Vê şevê tê dengê pepûkê
Xezalek tê ji zindanê rêdûr e
Çavên belek li rojê ne
Sosin û binevş geş dibin… Ay dil, aydil dilê min
vêket bû xwelî xezala min.
Dûre hene kir dest û biskan
Çû ba Zîlanê û Apê me…
Hevala Sema!
Tu dibihîzî helbet, çend sal in em vê stranê ji bo te dibêjin ji bo te. Ango tu bûyî helbest û stran ji me re, bûyî ronahî.
Ma ev çawa pêk hat Hevalê! Qey tu çûyî û te ji me re stran hiştin hevalê, helbest û ronahiyan? Ma her çûyîn, her mirin dibe stranek li vê dinyayê û berdêla stran û helbestan çiye li vê derê, li rojhelat? Dema ku li derekî, li peravê çemekî, li ser baskê çivîkekî, li bêhna gulekê keçek dimire; stran jî namirin? Û stran û çivîk mal bar nakin û dilê çeman naşikê?
Semayê! Em, dizanin ku te ji stranan hez dikir û gelek xweş jî digot…De ka niha, di vê pûşperê de stranek bêje ji dilê me yê şikestî re… “Di tarîka şeva hîcran de çirayek sotim heylê”. Bêje bi awaza xwe ya Araradî…An jî “Rom ketiye Geliyê Zîlan, berxê çavreş kale-kal e…” De fermo bêje hevalê, da ku tixûbên mirin û jiyanê winda bibin li rûyê demê… Erê, keça stranan, dizanim ku tu niha jî stranan dibêjî…Dibe ku guhên me yên nebes nebihîze jî, lê tu stranên xwe didomînî, didomînî…
Te di nameyeke xwe de wiha gotiye ji hevalekî re ( dîrok-1995): “Meksîkayî dibêjin” Xwedê! Min, ji min biparêze! “ Vê gotina wan gelek balkêş tê ji min re…” Lewre te, nebesiyên mirov baş dîtibûn, digel tarî û kelemên wê/wî… Qey loma tu hewqas pir diramiyayî Semayê, loma xewnên şeva ji te dûr ketibûn?
Pêşiyên me dibêjin: “Kes rovî û qijikan nake qefesê. Lewre qefes ciyê bilbil û şêran e”. Rast dibêjin û jixwe tu jî bilbila çiyayî bûyî li qefesê. Tu hem bilbil, hem jî gul bûyî. Loma jî dil û zanîna te evîna herî zor dijiya. Lewre tu hem jana gulê hem jî ay bilbil dijayî di tenêtiyên dûr û dirêj de. Her wiha tu şêra Kurdistanê û evîndara azadiyê bûyî. Loma jî qefesa teng û tarî ji te re zor dihat, loma jî te ne qefesa zindanê ne jî a dogmatîzmê dipejirand û şikand. Tu çûyî hey çûyî; bûyî rêwiyeke bêdawî ji demê re… Semayê! Te digot “Di tarîka şeva hîcran de çirayek sotim heylê…/ Nema min sebr û aramek fîraqa te ez nexweş kirdim…” Te digot û dîrokê, û êş û janê hezar hîs dikir…
Lewre te, ji zanîn û hînbûnê hez dikir û tu keçek entellektûel, rewşenbîr bûyî jî…Loma jî te gotina ku jiber nedikir, her wiha te xwe digihand wateya wan û tu ji wan wateyan çûyî gelek wateyên din…Loma jî dema ku tu bêyî bîra mirov; wate û lêgerîn jî tên bîra mirov…Pûşper e niha û tu dizanî ku zindan çiqas teng lê çiya çiqas azad in. Loma jî tu her Newroz ji nû ve birê dikevî, zozan bi zozan digerî, digihîjî hezîranê û ber bi dawiya wê ve koçbar dikî, berê xwe didî Munzûran, berê xwe didî riyên dûr û dirêj û zozanên nû dibînî ji xwe re û ji me re. Hezîran e niha û porê te yê ku bi barana Newrozê şil e, hêdî hêdî ziwa dibe, dayîkek Araradî dilorîne û porê te dihone. Hin keziyên te dibin Adar, hinek dibin Nîsan, hinek jî dibin Gulan û Hezîran…Keziyên te dirêj û pir in, bêhna baranê ji wan tê…Dema ku dayîk porê te dihone; di nava agir û baranê de dimîne…Şil dibe û dişewite, dişewite û şil dibe…
Semayê! Dema ku keçek delal koçbar dike ji vê cîhanê stran dimirin û bilbil û gul xwe dişewitînin? Dema ku şahiya Newrozê tê welat, keçek delal çima dişewite û pêt bi pêt digihîje Hezîranê? Û çima birînên Newrozê xwe digihînin Hezîranê, diêşin diqîrin! Lê tu dîsa jî dikenî Semayê, hêj jî dikenî bi birînên xwe re…
Ay dil aydil dilê min / pepûk dixwîne li warê min/ Xezala min dibeze / dibêm vegere rinda min… Agirî Sema dişewite / Agirî gul jî dişewitin/ Agirî ez jî dişewitim / Zanim tu jî dişewitî / PORÊ SEMA DIŞEWITE…
MÎZGÎN AYDIN
|