Enfal an jî Fermana Kurda li Baþûrê Kurdistanê…
“Enfal” peyveke Erebî û bi wateya parvekirina wan xenîmet û talanaye yên ku di çaxê þer da misliman ji kafiran distînin. Herwiha Enfal navê heþtemîn sûreya Qûranê ye ku zêdetir ji 1400 sala dema ku mislmanan dixwestin ola îslamê di nava gelên nemisilmanbûyî da li her derê belav biken, li ser þerê kafir û mislmanan nazil bûye. Bihara sala 2005an min çîroka Enfalê ji zimanê çend dayikên Kurd(wek þahidên zindî) li gundê Barzan bihîst û ev nivîs jê derket.
Baasîyên cinayetkar piþtî zêdetir ji 1400 salan cewherê wê sûreya Qûranê li Kurdistana ku zêdetir ji 95%a nifîsa wê misilmanin, careke din di piratîkê da dan xuyanîkirin!!. Rayedarên hikûmeta Baasiyan û di serî da jî Sedam Husên û Elî Hesen Al-Mecîd piþtî þerê Îran û Îraqê li baþûrê Kurdistanê dest bi tevkujiya wan Kurdan kirin yên ku di çavê wan da wek kafir û dijberên manîfestoya Baasîzimê dihatin hesibandin. Ji bona wê jî navê vê kiryara xwe ya cênusayîdî kirin Enfal. Enfal navê wan heþt operasyonan bû ku ji 23ê Sibata sala 1988an heya 6ê Siptambira wê salê li hêrêmên Qeredax, Germiyan, Qela Sîyoke, Þêx Berzînî, Dukan, Rewandiz û Behdînan berdewam bû. Armanca mêimarên vê kiryarê ewe bû ku bi awayekî sîstematîk nifþê Kurda ji holê raken ku li gor biryarên hiqûqî û rêxistinên mafê mirovan xwedî nasnameyeke jenûsaydî(genocidi) ye. Di encamê da 182.000 Kurd di heþt operasyonên Beesiyan da hatin kuþtin û wenda kirin. Ji xeynî wê bi sedhezan kes jî bêmal, derbider û aware man. Elbete di encamê da 4500 gund û mizgeft jî wêran, kanî hatin hiþk kirin û zevîyên genim û bostanan jî hatin þewtandin. Serkêþ û fermandarê Enfalê Elî Hesen Al-Mecîd ku piþtî van kiryarên dirindane ji aliyê Kurdan ve wek “Mecîd Kîmyawî” hatiye binavkirin dixwest bi yekcarî dêmografiya herêmeke mezin ji axa Kurdistanê bigûherine. Enfal berdedwama siyaseta teirîbkirinê bû ku ji salên 1950an û pêda rayedarên hikumeta navendiya Îraqê ji bajarê Kerkûk û gundên derdora wê dabûn destpêkirin. Beriya vê tirajêdiyê di 31.Tîrmeha sala 1983an Baasiyan bi operasyoneke ji niþkave 8000 Barzanî ji kampa Qûþtepa yan nêzî bajarê Hewlêrê ber bi cihekî nediyar ve biribûn ku tev bi hevre hatin wenda kirin. Di van salên dawiyê da hinek gorên bi kom li baþûrê Îraqê peyda bûn ku ji rûyê kinc û pêlavan hestiyên heþt hezar Barzaniyan di nav da xuyane.
Tevkujiya 182.000 Kurda kengî û çawa çêbû?! Heþt qunaxên ku operasyonên nifþkujiyê têda derbas bûn, wiha bûn:
Qunaxa yekê: Ji 23ê Sibatê heya destpêka Adara sala 1988an li herêmên di bin desthilatdariya hêzên YNKê da.
Qunaxa duyê: 22ê Adarê heya yekê Îlona sala 1988an li herêma Qeredax
Qunaxa sêyê: 7 heya 29ê Nîsana sala 1988an li piraniya herêm û gundên Germiyan
Qunaxa çarê : 3ê heya 8ê Gulana sala 1988an li herêma Qelay Sîyoke û Þêx Berzînî
Qunaxa pênc, þeþ û heftê: Ji 9ê Gulanê heya 25ê Tebaxa sala 1988an li herêmên Dukan heya sinorê Rewandiz berdewam bû ku têda çekên kîmyayî gelek caran hatin bikar anîn.
Qunaxa heþtê û dawiyê jî: Ji 26ê Tebaxê heya 6ê Îlona sala 1988an li herêmên Behdînan û çendîn gundên din ku têda çekên kîmyayî jî bi giranî hatin bikar anîn.
100 rojên Enfalê reþtirîn rojên jiyana Kurdan tên hesibandin ku hêþa jî ne ji aliyê bisporên Kurda û ne jî ji aliyê rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî lêkolîneke berfireh li ser nehatiye çêkirin. Di wan rojên reþ da berê ji hêla Baasiyan herêm dihatin destnîþankirin, piþtre gel li cihekî kom dikirin û di dawiyê da jî ew tev bi hevre dikuþtin û gelek caran jî bi zinde bi gor dikirin . Bi taybetî jî li dijî gundî û cotyarên Kurd ku ji þoreþgeran re weke gola avê bûn, bi dijwarî ketibûn liv û lebateke hemû alî. Wan dixwestin ava gola ku masî ji bo jiyanê hewcedar bûn, heya dilopa dawiyê biçikînin.
