Tiþtek wekî bîranînê gerîlayan xweþ tune ye. Gava ku tê ser ziman û dema bîranîn têne gotin hestên mirov, xeyalên mirov sed û heþtê rade dizivire û diçe warê ku lê bîranîn çêbûye. Þeva din em di manga xwe ya sê metre pan û pênc metre dirêj û naylonkirî û bi çiloyan rapêçayî de rûnîþtîbûn. Li der û dora mangê, darên bilind û maziyan hebûn. Di nava pelên daran re stêrk li ezmanekî sayî diçirisin. Ew jî wekî ku bi hev re bi axivin û bîranînan bêjin tevdigerin. Lê dengê wan nedihate me. Nizanim çiqas dengê me diçû wan an na dîsa jî li kêleka mangê, manga me ya biçûk zinarên mezin hebûn. Dem jî werza payîzê ye û germahiya tebaxê me li piþt xwe hiþtibû. Hewa kêmekî sar bûbû û bayekî hiþk di kêleka mangê ku vekirîbû li rûçikên me dida. Lê tu caran bîranîn sarbûnê nas nake. Ji ber ku naveroka sohbeta me germ bû û nedihiþt ku em bi bayê ku dibalive bihisin û bi me dida jibîrkirin.
Ronahiya lampeyê mangê ronî kiribû. Hêdî hêdî stranên Hozan Dîno lêdiket. Me carnan di ber re destê xwe û carnan jî serê xwe dihejand. Em jî di destpêkê de pênc hevalbûn û ji ber nûçeyên Roj Tv’yê dihatin. Hevalekî ji me rahiþte pirtûka ku her þev dixwend. Pirtûk jî bi kurdî bû û navê wê jî “Ji ava Feradê dilopek” bû. Sarbûna hewayê, dilê me bire çayekê. Ji me hevalekî ev fedakarî kir û çû çayê amade bike. Me destpêkê li ser gerîla û sarbûna hewaya payîzê bîranîn vegotin û pê re pê re em ketin nava çalakiyên gerîla. Ji nava van çalakiyan mijara me hate ser cerdevanan. Bi taybetî ku di demekê de cerdevan pir çalak bi dijmin re dixebitîn, ji lew ma jî bi vê nêzîkbûna xwe û çek girtin û li hemberî gerîla bikardianîn. Bi taybetî li herêma Botanê ev yek dikete pêþ û cerdevan ji dijmin dijmintir bûn. Gelek caran cerdevan dîl dihatin girtin. Carnan jî nesîbê wan dibû mirin. Di nava þer de, carnan jî me pezê wan ku ji wan re jiyanî bû, desteser dikir. Di vir de zehmetiya anîna pez, bi serê xwe mijarek bû. Di vê navberê de hevalê me yê ku çûbû çayê, çayê ji me re anî û me hinavê xwe pê germ kirin û sohbeta me dom kir. Di nava me de ku em endamê taximekê bûn, hevalek pir kevn hebû. Ji Þaxê(Çatak) ku girêdayî Wanê ye bû. Navê wî Gabar bû û di 10 an 11 saliya xwe de, di sala 1989’an de tevlî refên gerîla bû. Ji wê demê û þûn de, di nav çiyan de gerîlatiyê dimeþîne. Hevalekî bejna xwe kin û zeîf bû û pir lêvken bû. Hevalên di nava taximê de, pir jê hez dikirin û nirxek mezin didanê. Ji ber ku di jiyana xwe de jî pir mûtewazî bû.
Bi carekê re, ev pirs kete mejiyê min. Gelo hevalan di salên 1989’an de di nava gerîla de çawa perwerdehiyê didîtin. Di nava wan bê derfetiyan de? Min xwe negirt û ji heval re pirs kir. Ma perwerdehiya te ya destpêkê tê bîra te? Çawa bû? Ez pir meraq dikim.
