Em ji kişwera Şamaşê por rojîn tên. Bêdengiya me di hundirê me de bû rûbar.Em veke şeytanokên ber behrê di avê de dixeniqîn.Ne xaniyekî min û ne jî bajarekî min ê ez lê êş û azarên xwe binivisînim tu caran çênebû. Ax!Mezopotamya ax! Kaniya derd û kula. Emrê min bi bêrîkirina te bihurî. Janên min ê qeşa girtî li hêviya helandinê ne. Wa ye!
Osis, ji rojê wê de çavê xwe dikirpîne.Dem herikîna şêrîn a di hundirê min de,ez ji çûkên Îsîs nuçeyan dipêm.Me di zarokatiya xwe de çîqolat nexwar.Di şûna wê de me ji xaniyê malê (kiler) şekirê çayê didizîn.Rojên dîtina girtî û hepsiyaran ji me re ji rojên cejnan çêtir bûn. Me tirsên xwe ji xalxalokan re dipispisand. "Kêzê bazde leşker hat!" pişt re me fêm kir ku em reşikên welatên xwe ne.
Min berdin! ez dixwazim bi peyvim,bi peyvim...çiya û bani teyr û tilûr çêtir bi min dizanin, ji min fêmdikin. Dema ku perdeya êşê ber çavên min digirt, hûn li ku bûn heyveronikiyên heyvê(!) Hûn dibêjin em bajarên mirinê dinasin;lê birastî hûn nizanin!
Hûn nezaniya xwe jî nizanin.Gava ku em digiriyan û me reş girêdida ,we av li agirê dilê me dikir û dû jêderdixist.Dixwazim bibim rûbarik û biherikim behrekê.Divê ez bibim ez.Dixwazim bişewitim, bila dûxan ji min neçe.Waye rojê Osis li qeydê xistiye:Osis wê bi nêrînên xwe yê rûsipî bi helma xwe ya agirîn wan qeydan bihelîne.Gelo şerê ku bidawî nebiye heye? Wek agirê tim pêketî.
Ah Mezopotamya ...rêya berbi Xwedê;Lê Xwedê me nabîne ku...
Keleha min dişibe masîkartuxkê.Çar deriyên min mor nekin.Dildarî ke mezin dibe. Ew hût ên hov dixwazin birêşên(filiz) ku her carê ji nû ve şîn dibin dapejinînin. Dema ku em xumîniya fîr'ewnên ku kujyarên zarokan xwedî dikin dibihîzin xwedê dizane em çiqas dibizdin. Ez ên ku fîtika mirinê ji min re lê dixin, her şev dibînim. Rû û rûçikê wan naxwiyin ! dengê wan jî...
Zerî esmeriya diya min a ku di sorgeweziyê de diheliya û dikir miremir û; "di pey her tengasiyekê re firehîkek he ye" digot. Ey delala dilê min a li dûr! pişta xwe nede min. We re dema ku roj li ber avabûnê ye em rûyên xwe di dîwarên bedenan bidin.Ku boranxane nemabin jî; siwarên ku li ser milê wan kevok û behna çiyê ji wan tê, wê dîsa ji geliyê Tigrîs derkevin û winda bibin.Pişt re ew ê li xaniyên li bin sûr a destmalê libakin, em ê jî dîlanê bigirin.Heyv weke her car bi serfirazî li me mêzedike hişş be! Bila bizûzê (sûs,güve) yezdanên depîn zêde nebin...gelo gelê Helen ji ava me ya pîroz vexwarin? û ROJ nedîtin...Ku em dereng jî mabin qe nebe me roj dît.
Ax! Mezopotamya ax ! kaniya derd û kula, tu di singa xwe de ronahîyê û taca bûkan vedişêrî...
Çi hewu ye çi tune wu ye.Dîkik hewu ye.Dem zivistan bu ye .Roke dîk li ser cemedé (buz) xwe xîj dike.Li ser cemedé,li erde dikeve.
