Di dîroka mirovahiyê de, herdem lêgerîneke bê dawî li metodên xwe îfadekirinê heye. Pêwistiyek xwezayî ku insan hest, nerîn, daxwaz, hêvî, þahî û xemên xwe bide diyarkirin. Belkî ev yek bi qêrîn û hin hereketên nepenî li cem insanê destpêkê dihate nîþankirin. Carna bi xîzikên li ser dîwaran, carna bi resiman û carna jî bi dengên cuda wan kesan beþek ji ramanên xwe îfadedikirin. Weke berdewama vê tekoþînê, bi hewildaneke mezin êdê mirovan metodên nû deranîne holê. Bi pêþketina mirovahiyê re, gelek Alfebayên cuda derketin. Êdî mirovan beþek ji ramanên xwe bi axaftin û nivîskî tanîn ziman. Lê belê dîsa jî, ev metoda han di nava beþekî de ma û çarçeveyeke net derbasnekir. Di gel hemû metodan de, ev metoda nû di nava sînor û bendan de, xwe nagihand her deverê. Niha jî em dighêjin xala herî giring, ew zimanê ku tîp, biwêj û bilêvkirinan nasnake. Bê qeyd û bend, li her deverê derbasdibe. Ew zimanê hesta ye.
Çiye gelo, ev ziman û çawa tê famkirin ?
mirovê ku fêrî vî zimanê bibin, êdî nema sînor, rêyên dirêj, dûrketin û peyvan nasdike. Eger ku tu karibe hestên xwe baþ fêrî vî zimanî bikî, wê demê tê karibe bi her kesî re xeber bide, çi dûr û çi nêzîk. Gelek lêkolînvanan di vî derbarî de lêkolîn çêkirine. Lê hê heya niha bi awayekî zelal hêza van hestan ne hatiey diyarkirin. Lê zanistiyî isbatkiriye ku mirovên nêzî hev, çi qasî dûrî hevbin jî bi hevdu hisdikin û hestên wan bi hev re diaxivin. Her wiha ec ziman ne tenê di navebra mirovan de tê bikaranîn, tu dikarî sînorên mirovan derbasbike. Tê karibe xwezayê re, bi dar û bexçan re, bi çiya û newlan re, bi çivîk û bilbilan re biaxivî. Wê demê pir hêsane ku bi xwezayê re bibe heval. Di dîroka me de navê Feqê Teyran gelekî hatiye bihîstin. Tê gotin ku wî bi zimanê teyran dizanî bû û bi wan re diaxivî. Mînaka herî balkêþ jî hestên dayikan e, ku her dem bi zarokên xwe hisdikin û di xwenên xwe de erwþa wan diþopînin. Evîndar jî gelek caran bi vî zimanî bi hev re diaxivin û nameyan ji hev re rêdkin. Hevalên dilsoz jî ji vî zimanî ne dûrin. Yanî ev zimanê bê axaftin, di nava xwe de bi hezaran þîroveyan himêzdike. Lê sedî sed fêmkirin, yan jî fêrbûna vî zimanî ne hêsane. Berya her tiþtî pêwiste tu xwe ji hemû tiþtên ne rind qutbike, ruhê xwe ji nava tiþtên madî derbixe û ber bu rojê ve bilindbike, bi xwezayê re bike yek.
Di nava bend, qeyd û sînorên civakê de nemîne, ne fetis e. Ruhê te her dem li jor be û tu hêz nikaribe destên xwe bi gihîne wî ruhî. Wê demê hestên te wê fêrî vî zimanî bibin. Yek ji mercên fêrikina vî zimanî jî ewe ku tu bibî xwedî hestên hesas û dilovan be. Bê guman ev merc û taybetî di rastiya jinê de hê bêtir xwe rûdidin. Destpêkirina mirovhiyî de li ser cîhanê, ya ku têkilî bi xwezayê re danî û dest bi çandiniyê kir, bi giha, dar û bexçan re bû heval, jin bû. Mêr tim li derve di nava karên qeba de ku ji wan re ne hest, fîzîk pêwist bû, dima. Vê yekê bi xwe re bi awayeke objektiv, hestên jinê lipêþxist û fîzîka mêr bihêzkir. Êdî ev rastî di cewherê jinê de hate neqiþkirin. Piþtî wê demê û bi destpêkirina desthilatdariya mêr, jin di nava pêvajoyên gelek tarî de derbas bû. Pir hêsn bû ku mêr hest û ramanên xwe li her deverê û bi her metodî diyarbike. Bû helbestvn, hunermend, þervan û mora xwe li hemû beþîn civakê xist. Pir bi hêsanî dikarîbû di derbarê fîzîka jinê de, ne tenê hest, daxwazên xwe yên cinsî jî diyarbike. Vê yekê bi xwe ji bo mêr qutbûneke mezin ji rastiya jinê re anî û newalên mezin di navbera herdu cinsan de destpêkir. Ji hêlekê ve ji bo ku mêr zora hestên xwe yên ziyîf bibe, zexteke hundurîn li hemberî xwe dida meþandin. Ji hêlekê din ve jî carna bê pîvan daxwaza wan hestên bê kontrol diyardikir. Lê belê ji bo jinê ev rewþ pir cudatir bû. Qeyd û bendên civakî, qedexeya li ser ziman û xwe ifadekirina jinê, bi xwe cîhaneke mezin ya hundirîn anî. Êdî ew hestên ku nikarîbû di rêya helbest, nivîs û H.W anîba ziman, di hundirê jinê de cîhaneke mezin afirand û hestên wê pir bi hêzkir. Ev hemû xal li hevdu komdibin û rastiyekê dertînin holê. Ku ev ziman li ba jinê pir bihêztir e. Tiþtên ku nikarîbû bi axaftinê bîne ziman, bi hestên xwe diyardikir, bi xwezayê re parvedikir. Yanî jin, hunermendek xwezyî ye, helbestvan e, wêjevan e, dengbêj e. Wêje bi xwe cîhana hestaye. Carna þîfra zimanê hesta ye, carna jî zimanê fermî yî wa ye. Wêje neqiþkirina hestên mirovan e. Ya ku herî bêtir hunera neqiþkirinî dizane jî jine. Pir caran hêvî, daxwaz û azarên xwe, bi helbestekê neqiþde. Hestên xwe yên pêçayî bi hin biwêjan diyardike.
Belkî taboloyên pir cuda dertêne holê, lê di encamê de hin hêviyên pêçayî bi nazikî vedike û mîna çivîkên nû ji dayikbûyî bi firê dixe. Careke din hevaltiya xwe ya bi xwezayê re dubaredikir û bi wî zimanê þêrîn yê ku her kes tikare fîmbike, nameyên hêvî, daxwaz û evîna xwe li her deverê belavdike. Jin û wêje cêwîn e. Ji bo ku zimanê wêjeyî yê jinê bê fêmkirin jî, gereke cîhana wê ya hestan were naskirin. Ew zimanê bê sînor û bê qeyd, were famkirin.
|