Heval jî piþtî kêliyekê dest bi ken kir. Xuyabû piþtî vê pirsê pir tiþtê balkêþ hatin bîra wî û kûr û dûr çû û bi qasî 17 salan bi þûn de zivirî, çû Botanê û Bêþebabê, Masîro û Gundê Ereb. Ciyê ku perwerdeya yekem car dîtiye û bi lêvkenî anî ziman. “Ez di biçûkbûna xwe de tevlî gerîla bûm. Min tiþtek zêde nedizanî û em di navbera 15-20 kesan ku piraniya wan ciwan bûn, di nava hevalan de diman. Me zêde tiþtan nedizanî. Li ser vê yekê rojêkê gotin îro perwerde heye. –wê demê nedigotin “perwerde”, digotin “egîtim”- me jî nedizanî perwerde çi ye? Heta me digot tiþtekî pir xerîb e. Piþtî ku em kom kirin, hevalekî riyê wî dirêj û bi simbûl hat cem me û got: “Ka xelekek çêkin” Piþtî ku me xelek çêkir, di nava me de ji piya sekinî û got; “Îro dersa me li ser kolektîvîzmê ye. Yanî hevkarî.” Me jî nedizanî çi dixwaze bêje. Jixwe me zêde zimanê wî jî fêm nekir. Tenê tiþtê ku min fêm kir, divê em alîkariya hev bikin. Piþtî ku bi qasî pênc deqîqeyan axivî û bi þûn de ji me tevan bi dorê pirs kir. Ka we çi fêm kir? Her hevalek tiþtê ku fêm kiribû gotin. Dor hate min, min pir þerm dikir. Di wê navberê de dayîka min hate hiþê min û kelegirî bûm û di qirika min de bû girêk. Min rondik rijandin û ji dersê derketim û dûr ketim û çûm. Bi çûyîna min re hevalekî din bang li min kir. Xuyabû dixwest bi min re biaxive. Lê kela dilê min û kelegirîbûna min nehiþt ku ez bersiva heval bidim û di vê navberê de û piþtî kêliyekê dengê çekan hat. Du an sê fîþek li kêleka min ketin. Ev tiþt pir bi zanebûn hatibû plankirin ku nîþaneya întîþarê bû. Lê haya me ji vê yekê tunebû û dengê fîþekan zêde bû. Tiþtê ku hate bîra min jî û hemû hevalên nû em birevin. Me di hundirê xwe digot, dijmin em dorpêç kirin. Ev cara yekem bû ew qas fîþek ji nêzîk ve ez dibihîzim û ger ez bêjim ziravê me qetiya. Em pir tirsiyan û çare jî tenê di revê de me didît. Piþtî çend deqîqeyan qîrînek hat ji me re gotin, bisekinin û pê re jî dengê çekan rawestiya. Derûniya fîþekan hîn li ser me hebû. Dilê me zêde zêde lêdida. Xwêdanek sar bi ser me ketibû û peroþiyeke zêde em girtibûn. Piþtî ku heval hat cem me pirsî. Hûn çima direvin? Yekî ji me got; “Lê emê çibikin, ma ne fîþek tên.” Dîsa heval pirsî; “Ma hûn bilez in an fîþek?” hevalek din jî; “Wê demê divê hûn nerevin, xwe bavêjin erdê. Li ber berekî, kevirekî û dora xwe kontrol bikin. Hûn vê jî fêr bûn. Ji vê re dibêjin “întîþar”
Hevalê me dema ev tiþt dianî ser ziman, di ber re keser û kenekî pê digirt û destê xwe li çonga xwe dida. Wekî ku bibêje em çiqasî nezan bûn.
Belkî jî wî bawer nedikir ku ew qasî sal bimîne. Van derfetên îro ku geîla di nav de ye bibîne. Lê bû. Ez jî gava niha van rojan xeyal dikirim. Îro û wê þevê dikim pîvan. Em li ber ronahiyê perwerdehiya xwe dibînin. Li TV temaþe dikin, hejmara me bûye bi hezaran. Tev jî bi çek û di ezmûnên þer û jiyanê de kûr bûne. Baþ fêm dikim ku bedela vê yekê ne normal e. Bi hezaran xortên egîd û keçên hêja ku niha di nava xaka pîroz de razayîne. Bedena xwe kirine pireya derbasbûna azadiyê.
Bi bîranînan þev li me derbas bû. Bêyî ku em hay ji xwe hebin û bi kêf xweþî û bi gotina me ya her þev; “Þevbaþ” em ketin xew. Gava min xwe dirêj kir, sohbeta me dîsa di nava mejiyê min de demekê ez mijûl kirim. Li ser vê yekê min di mejiyê xwe de kire biryar, da ku ez binivîsim.
Erdal Dêrik
|