayên Zaxros û Torosan derketiye holê, teþe girtiye. Li gorî daneyên ku di encama xebat û lêkolînên zanistî de derketine tê xuyabûn û çeþpandin ku kurd berî zayînê jî li van wargehan jiyane. Kurd, ji kakila gelên ku serdema neolîtîk afirandine ne. Kurd di serî de di teþegirtina çanda þaristaniya sumeran û gelek þaristaniyên din yên ku bingeha mirovahiyê danîne de, rolek pir giring girtine. Zêdetirî vê yekê, di vejîn û hatina van þaristaniyan ya heta roja me de jî xwedî cihekî mezin in. Dema ku mîmarî, þêwaz û awayê jiyana kurdan ya civakî baþ bê dahurandin, hêngê dê derkeve holê ku hêj jî bermayên neolîtîkî di hundirê xwe de dihewîne. Bi vê pêwendiyê ger ku em kurdan wekî gel û cavakek girîng yê çanda þaristaniya arî bibînin, hingê em ê bikaribin vê rewþê bi awayek bisporî biþopînin.

Em dikarin bêjin kurd gelekî ji gelên ku di destpêka avakirina þaristaniya sumeran de cih girtiye û di vê pêvajoyê de rolekî sereke hildaye ser milê xwe ye. Di serdemên pêþiyê de dîroka kurdan ji komên serbixwe, dewletokên mîna Gutî Elam, Hûrrî, Mîtanî, Lol û Kasîtan û dewlet û konfederasyonên wekî Ûrartû û Medan pêk tê. Piþtî hilweþîna dewleta Medan û vir ve axa kurdan di navbera dewletên wekî Roma, artêþên Îskender, Pers û piþt re jî Sasaniyanan de bûye cihê þer û gengeþiyan. Kurd, li hemberî dagirkerî û êriþên ku rewþek domdar girtin, bi çanda xwe ya dewlemend û kevn, rawetîne û wekî eþîrên serbixwe hebûna xwe berdewam kirine. Kurdan her wiha ola Zerdeþtî jî hebandine û bûne parêzvanên wê.

Ola îslamiyetê ku li ser erdnîgariya ereban derketiye holê û ji wir belav bûye, bi awayek zordarî bi kurdan dayîne pejirandin. Di van þerên ku di bin navê ûmetiya îslamiyê û nijadpestiya ereban de bi salan domiya ye; bi dehan caran kurd hatine qetilkirin. Serhildanên gel ji hêla dewletên dagirker û xwînmêj ve bi awayek hovane hatine têkbirin. Ola gelê kurd Zerduþtî ji holê hatîye rakirin. Û di bin navê qemiyetiyetiyê de bi hezaran kurd hatin kuþtin. Ola îslamiyetê bi taybetî ji hêla gelên ereb, fars û tirkan ve wekî alavekî nijadperestî, zor û zextê hatiye bikiranîn.

Kurdan bi þerê Melazgirtê ve deriyên Anatoliyê ji tirkan re vekirin. Bi vê bûyerê kurd, bûne sedema despêkirin û vebûna serdemek nû ku heta roja me jî didome. Di vê maweyê de kurd bi rêya dewletokên Mervanî û mîretiyên serbixwe, xwedî li çanda xwe derketine. Di dema Osmaniyan de kurda wekî otonomî û mîrektiyên nîv-serbixwe girêdayî Osmaniyan mane.

Di dema þerê yekemîn yê cînanê de ku ji hêla dewlet û hêzên emperyalîst û kapîtalîst ve hatibû destpêkirin de dewleta Osmaniyan têk çû. Di encama vî þerî de axa gelê ereb hate parvekirin. Girêdayî vê yekê axa Kurdistanê di nav dewletên wekî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê de, hate dabeþkirin. Kurdên ku di dema avakirina komarê de cih girtin û rolek girîn û serek hildabûn ser milê xwe; piþtî avakirina komorê hatin jibîrkirin û ji aliyê dewletê ve hatine biþaftin û bi zilm zext û zoriyê re rû bi rû mane. Kurd bi serhildan û berxwedanên wekî Koçgirî, Þêx Seîd, Agirî, Dêrsim û bi gelek serhildanên din li dijî vê rewþê derketine. Van serhildanên ku encama wan têkçû bû neçareseriya kêþeya kûrtir bû.

Li deverên din yên Kurdistanê jî rewþ cihê nebû. Li Baþûrê Kurdistanê li hember polîtîkaya erebikirinê, bi taybetî tevgerên Mahmûd Berzencî û Barzanî serî hildane. Her wiha her çiqas temenkin be jî li Rohilatê Kurdistanê, di sala 1945 an de Komara Mahabadê avabûye.