Dîk ji cemedé ra:
-Cemed ! Tu pir bi quwatî,te ez li erdé xistim.Cemedé:
-Ez pir bi quwat bim ro min nahelîné.Dîk lı ser wé dihere ba ro û jera :
-Ro ,tû pir bi quwatî ku cemedé dihelînî.Ro:
-Ez pir bi quwet bim duman nakeve ber min.Dîk dihere ba duman .Jé ra:
-Duman ,tu pir bi quweti ku dikevî ber royé.Duman jé ra:
-Ez pir bi quwet bim baran min qûl naké.Dîk dihere ba barane.Jé ra:
-Baran,tu pir bi quwetî ku dumén qûl dıkî.Baran jî:
-Ez pir bi quwet bim erd min nekşîne.Dîk dihere ba erdé.Jé ra:
-Erdo,tû pîr bi quwetî ku baran e dîkşînî.Erd:
- Ez pir bi quwet bim çére li ser min narize.Dîk dihere ba çéré.Jé ra :
-Çére ,tu pir bi quwatî,ser erdé dirizî.Çere:
- Ez pir bi quwet bim mange min naxwe.
-Dîk dihere ba mangé .Jé ra:
-Mange,tû pir bi quwetî ku çére dixwî.Mange:
-Ez pir bi quwet bim gûr min naxwe.Dîk dihere ba gûr.jé ra:
-Gûro,tu pir bi quwetî ku mangé dixwî.Gûr:
-Ez pir bi quwet bim ji kuçiknatirsim.Dîk dihere ba kuçik.Je ra:
-Kuçik,tu pir bi quwetî ku gûr ji te ditirse.Kuçık:
- Ez pir bi quwet bim xudané min détéra min,min yal ke.
Dîk berî xwe dide xudan.Pir dihere hendik dihere .Li re kelemik di lingî wî ra tere.Dîk ji durva da xanîkî dibîne.Di bacé xéni ra dumanik derdikeve.Dîk dikeve hundir.Ji jineka bi porî xwe nén lé dixe,dîk ji wé ra:
-Vî kelemî jî lingé min derxe pé nané xwe léxe.Bi vî kelemî nan le dikevin.Dîk jé ra:
-Ya ka keleme min,yan jî ka heft nanan.Jınık béçare,heft nana dide dîk.Dîk jî wé deré dihere.Li ser rîya xwe rasté şivanekî té.Şivan véqas birçî bûye,véqas birçî buye kuji birçîbuna bişqula dixwe.Dîk heft nanén xwe dide şivén.Şivan bi van heft nana ziké xwe tér dike.Dîk icar ji şivén ra:
-Ya ka heft nanén min,yan jî ka heft beranan.Şivan ,bihérs û bédil mecbur heft beranen dide dîk.Dîk heft beranén xwe dide ber xwe û ji wé deré dihere.Dîk te gûndekî,ku li gund dawatik heye.Li dawaté şuna berx û mîya pisika û kûçika serjé dikin.Dîk ji wan dipirse:
-Çima hun pisik ûkuçika serjé didkin?Gundî:
-Tu qurban tunene,ji bo we!
Dîk beranén xwe dide wan.Ew beranan dikin qurban.Paşé dawet diqede.Dîk ji wan ra:
-Ya beranén min bidin yan ji bûké!
Gundî bûké dide dîk .Dîk ,bi bûké va ji wé deré diherin.Li ser rîya xwe xortekî dıbîne ,ku xort li pîpiké(tutık) dixe.Ji wî ra:
-Heyne vé bûké,ka we pîpke!Dîk pîpké heytine(hıldıgre) dihere nav gûnd û pîpké dixe.
Pîpîîp!Kelemık bi heft nanan!
Heft nan bi heft berenan,
Heft beran bi bûkeké,
Bûkek bi pîpîkekeé
Pîîpîîp!
Herem:Anatoliya navin,Cihanbeyli
|