Sesli Chat

Admin: 0 / 7
Üyeler: 10 / 58105
Ziyaretçiler: 355
Bugün: 3 / Dün: 13

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Şifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ı tanıyalım
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Şehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüşme Notları
Kitapları
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazıları

Yararli Dosyalar
Yardım
Nasıl Resim veya Video eklenir?

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Rêber APO
Sanatçılar
Şehitler

Şehitler Köşesi
Mayıs Ayı Şehitleri
Haziran Ayı Şehitleri
Ekim Ayı Şehitleri

Gerila TV

Sponsorlarımız
Ciwan

Basında RojaCiwan


OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Ubuntu ya Kurdî

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


Berfîn


Ev nav, ewê zaroka ku bi tenê sekinîye, birûyên wê bi awayekî masûmane ber bi cênîkan belav bûne, çavên wê yên kesk ku tê de xemgînî û tûrebûn bi hevra xuya dikin, û lêvên wê yên xeyîdî bi bîra mîn tîne, herweha wê berfa spî ku li palên çiyan kom bûne, zinarên mor yên çiyan, wan mezrayên bêdeng û xip-xalî û wan mirovên ku pê re îxanet hatiye kirin bi bîra min tîne.
Gava ez vî navî dibhîzim dibim kurd.
Dibim zarokeka wî nijadê ku lê heqaret tê kirin, biçûk û nizim tê nîşandan, bi birûskên belayê tê lêxistin.
Ez dibim wek Mûsayê ku nikaribû Behra Sor biqelêşe, Îsayê ku nikaribû ji çarmixê peyabe, Muhemmedê ku nikaribû hîcretê bike.
Bêçare me ez.
Bi hêrs im.
Bi tenê me.
Gava ez vî navî dibihîzim, ez kurd im.
Maneya "Berfîn" bi tirkî "kardelen çîçegi" ye.
Gava ez vî navî dibihîzim, ez stiranek im, kilameke xemgîn im, dengê bilûrê me li çiyan.
Hinekî jî stûxwar im ez.
Xemgîn im ez.
Hertim li min îxanet hatiye kirin, hertim navê min kirine xayîn.
Zarokên min ku ştin, ji min ra gotin tu qatil î, tu mirdar î.
Yê ku mal xirab bûye ez im, yê ku şandine surgûnê ez im, yê ku berbi êvarê cinazê kurê wî bi ereba ga tînin ez im.
Ne hîştin ez kilamên xwe bêjim, ne jî destûr dan ez bi serbestî bigrîm.
Ez kurdek im û hertim ji min xwestin ku ez ji bilî kurd bibim tiştekî din.
Yê ku nikare navê dayika xwe li zaroka xwe bike ez im.
"Berfîn" bi tirkî "kardelen çîçegi" ye.
Û, ez dema vî navî dibihîzim dibim kurd.
Dîsa qedexe kirine navê Berfîn.
Qanûn, hukumat, parlemento, evana qet di bîra zordestan de nî nin, ew ji navekî ditirsin û qanûnên xwe pêpes dikin.
Nahêlin ku ji zarokan re bibêjin Berfîn.
Ew efendiyên veşartî ne, rûyên xwe vedişêrin, nasnameyên xwe vedişêrin, di kûrahiya dewletê de digerin û ji yasayên xwe re îxanetê dikin, ji zarokan ditirsin, ji stiranan, ji gul û çîçekan, ji rengan, ji navan ditirsin.
Ew ji xwîna min in û min şermezar dikin.
Êdî ez ne ji wan im.
Ez, ne ji wan im yên ku navê zarokan qedexe dikin.
Ez, ne ji zordestan im.
Ez tevî bindestan dibim.
Gava Berfîn tê gotin ez dibim kurd.
Û, ez êdî li bendê me ku tirk îsyan bikin.
Ez li benda dengê wan tirkan im yên ku li dijî qedexekirina gotina Berfîn ji zarokan re, dengê xwe bilind bikin.
Gelo kesekî ku li dijî neheqiyê derkeve tune di nav nijadê min de?
Gelo di nav tirkan de kes tune ku hêrs û kedera dêûbavê ku nikare navê dayika xwe li zaroka xwe bike parve bike, tune kesek ji xwîna min li dijî neheqiyê derkeve?
Gelo kesekî ku ji vê bêdengiyê şerm bike, kesekî ku di nav bindestan de rastî kunya xwe bê û bi vê yekê aciz bibe tune?
"Berfîn" bi tirkî "kardelen çîçegi" ye.
Dîsa navê "Berfîn"ê qedexe kirine.
Çend sal e evana ji kulîlka Berfînê ditirsin.
Çend sal e ji zarokan ditirsin.
Dema ez navê Berfîn dibihîzim dibim kurdek ji kurdan.
Ez dibim Mûsayekî ku nikaribû Behra Sor biqelêşe, Îsayê ku nikaribû ji çarmixê peyabe, Muhemmedê ku nikaribû hîcretê bike.
Ez li çiyan Berfînek im.
Û ditirsim ji tirsa tirsonekan.
Bi hêrs im.
Bêçare me.
Bi tenê me.


Ahmet Altan





Copyright © www.hezaciwanan.com Tüm hakları saklıdır.
Yayınlanma:: 2006-04-16 (8120 kez okundu)

[ Geri ]
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği

Son Röportaj
Xemgin Birhat
Xemgin BirhatHeval kavramı birliğin ve dayanışmanın sembolüdür

Anket
Avrupadaki Kürt Gençligi`nin sürece iliskin tavri nasil olmali?

Serhildanlar gelistirilmeli,eylemlere hiz vermeli?
Maddi manevi destegi ile Partiye destek vermeli?
HPG saflarina katilim saglamali?
Genclik gücü ile hepsini yapabilmeli?



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 17

CIWANÊN AZAD
CİWANÊN AZAD

CİWANÊN AZAD

TZP-Kurdî

Ferheng

Online Müzik

Medyalar

HALİL DAĞ

RojaCiwan'da ARA


Kürtce Eğitim

[ 1 | 2 ]
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.198 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.