Dema ku em li dîroka kurdan dinêrin, bi exlebî derdikeve holê ku gelê kurd di 200 salên dawîn de nekariye wekî dewleteke serbixwe xwe organîze bike. Ji serhildanan tu encam negirtiye; hindî çûye ji hêz ketiye û maye di bin zilm, xedr û zordariya gelên ereb, fars û tirkan de. Di nav sîstemên van dewletan de nebûye xwedî roleke girîng û ji aliyê van dewletan ve bi înkar û tunekirinê re rû bi rû maye. Li gorî van hemû neyîniyan her tim têkoþiye û di çarêka sedsala me de li her çara aliyên Kurdistan têkoþînek daye destpêkirin û di têkoþîna xwe de, xwe ji nû ve vejandiye, gelek destkeftinên berbiçav dest xistine. Kurd, bi taybetî ji salên 1970 an vir ve li ser bingehek hemdem bi rêk bûn û têkoþîyan. Em dibînin ku bi vekirina vê rûpela nû ve kurdan di dîroka xwe de piþtî Medan cara yekem þansê azadiyê qefaltine.


Di nav dîroka mirovahiyê de cihê dîroka kurdan
Bav û kalên kurdan, bi destpêkirina çînîbûyîn, dewletbûyîn û ligel vê yekî pêþveçûna têgiheþtina mantelîteya zilamî bi serxwebûnek rolatîf û mentalîteya xweparastinê, xwe sipartine çiyan. Bi sedema ku erdnîgariya wan her tim bi dagirkeriyê ve rû bi rû maye; kurdên kirdeya dîrokê bûne biresera dîrokê. Nivîsandina dîrokê ya ku ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsandin, neteweyek bi hemû nirxên xwe ve dabeþ û înkar kiriye. Heta ev rewþ ji bilî neteweya kurd ji bo gelek neteweyên li Rojhilata Navîn jiyane jî derbasbare. Girêdayî vê yekê derketina holê ya dîroka kurd a bi awayek zanistî, dê bi xwe re zelalbûna dîrokên gelek neteweyên din û dîroka mirovahiyê jî bîne. Bi vê pêwendiyê em bi bawerin nivîsîna dîroka kurd a li ser bingehek zanistî; dê rewþa dîroknivîsîna ku ji hêla serdestan ve hatiye nivîsîn a alîgir bi awayek baþ û zelaltir rayêxe berk çavan. Nêzîktêdayinek bi vî rengî dê bibe boneya rastnivîsîna dîroka kurd û gelek netweyên bi kurdan re jiyane. Cardin em dibînin ku zanist û teknolojî bi awayek pir xurt pêþ dikeve û ev jî dibe sedema rabûna sînorên di nav neteweyan de. Ji ber vê jî çand, ziman û ol derfeta pêþveçûnek bêsînor bi dest dixin. Bi vê fîrûzê em dibêjin; zelal û ronîbûna gelekî ku 14 hezar sal þahidiya dîrokê kiriye, dê van pêþveçûnan jî biratî û wekheviya gelan xurtir bike. Li gorî pêdiviya van þert û mercan, pêdiviya jiyana gelan ya bi hev re ku li ser bingehek wekhev û demokratîk.

Her wiha di vê gel, dîrok, çand û zamanê hev bipejirînin û bi vê rêgezê piþtgiriya hev bikin da ku bikaribin van çand, dîrok û zamanên hêmanê dîrokê bidin jiyandin û pêþ ve bibin. Ger em dîrokê wekî alavekî ku gelan dijiyine û radigehîne pêþerojê bihesibînin; hingê ronîkirin û zelalkirina dîroka kurd, dê li dijî zext, zor, îmha û înkara ku bi salan e li ser kurdan tê meþandin re bibe bersivek zanistî. Xebatek bi vî awayî ji bo biratiya gelan ya li ser bingehek wekhev û azad jênager e.


