Amed
Amed bajarekî li bakûrê Kurdistanê ye. Yek ji bajarên mezintirîn di Kurdistanê de û paytexta manevî ya Kurdistanê ye. Li Amedê bi piranî kurd, tirk û ermenî dijîn. Dîsa di nav Kurdên bajêr ji zaza (kirmanc, dimilî) û kurmancan pêk tê. Amed îro bi zebeþên xwe û bi keleha xwe bi nav û deng e.
Navên bajêr
Bajar 1300 sal berî Îsa di dema Asuriyan de, bi navê Amîd (Amîda) hati bû naskirin. Piþtre bi dorê Amed, Ameda resh, Diyar-ê Bekir û wek Diyarbakýr nav hatiye guhertin.
<Coxrafya
Ciyê Coxrafi û sinoren bajêr
Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li bashûr bi Mêrdînê, li bashûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlikê ve tê girêdan.
Teybetiyên Erda Bajêr
Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê çiya% 37.0 , desht % 30.6 û plato jî % 30.4 e. Erda herêmê % 95´ê wê ji bo zîreetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebesh, tutûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Îklîm (Av û Hawa)
Li herêmê îklîmek reshayî hukum dike. Havînan pir germ û zuha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.
Nifûs (1997) û navçeyên bajêr
• Navend 641616
• Bismil; Nifûs 151769, pîvana erdê 1748 km² ye. Navçe 60 km li bashûrê rojhilatê bajêr e.
• Þamkuþ (Çermik); Nifûs 50662, pîvana erdê 1032 km² ye. Li rojava yê bajêr e.
• Çinar Nifûs 55957, pîvana erdê 1952 km² ye. Li bashûrê bajêr e.
• Çingûþ; Nifûs 14589, pîvana erdê 489 km² ye. Li bashûrê bajêr e.
• Dicle (Pîran); Nifûs 37581, pîvana erdê 738 km² ye. Navçe li bakûrê bajêr e.
• Egil : Nifûs 19176 e.
• Erxenî ; Nifûs 87182 e, 1489 km² ye.Li ser rêya Elezizê û Diyarbekirê ye.
• Hênê; Nifûs 28 459, pîvana erdê 415 km ye. Li baþûrê bajêr e.
• Karazê (Kocakoy); Nifûs 13660 eç
• Pasûr (Qulp); Nifûs 29694 e, pivana erdê
• Licê Nifûs 18696 e, pîvana erdê 1083 km² ye. Li baþûrê bajêr e.
• Silîva (Farqîn); Nifûs 117 528 e, pîvana erdê 1379 km² ye. Navçe li rojhilatê bajêr e. Bajar ciyekî kevn e. Kela Zembîlfiroþ li vir e.
• Hezron
Tevayiya nifüsa herêmê :1282678
Çiyayên herêmê: Qerejdax (1919 m), Pîreceman (2010m), Mîhrap (2100m), Adem (2100m), Lîs (2220m), Suplis (2280m), Koz (2283m), Qirdîlek (2350m), Berbihîv (2593m), Andok (2830m)
Deþtên herêmê: Gewran (Erxenî 15000 hektar), Qerexan (nêzî qerajdax 10000 hektar), deþta Diyarbekirê (40000 hektar), Kîka (navbera Çinar û Bismilê 25000 hektar), Behremkî (Bismil 18000 hektar) û ber û berê çemê Dicle ve jî pir deþtên biçûk hene
Çem û gol: Çemê Dicle, çemê herî mezin ê herêmê ye.Çemê Embarê, Batman (Qulp û Farqîn), Medya (Çêrmûg) û Kalxane (Erxenî) jî yên din yê herêmê ne. Li Diyarbekirê golên tabîî tunene. Golên bendavan(barajan) wek; Devegeçîdî, Qaraqaya, Qurtqaya, Ortavîran Goksu, Qralkizî û Gozegol.
Serwetên bin erdê: Hesin, qurshûn, çînko, manganez, asbest, sifir, barît, fosfat, malzemên ji bo tuxla û kiremîdan,rijiya kevir û van salên dawiyê jî bi taybetî li hêla Farqîn û Bismilê damarên petrolê jî hatine dîtin, lê ev hîn nehatine bikar anîn.
