Rêwîtiya ber bi Zagrosan ve
Zagros bi asêbûna û bilindahiya xwe tên nasîn. Her girekî wê herî kêm nêzî çar saetan dikişîne. Bi gotina hevala min a kameraman her çend em girekî derbas dikin yeka din derdikeve pêşiya me. Ne gir ne jî dol û newalên Zagros xilas dibin.
Dema ku em li pişt xwe dimeyzînin zincira çiyayên ku me li pişt xwe hîştine bawerî dide me ku em ê bikaribin bigihêjin Çarçela û Avaşîn.
Zagros ew cih e ku hêzên Îskenderê mezin nekarîbûye derbas bike û lê asê maye. Van çiyayên asê sînga xwe ji gelek qehremanan re kiriye çeper û ji dijminan re bûye kabûs. Belê van çiyayan şahidî ji dîrokeke veşartî re kiriye. Sekna Zagros ew qas bi heybet nîşan dide ku ka wê ji çend şaristaniyan re dergûştî kiriye. Di sekna wê ya şanaz de mirov dikare dîrokeke veşartî bibîne. Çiyayê Zagros li bendê ye ku rojekê vê dîrokê radestî xwedanê wê yê rast bike. Ew dizane ku rastî dê carekê derkeve holê ew ê cihê ku heq dike bigire. Ma ne ji bo vê ew dilê xwe ji egîdên kurd re vedike…
Bablekan û Şêxanî
Çiyayê Govend hîna bi xemla xwe ya delal şahidî ji bablekana gerîla re dike. Ma hûn sirê bablekan û şêxanî dizanin. Bablekan û Şêxanî; meydan ji dijminan re xwedine. Baweriya çalakiyê ye. Ji bo wê gerîla beriya ku biçe çalakiyê govendê digire. Bablekan û şêxanî dilîze û tililiyên serkeftinê radike. Ji ber ku di van axan de ji xeynî serkeftinê tu şansê din nîn e. Ji bo wê her gerîlayek beriya ku biçe çalakiyê dibêje serkeftin. Ma ev gotin gelek tiştan îfade nake? Ez ji bo çi ji we re behsa Bablekan û Şêxanî dikim hûn dizanin. Ji ber di van çiyan de govenda gerîla pir geriyaye û hîn jî digere. Di Zagrosan de gelek egîdên bi cilên leşkerî û bi kefiyên cemedanî serkêşiya Bablekan û Şêxanî kirine di van axan de radizên. Her cihê ku em derbas dibin xwedî çîrokekê ye. Zagros ne tenê warê şaristaniyên veşartî ye, di heman deme de jî warê lehengên veşartî ye.
Di vê rêwitiyê de ez jî dixwazim Bablekan û Şêxanî bigirim. Dixwazim şahidî ji tililiyên serkeftinê yên gerîlayên jin re bikim. Mebesta me ya sereke jî li Zap, Metînan, Zagros û Heftanîn ji we re nûçe ragihandin e.
Di Zagrosan de gerîlayên keç
Her gerîlayeke ku min jê pirsî ka tu ji çi tiştî Zagrosan hez dikî, xala hevbeş rêhevaltiya Zagrosan û xwezaya asî ya Zagrosan bû. Gerîlayek keça ku ji min re wateya Bablekan û Şêxanî vegotibû gerîlaya esmer a 10 sal in gerîlatiyê dike û çar sal in jî li Zagrosan gerîlatiyê dike li ser pirsa min ku navbera gerîlayên jin û vî çiyayê asê çawa ne? Wê got ku Zag ros qasî asê ye ew qas jî bedew e. Behsa kulîlkên rengareng yên Çarçela û golên wê yê bedew kir. Gerîlaya bi navê Nergiz jî digot, “di dîrokê de jinan çawa çanda neolîtîk afirandiye, gerîlayên jin jî dê wê çandê di Zagrosan de nûjen bike”.
Gerîlaya bi navê Rojbîn jî wek her hevalên xwe bal kişand ser rêhevaltiya Zagrosan. Rojbîn bi van gotinan rêhevaltî anî ziman: “Rêhevaltî beriya her tiştî bi heman mebestê di heman rêçê de meş e. Li ser çiyan jî rêhevaltî hîn cuda ye. Di vê rêhevaltiyê de bîranînên hevbeş pir in. Ji bo hevaltî fedekarî ew qas bilind e ku rêhevalek ji bo rêhevalê din dikare xwe bike sîper. Ji bo wî/wê rizgar bike beyî ku dudilî bijî dikare canê xwe feda bike.
Rojbîn digot ku mirov li Zagrosan kedê nede, ne xwedî baweriyeke mezin be nikare bijî. Mirov ji van çiyayan hez neke nikare rojekê jî bijî. Ji ber asêbûna Zagros ji bo her tiştekî kedeke mezin tê xwestin. Ji bo wê ked Zagros e Zagros ked e.”
Keziyên Zagrosê; Avaşîn û Basya
Yek ji xweşikbûna Zagrosan ava Basya û Avaşîn e. Avaşîn zelaliya xwe ji çavkaniya xwe digire. Çavkanî jî golên bedew ên Çarçela ne. Avaşîn ew qas zelal e ku mirov dikare bi hêsanî binê wê bibînê. Cihê ku Avaşîn û Basya digihêjin hev xweşikbûn pir cuda ye. Avaşîn û Basya heta mesafeyekê jî diçe û tevli hev nabe. Avaşîn û Basya li kêleka hev dimeşin. Milekî wê şîn milê din jî gewr diherike. Ev dîmen, bedewiyek cihê ye. Her wek ku tabloyeke ku wênesaz ji xwe re çêkiribe. Vê carê me Avaşîn û Basya ne bi dîmenan me ji nêz ve dit. Yanî xeyal dibin rastî.
Avaşîn wekî ku bi şahidiya dîrokê şanaz be bi xemla xwe ya herî xweşik diherikî. Şînbûna wê bi asîmanên Zagrosan re di nav ahengekê de diherike. Bi derketina rojê re pelên wê wek mercanan ber bi jêr ve diherike. Bi hatina bayê hênik re ev pêlên wê li qiraxan dide.
Kaniya Mam Reşo
Piştî rêwîtiyeke dirêj me li ser kaniyekê bêhna xwe da. Navê vê kaniyê, kaniya Mam Reşo bû. Duran Kalkan ji me re behsa çîroka vê kaniyê kir. Ev kanî ji aliyê Mam Reşo ve hatiye çêkirin.
Mam Reşo tevî hevsera xwe û du kurên xwe ji aliyê Artêşa Tirk ve ji helîkopterê hatine avêtin û bi vî awayî hatine qetilkirin. Piştî çend deqîqeyan em rastî çar mezelan hatin. Ev mezel mezelên Mam Reşo û malbata wî bû. Yek ji avakarê PKK’ê Duran Kalkan di van çiyan de fermandarekî kevn e. Ew her bûyerê dizane. Xelkê herêmê jî ji nêz ve wî nas dike.
NALÎN PENABER
|