Pirsgirêkên di nêziktêdayina rûdana kurd de
Tiþta ku dîrokê dike dîrok, hilberîna bi hiþmendî ya ku di bingeha wê de azînên pêþveçûn, guherîn û vîna ku di van pêvajoyan de cih girtiye ye. Civak di vê pêvajoyê de wekî hêza serekeke û vînî ye. Ev hêza vînî mîna kirdeya civakî bi çêkirina dîrokê re xwe jî diafirîne. Kalikên kurdan di dema derketina pêvajoyên guherîn, pêþveçûn û belavbûna van de cihek girîng girtine. Bi derketina þaristaniya de jî xwedî hewldanek pir girîng in. Dema ku ev rewþ bi vî awayî li ber çavan bêgirtin, hingê dê were dîtin ku dîroka kurdan û derketina þaristaniyan di heman demê de çêbûye. Lê mixabin piraniya þîroveyên li ser dîroka kurdan tên kirin, em dibînin ku dûrî zanistê ne. Bi vî awayî gelek ku di despêka dîrokê de cih girtiye, ji nav dîrokê hatiye vederkirin. Derketina encamên zanistî, dê bi xebazên zanistî pêkan bibe. Ji ber vê yekê xebatên ku li ser dîrokê tên kirin, bigihên bingehên zanistî; Beþa Dîrokê dê bixebite û dê vê yekê wekî peywirek serek dêne pêþiya xwe. Em bibawer in ku dema em bi vê nêrînê li dîrokê binêrin, hingê cih û taybetiya dîroka kurdan ya ku di nav dîroka mirovahiyê de dê baþtir bê zanîn. Çalakiya dîroka mirovahiyê ya herî mezin; derketina mirovahiyê ya li ser dîka dîrokê ya bi çalakiya heþmendî ya kedê û hilberînî ye. Hemû miro bi awayê komên piçûk yên wekî hev de dijiyan. Van koman jiyana xwe bi berhevkarî û niqîrvaniyê didomand. Di dema neolîtîk ya di serdema prehistoryayê de di nav çand û zimanan de, hêdî hêdî cudatî çêbûn. Ji ber vê yekê mirov nikare ku di vê radeyê de civakekî ji civakekî din bi nirxtir bigire. Civaka ku di serdema neolîtîk de cih girtiye, ku ev yek jî tê wateya bingeh-avêtina mirovatiyê. Bêguman divê em çavek binirx li civakê binêrin. Serdema neolîtîk, li hîlala zêrîn derketiye holê, li vê derê pêþveçûye, xurtbûye û ji vir li hemû cîhanê belav bûye.

Dema mirov, li dîrokê mêze dike mirov dibîne ku ji despêka dîrokê heya niha li vê wergehê li vê axê jiyane. Ev wargeh ji xwe re wekî welat pejirandine. Bi awayekî zelal derdikeve holê ku li wir gelê kurd diafirandina vê pêþveçûna serdema neolîtîk de xwedî roleke pir girîng e. Ev yek jî nîþan dide ku gelê kurd ji wan gelên ku serdema neolîtîk afirandine, ji yên herî kevn yek e. Ji ber ku krîtêr û taybetiyên neolotîk tê zanîn rawekirina kal û dapîrên kurdan jî hêsantir dibe. Ji bo gelê kurd, cihgirtina di nav gelên kevnare de, taybetiyek pir binirx û mezin e. Encamên vê rewþê jî dergûþiya mirovahiyê ye. Zanîna serdema neolîtîk dê li ser ronîkirana dîroka kurdan, ya ku di encama þer û gengeþiyan rolekî kîfþker bilîze. Emê bi çirûskên ku ji destpêka dîrokê heta niha hatine bikaribin derfeta derxistina agahiyên çardeh hezar sal berî niha, yên dîroka mirovahiyê û dîroka gelê kurd bidest bixin û bi vê yekê re bikaribin bersiva pirsa “divê dîrok ji ku derê despê bike?” bi avakirina pira dialogê ya di destpêka dîrokê de û hata roja me bidin. Civakên ku rêgezên objektîfî yên civakiyê dîalektîkî, yên guherîn û veguherînê, famkirin, dahûrandin, di nav dîrokê de cihê xwe digirin. Lê, civakên, ev þert û merc û dahûrandinên civakî bicih neanîbin; an li hemberî civakên serdest û dagirker qada dîrokê diterîkînin; an jî dibin fîguranek dîrokê, yanê mîna kurdan di despêka dîrokê de dimînin û xwe ji çanda serdema neolîtîkî xelas nakin. Di nav vê çandê de niqo dibin. Her wiha gelê kurd bi vî awayî bûye fîguranek dîrokê. Xwe di despêka dîrokê de, bi çanda neolîtîk sînorkiriye. Ji ber vê rewþê em dizanin ku lêgerîn, lêkolîn, eþkerekrin, belgekirin û afirandina civakî ya dîrokê ku di nav civakê de bê erêkirin û pejirandin tiþtek hêsan nîn e. Her wiha em dizanin ku tu zanîst jî qasî zanîsta dîrokê ji hêla dagirker û mêtingeran ve nehatiye serobinkirin. Lê belê bi pêþveçûn û hakimbûna zanîstê re hêdî hêdî dîroka gelan û dîroka kedê ya ku hatî serobinkirin zelal dibe û tê nivîsîn. Bi vê pêwendiyê, dîroka kurdan jî bikarnîna rêbaza zanîstê, dê cihê xwe yê ku þayanî wê ye, di nav malbata mirovahiyê de bigire. Tûnebûna dîrokek nivîskî ya serdema neolîtîk nayê wateya bêdîrokbûna ku ew gelên li vê serdemê jiyane. Ancax mirov dikare bêje ku dîrokek wan a siyasî ya nivîskî tuneye. Li aliyê din teqez e ku ew gel xwedî dîrokek çandî mîtolojîk û nijandî ne. Ji ber ku dîrok tenê bi nivîskî û sîyasî nîn e. Heta mirov dikare bibêje ku dîroka watedar û rasteqîn, ew e ku hemû hêmanên civakî yên maddî û manevî dihewîne û bandorek tund li ser civakê dike ye. Dema ku mirov bi vî çavî lê mêze bike, hingê mirov dê bibîne ku gelê kurd, gelek ji gelên serdema neolîtîk afirandine ye. Xwediyê çanda ku zanist û teknîk pêþve biriye. Bandorkirina çanda mezopotamyayê ya tund a li ser cîhanê çavkaniya xwe ji vir digire. Gelê kurd çanda neolîtîk ya ku demek dirjê bandorek tund li ser mirovahiyê kiriye û tevlêkirinek mezin li çanda mirovahiyê kiriye afirandiye. Lê mixabin, ev dirok nenivîsîye û ev yek jî ji bo wî kêmasiyek pir mezin e.