Babetên heywanan: Ji bilî heywanên kedî li herêmê, heywanên wek hirç, çeqel, rûvî, kevroshk û babetên teyran jî, qertel, legleg, qijak, kevok, bilbil, yên herî pir in ku karin li herêmê peyde bibin..
Dîn (ol) û civak: Nifûsa bajêr piranî musluman in.Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka muslumanan ji mezhebên shafiî, henefî û elevî pêk tê.Tarîqeta Naqshîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Sêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya Siltan Silêman, li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin.Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, tirk, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.
Xwarinên herêmê
• Meftûne; Goshtê perçekirî di beroshê de tê sorkirin. Balîcan, sîr û firingî (yan jî ava firingiya) têkel dibe. Ava simaqê bi ser da dibe û tê kelandin.
• Mehîr; Mast (dew), hêk û xwê di beroshê de tê li hevxistin . Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.
• Kalek, Qedayif, Beqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.
Kincên herêmê
Piraniya mêran shalvar, îshlig (gomlek) û êlek li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene. Kum, shewqe yan jî kefiya sipî li serî heye.
Jinên Diyarbekirî fîstan yan jî zibûn li xve dikin. Piranî jinên zewicandî çarikan(kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan jî sharpe didin serê xwe. Kesên ku çarshefa resh li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên mehelî li xwe dikin, piraniya gel kincên modern li xwe dike.
Ciyên turîstîk û gerê
Amed ji alî tebîetê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê pishtî kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bejêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê (GOLCIK) ku di hundirê hudûdên Elezîzê de ye. Wekî din baxçên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye. Binihêre:
• Bedena Bajêr
• Bircên Bedena (sûr) Amedê (Birca Ben û Senê, Birca Heft Birayan, Birca Bizinê)
• Piraya Dîcleyê (Piraya dehderî)
• Mizgefta Bilind
• Minareya Çarling
• Dêra Meryem Ana
• Dêra Sûrp Gîragos ya Ermenîyan
• Mizgefta Safa
• Mizgefta Behram Paþa
• Mizgefta Hezretî Silêman
• Xwendegeha Mesûdîyê
• Xwendegeha Zîncîrîye
• Xana Delîlan
• Xana Hesen Paþa
• Muzeya Arkeolojiyê
• Muzeya Ziya Gokalp
• Muzeya Cahît Sitki Tarancî
• Koþka Ataturk
Dîrok Ji bo gotareke dirêj binêre: Dîroka Amedê
Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bendena Amedê û bircên wê ne.
Kronolojî
Berî îsa
• ~7250-6750 dema neolîtîk
• ~5000-4000 dema kalkolîtik
• ~3000 dema dema tunc
• ~2000 dema Hurrî û Mîtaniyan
• ~1200- 600 dema Asûriya û Urartiyan
• 550- 331 dema persan
Pishtî Îsa (zayîn)
• 226-395 dema Romayiyan
• 395-639 Dema Bîzansiyan
• 639 dema Ereban
• 661 dema Emewiyan
• 750 Dema Ebasiyan
• 984 dema Merwaniyan
• 1085 dema Selçûkiyan
• 1232 dema Eyubiyan
• 1507 dema Sefawiyan
• 1515 dema Osmaniyan
• 1982 - Berxwedana mezin di zindanan de
Berxwedana zîndana Amed
Di tekoþîna azadiya kurdan Amed roleke girîng leyîst. Di berxwedana hember faþîzmê 12 Îlonê û dagirkeriyê de Amed rolekî taybet leyîst. Li zîndana Amed þoreþgerên PKK'ê wekî Mezlum Doxan, Ferhat Kurtay, Kemal Pîr û M. Xeyrî Durmuþ ber xwe dan û þehîd ketine.
Belediye
Wek serokê belediye yê Amede di hilbijartinên 28ê Adara 2004an de Osman Baydemir hat hilbijartin.
|