Enfal Di Pîvanên Tevkujiyên Dîrokî û Cîhanî da Karesatên weke Enfal bi armanca binbirkirina nifþê Kurda, tenê di çaxê Nazîyên serdema Hîlter li dijî Yehûdîyan û di çaxê Osmaniyan da jî li dijî Ermeniyan hatiye çêkirin. Tevkujiya Darfur jî weke genocidi hatiye destnî+an kirin. Li rex vê tirajêdiyê bombarana kîmyayî ya bajarê Helebçê jî bi hevre bûn sedem ku di dîroka qedera Kurdan da werçerxan û demeke nû dest pêbike. Peywendiya Baasîzim û Enfalê piþtî têkçûna rejîma Bexdayê baþtir eþkera û tawankarên van kiryaran jî heya radeyekê gehiþtin cezayê xwe, lê serleþkerê wê fermana mezin Elî Hesen Al-Mecîd hê jî sax e. Herwiha 19 ton belgename, nameyên fêrmî û dukomentên ku piþtî sala 1991an ketin destê berpirsên partî û rêxistinên Kurda, dikarin bi awayekî rontir berfirehiya vê cinayeta kêmwêne di dîrokê da, îspat biken(1). Elbete hemû belgenameyên êstixbarata Beesîyan rik û kîna wan ya kur li dijî Kurda didin selmandin. Dengê Mecîd Kîmyayî hê jî heye dema ku behsa pilan û projên xwe yên li ser Enfalê û þêweya qirkirina Kurda dike. Bi vê rastiyê re jî elbete qunax û pelamarên Enfalê pêwîstî bi lêkolîneke berfireh heye. Çimkî ev kiryar li gor pîvanên exlaqî-wijadanî û zagûnên mafê mirovan ge
Qedera 182.000 Kesan!! Heya niha jî kes nizane qedera 182.000 kesan çawa bidawî bû, dîmen tev wenda ne lê carna cil û bergên enfalkiriyan di gorên bi komel da hovîtiyên Baasiyan baþtir radixin ber çavan. Gelek þahidên wan rojên reþ û tarî hê jî saxin û heya roja îro jî gelek gotin û êþên bêderman di sing û mejiyê xwe da hiþtine: Destdirêjiya li ser namûsa keç û jinan, birçîtî, têhnêtî, bêîmkaniyên di hemû waran da, binpêkirina keramet û siyaneta dayik û kalên Kurd û mirina hezaran zarok û pîran ji wan dîmênên xemgînin ku qet nayên ji bîr kirin. Li rex van dîmenên rastîn hê jî dayik û bab, dapîr, kes û kar li benda hatina kur û kesên xwene, ew li bendê ne ku ezîzên wan careke din vegerin nava jin û zarokên xwe. Kesê ku nedîye û êþa wan roja nekiþandiye, nizanin ku di wan heþt qunaxan da Baasîyan çi bi serê Kurda anîn!. Dema ew dîmen di xeyalên mirovan da zindî dibin, pirseke wiha jî tê kirin:” Gelo em çawa dikarin Enfal û qetilama Helepçê bikeyne bûyer an jî rûdaveke cîhanî?!” Çima heya niha cehiþ û xayinên Kurd, xayîn û xûlamokên ku bi Baasiyan re di qirkirinên Enfalan da beþdar bibûn, hêþta jî wek tawankar nehatine mehkemekirin. Çimkî li gor zagûnên navnetewî Enfal tawaneke þere û kiryareke wiha jî nayê ji bîr kirin.
Mohra reþ ya bi navê Enfalê li ser rûyê Beesiyên cinayetkat qet nayê ji bîr kirin. Enfiala li Kurdistanê birîneke exlaqî û wijdanî di rih û hissên mirovan da daye çêkirin ku nayê ji bîrkirin. Lê dîsa jî kampên destçêkirî û çavên kêmronahî yên dayik û xwîþikan, jin û zarokan (ku þahidên wan rojên reþ bûn), li benda wê rojê ne ku ezîz û para cegera wan careke din vegerin nava mala xwe. Elbete di van çend salên dawiyê da Kemalîst û faþîstên Tirk kiryarên ku weke yên Enfalê ne li dijî þoreþgerên Kurd li bakurê Kurdistanê pêkanîn. Lê hîvîdarim ku îbretê ji qedera Baasiyan bistînin û xwe nekene rûreþên dîroka mirovahiyê.
_ 1. Ew belgename û dokument partî rêxistinên siyasî li baþûrê Kurdistanê tev þandin Amerîka û bisporên Amerîkî li ser naveroka wan lêkolîneke berfireh kirin.
Amedekar: Kakþar Oremar
|