Ev gelên jêderka þaristaniyê, di nivîsandina dîrokê de nexuyane û li ser de jî ji aliyê serdestan ve tune têne hesibandin. Mixabin em bi rastiyekî wiha tîrajîk re rû bi rû mane. Serdestan , ji bo berjewendiyên xwe kurd înkar kirine. Li aliyekî din nêzîktêdayina her tiþtî girê dide. Kurdan û bûyeran ji rastiyê dûrdixîne jî çêbûne. Em dikarin bêjin ku, înkarkirina kurdan, înkarkirina dîroka kurdan jî bi xwe re tîne.

Dibe ku nêrîna mîtolojîk û olî ji bo bingeha rawekirine, ji însanên serdema pêþîn û serdema navîn, guncan be. Lê îro ev nêrîn ji bo derxistina rastiyê xwediyê kêmasiyan e. Ger em heyama beriya nivîsandina dîrokê jî wekî dema dîrokê bipejirînin, rawekirina vê demê dîrokê bipejirînin, rawekirina vê demê bi mîtolojîyê û jortirîna vî, bi teolojiyê pêkan e. Ji bo dagirkeriyê guncanbûn û piralîbûna erdnîgariya kurdan bûye sedem ku li ser dîroka kurdan þewirandinên sosret ên mîtolojîk û olî bênekirin. Vê yekê jî parêznameya bîrdozî ya bav û kalên kurdan bi xwe re aniye. Ji ber wan sedeman, dîroka kurdan bi têgihên serdema navîn û serdema pêþîn bê rawekirin dê nîvco bimîne.

Nêzîktêdayînekî din ya li ser kurdan nêzîktêdayîna nijadî û yek alî ye û ev jî bi destên hêzên serdest tê bikaranîn. Ev rewþ bûye sedem ku li ser kurdan û dîroka kurdan de çewtiyên mezin çêbin. Bi taybetî jî di nivîsandina dîrokê de dîroknasan nekarîne dîroka fermî red bikin û þûna dîroka fermî, dîroka rasteqîn derxînin holê. Em dikarin vê rewþê wek kêmasiya herî mezin binirxînin.

Mijar û gotebêja li ser kurdan her tim hatiye qedexekirin û ji zanistê hatiye bi dûrxistin. Ji ber ku ronahîkirina kurd û dîroka kurdan ji bo gelek nijad û hêzên înternasyonal li dijî berjewendiyan e. Her tim mebest sûdwergirtin bûye. Ji bo wan berjewendiyan zordestî û înkar li ser kurdan hatiye ferzkirin. Mixabin ev rewþ hêjî didome.

