Vê sibehê dema ku ber bi Kurêjaro ketin rê, min baþ dizanibû ezê çi bikim û çi li benda min e. Dema ku min qemera û wênemakîneya xwe di çenteyê xwe de bi cî kir, di dilê min de yek wêne dibihûrî. Her çiqas min ji hevalên ku me rêwîti dikir re negot jî, ez ji bona wê kêliya ku ku di xewna min de bû zevt bikim ketim rê. Her çiqas li quntarên Kurêjaro berfa yekem ketibû jî, lê dîsa jî ew zarokê ku ji bilî navê wî tiþtek nizanim,, tenê ji bona wêneyê wî be jî divê ez biketama rê. Ez nizanim, ezê bikaribim dîsa wê kêliyê nîgar bikim, lê ji bona bîranîna wêneyek careke din ezê bikaribim hilkiþêm Kurêjaro…
Li cem min her wêneyek çîrokeke wê ya jênaveger heye. Ji ber ku ez wênekiþandinê li çiya hîn bûm. Û ji bilî çiya û zarokên çiyayan tu kes hê neketiye kadrajên min. Min vî gelî ji zarokên xwe yên ku þandibûn çiya nas kir, di rû û gotinên zarokên li çiya ku ez eydî wan im, min ew gel keþf kir. Min di çîrokên wan de çîrokên xwe, di jiyana wan de jiyana xwe dît. Ji ber vê sedemê ye ku, min ew wekî wêneyên dilê xwe binavkir. Ev çîrok in mîmarên kesayetiya min û sedema hebûna min…
Bêdeng bêdeng hildikêþin Kurêjaro. Hevalên di nêz de keþf dikin, agahî didin ku hejmara dijmin hezar û heftsedî derbas dibe û her kêlî zêde dibin. Ez li hevalên xwe yên ku barên wan li piþt wan in û bi barên xwe dimeþin dinêrim. Tu yek ji wan naxive û bêdeng hildikiþin ji bona çarenûsa gelekî… Ku mirin ew qas nêzîkî me bûye, diramim ka di vê kêliyê de çi difikirin, dema ku min li wan dinihêrt. Hewl didim ku wan hîs bikin, ka kîjan xeyalan dikin. Di taldeyên dilê her yek ji wan de razên ku diveþêrin, wisa dixwazim ku guhdarî bikim… Wisa dixwazim bibihîsim, wisa dixwazim dest bidim bîranînên wan ên herî xweþik û paqij… Wisa ez dixwazim bi par ve bikin xeyalên wan…
Her yek ji wan jiyan, her yek ji wan di salên jiyana xwe ya herî delal de, her yek ji wan di nava vê herikînê de, her yek ji wan bêdeng… Vê kêliyê ji bilî henasa hevalên xwe û dengê teqîna çekan ku li quntara Kurêjaro olan didin tiþtek nabihîzim. Heta Kemalê ku kêliyek qerfên xwe ji me kêm nedikir jî deng jê nedihat. Dizivirim û li piþt xwe dinêrim. Kemal li ser milê wî bi çeka xwe ya giran bêdeng hildikiþe. Ew riyê wî yê ku bi delalî berdaye û di simbêlên wî de xwêdan diherike. Paçê ku li eniya xwe girêdide li ser milên wî ve daketiye. Difikirim, bi vê sekna xwe henûn ew çi difikire. Wisa dixwazim ku ew niha xeyalên çi ava dike. Kêliyek dixwazim hinek tiþtan jê re bêjim, lê zivêr dibim. Herikîna bêhempa ya vê kêliyê, ji bona demeke kurt be jî xerakirin bêmafiyeke mezin e…
Ji bona hevsengiya hilkiþînê xera nekim, li rêza pêþ dimeþim. Bi bêdengî wênemakîneya xwe ji çentikê xwe derdixim. Bi texmînî tanzîma ronahiyê dikim û yek tiþtê ku bikim dikim. Bi lezgenî li pey xwe dizivirim û pêlî deklanþorê dikim. Bêyî ku Kemal ferq bike, ez meþa xwe didomînim. Ew hê jî di navîna xeyalên xwe de û li ser milê wî çeka giran dimeþe. Ewê ku afirînerê xewnên xwe û xewnên me…
Ber bi lûtkeyê û ciyê lêkdanê nêzîkbûnê re navberek didin. Kemal bi laþê xwe yê xwêdayî û bi biþirîna xwe yî ku qet ji rûyê xwe kêm nekirî li cem min rûdinê. Dema ku guleyên xwe yên diçirisin yek bi yek dixist zîncîrê, min jê re “Kemal min bêyî xebera te hebe wêneyê te kiþand, kî dizane kîjan rojê û li ku derê ew wêne bikeve destê me…” Got; “Tu yê niha ew wêne bidî min” Vê carê soza dawîn ez dibêjim; “Ezê bi yek þertî bidime te. Çi dibe bila bibe tu yê di lêkdanan de birîndar nebî û di vê hilkîþîna bi saetan de tu çi difikirî ji min re bêjî…”
Kemal dîsa bi kenê xwe yê bêhempa dikeniya. Rû û bedewtiya çavên wî yên birewneq di kûrahiya dil de dikoland û vedigot "piþtî vî þerî ezê ji te re vebêjim lê divê tu soz bidî ku ji tu kesî re nebêjî..."
Di dirêjahiya wan sê þev û sê rojên ku sî û heþt gerîlayên Kurêjaro ji hêzên dijmin paqij kirin li Kemal neket. Di dawiya þer de, di nava zinarên Kurêjaro yên tûj û asê de, Kemal gulp ji çaya bê þeker ku me ji ava berfê çêkirin kiribû vedixwar û dîsa soz ji min distand ku divê ez tiþtên wê vebêje ji tu kesî re nebêjim. Piþtî ku soz ji min distand, xeyalên xwe yên di kêliya min ew wêne kiþand ji min re vegotin. Min jî soz dayê ku çawa wêne bigihe destên min ezê yekser jê re biþînim.
Ev wêne dûv derbasbûna gelek salan gihîþt destê min. Û min jî negihand Kemal. Ji ber ku Kemal piþtî roja me wêne kiþandî bi du sal û mehek û heþt rojan, di hefdehê hezîrana sala nod û nehan li lûtkeyên çiyayê Çarçêla, ji bo ku yekîneyek gerîla ji çembera dijmin rizgar bikin, Kemal û sê hevalan xwe feda kirin.
Ez berî heyamekê ji Kurêjaro vegeriyam, hîna xwêdana min ziwa nebûye, min îro encax çend wêne li ser lûtkeyê Kurêjaro kiþandin. Lê di dirêjahiya hilkiþînê de, min her bi xeyala ku Kemal bi sekna xwe ya dilnaz bibînim dizîvirîm û li paþ xwe dinêrim. Ew xeyalên xwe yên ku ji min re vegotibûn, min bi hevalên xwe yên rêwitiyê re negotin û di nava veþartina firmêskên çavên ji her kesî, min ew xeyal yek bi yek bibîranîn.
Dîsa jî çaya bêþekir a ji ava berfê çêkirî îskanek di nava zinarên Kurêjaro yên wek kêran de vexwar.
Halîl Dag
|