Halbûkî, nêziktêdayîna zanistî a li ser dîroka kurdan, dê derxîne ku di taybetiyên xweser û giþtî yên kurdan de, çiqas rengîn û balkeþ e. Dîsa dê derkeve holê ku þêwirandinên dûrî rastiyê dema bi polîtîka û xeta çalakiyê re bibe yek çiqas sosret dibe. Bi kurtasî mirov dikare bêje nêzîktêdayina dûrî rastiyê, ne etîk e û kêr nehatiye.

Em, dîroka xwe baþ nenirxînin jê fêdeya herî mezin hilnegirin, û raweyekî zanîstî nekin dê fersend bikeve destê kesên ku li hemberî ziman, wêje û dîroka me di nav hewldanên neyînî de ne.


Nirxandinên nijadperest û kêm dê tu fêde nede pêþveçûna dîroka kurdan a modern.

Keda bi sedan salan a mirovatiyê ji bo sûdên biçûk, bi awayekî hovane tê tehrîpkirin.



MEBEST

Afirandina hiþekî dîrokî yê rast:
Divê em bizanibin ku li pêþiya me demek pir zêde tuneye û tuna be. Lûksek me ya wiha jî tuneye û divê em li gorî vê rewþê tev bigerin. Peywira beþa me ya sereke ew e ku dîroka me ya bi hezar berdêlan hatiye afirandin, ya bêjeyî, nivîskî, dîtbarî û hwd. bi xebatekê bê belgekirin û ji çavkaniyê bi awayek ras û bi riyên ras desbazî civakê bibe da ku di nav civakê de hiþê dîrokê ya civakê biafire.

Beþa Dîrokê bi xebat û lêkolînên xwe, li ser belgeyên hatine veþartin, înkarkirin û windakirin berhev dike û wan diparêze. Beþa dîrokê dê bi Enstîtuyê û akademiyên li welatên biyanî re xebatên hevpar bike û bi wan re konferans, semîner û sempozyonan pêk bîne. Beþa dîrokê dê dîroka erdnîygariya me ya ji aliyê serdestan ve hatiye sekrobinkirin, ji nû ve têkûz bike. Dê li ser çanda Mezopotamya û Anatoloyê ku bi salan gelên cihê wekî biran bi hev re li ser jiyane berhev bike û ji vir pêþkêþî gelan bike.

Beþa Dîrokê dê çanda vê erdnigariyê bike bingeha biratiya gelên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn. Dê hêviya gelan, ya bi sedan salan, a cîhan û civakek azad.

Afirandina hiþek dîrokî yê kurd: Gelê kurd ji cih, çand dîrok û þaristaniya wî hatiye veqetandin. Û ji resenî, rehê wî hatiye dûrxistin û bêbîr (hafiza) maye. Di dîrokê de gelê kurd yekem car dîroka xwe bi destê xwe afirandiye. Cardin Beþa Dîrokê dê hewl bide ku derfeta, kirdebûna gelê kurd ya li ser dîroka xwe biafirîne. Dê derfetên ku em bi karibin ji nû ve dîroka xwe hîn bin û bibin xwedî hiþekî û bi vî hiþî bîra xwe ku ya hatî texrîbkirin, nû bikin, biafirînin. Girêdayî vê yekê jî xwedî li dîroka xwe ya kevnare derkevin. Beþa Dîrokê dê pêþnûmayek nû ji bo dîroka kurdan ya ku ji aliyê serdest û dagirkeran ve hatiye biþaftin biafirîne. Û dê bingeha vê yekê jî, li ser rêgeza çanda neolîtîkî ya li herêma hîlala bibereket ku li dahmenên çiyanyên Torûs û Zoxrosan biavêje.





Copyright © www.hezaciwanan.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2005-09-09 (8335 kez okundu)

[ Geri ]
Kakþar Oremar
Kakþar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiði mi?
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevþirmeler Insanlýðýn baþýna beladýr
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Baþûr bê Deng e?
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliði

Son Röportaj
Xemgin Birhat
Xemgin BirhatHeval kavramý birliðin ve dayanýþmanýn sembolüdür

Anket
Avrupadaki Kürt Gençligi`nin sürece iliskin tavri nasil olmali?

Serhildanlar gelistirilmeli,eylemlere hiz vermeli?
Maddi manevi destegi ile Partiye destek vermeli?
HPG saflarina katilim saglamali?
Genclik gücü ile hepsini yapabilmeli?



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 17

CIWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

CÝWANÊN AZAD

TZP-Kurdî

Ferheng

Online Müzik

Medyalar

HALÝL DAÐ

RojaCiwan'da ARA


Kürtce Eðitim

[ 1 | 2 ]
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.180 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.