|
Gelek tişt û kes hene
Hê em pênehesiyane
Hûn li ser vê yekê qet fikirîn gelo?!..
Dar hene; koka wan ew qas xwe gihandiye kûrahiya axê ne bayekî ji dûr tê dikare çiqlên wan bihejîne ne jî bivirên di destê celadan de dikarin xwe li qirika wan bidin. Ew her dem li ser piyan e. Ew gelek caran bi xwînê tên avdan, û bi rondikên eşq û evînê.
Gava belgên wan diweşin, ax axîn û kesereke kûr vedide ji bo wan!..
***
Dilop hene; hûrik hûrik dibarin. Çirûskan baş dinasin. Dizanin, ji rehma her çirûskekê birûskek vedije. Dema ku weke rondikên asîman ji çavên ewran dibarin destê xwe didin hev û li ser rûyê axê hevdu hembêz dikin, li bin dengê birûskan û li ber awirên ewran. Dibin kanî. Kaniyên ku qet naçikin. Ji wan kaniyan her kaniyek der dibe û dibe co û cobarek. Her co û cobar diherike û dibe çem, li ber hilma bayên bênavnîşan. Çem diherikin di nava newal û geliyan de. Û dibin rûbar. Ku rûbar dema diherikin sînga lat û zinar diqelişînin. Guregura wan deng vedide di nava dilê çiyan de.
Û gava dilopeke xwîna sor, bê dem û wext, xwe ji rehên zarokekî berdide ser rûyê axê av dinale û her dilopek di giyana rûbarekê de dikeve ber taya xwekuştinê. Ku xwekuştin serhildanek e bêxwîn e, her ku dem dibe kujerê xwînê.
***
Çiya hene; ne helbestvan dikarin qala wan bikin, ne çîrokbêj, ne jî çiyager. Ew dayikên egîdan e, ku egîd jî nikarin qala wan bikin. Wan di hembêza xwe de can û canan mezin kirine, ku ne can dikarin wan bînin ziman ne jî canan. Canemêr û canejinan xwe di neynika wan de nas kiriye. Ma kî dizane kanê wan çiyan di hembêza xwe de çend can û canan, çend canemêr û canejin hem mijandine hem hejandine. Lê ne canemêr dikarin çîroka sûretên xwe ya di wê neynikê de veşartî vebêjin ji demê re ne jî canejin… Heke rojekê ew bên ziman, ax dê bi her du çavên xwe bibîne ku çawa dilerize û diheje erd û asîman!..
Û her ku birîndar dibin çiyan, heram dibe li ber çavên demê jiyan!..
***
Gotin hene; weke tîr in. Gava ji kevanê derdikevin xwe li eniya armanca xwe didin. Bê hestî ne. Bê goşt in. Di qefesên sînga mirovan de tu car êxsîr nebûne, zincîrên xwe şikandine û di meydana azadiyê de govenda jiyanê digerînin. Dema dest didin hev, bi giyaneke azad, hevokên eşq û evînê diafirînin. Hevokên ku ne împarator dikarin xwe li ber hilma wan bigirin, ne ji ayetên bê nav û nîşan. Gotin hene, gelek caran haja demê pê nîn e, lê her tişt bi wan dest pê dike. Dema ku tên ser ziman diguhere êdî jiyan.
Û gava ku gotin di nava agirê çavên celadan de dibe mirovkujek întihar dikin hemû hevokên eşq û evînê, û azadî bê hilm û nefes dimîne!..
***
Stêrk hene; ku di şevên herî reş û tarî de giyanê didin miriyan li taristaneke bêhilm û nefes de. Û gava ew stêrk dirijin asîman heyfa xwe tîne û rondikan dibarîne ji bo wan…
***
Dem hene; dem û dewran veşartîne di xêzên eniya wan de.
Û gava qala wan tê kirin ‘dem’ bejna xwe ditewîne li ber wan!..
***
Dîrok hene; … (sê xal) baz didin li pey wan. Ji ber ku çiqas qala wan bê kirin çîroka wan nayê gotin ji demê re.
Û kengî ew dîrok bên jibîrkirin, hingê serê mirovahiyê dê bê jêkirin, ku ser nebe beden dê birize, di nava kêlikên dîrok(k)uj de!..
***
Çîrok hene; … (sê xal jî) têra wan nake. Navê wan tenê bes e ji bo vegotina wan. Gava neyên gotin mirov nav û nîşana xwe ji bîr dike, çavkaniya xwe winda dike. Ku mirov bi nav û nîşana xwe hene, bi çavkaniya xwe!..
***
Awir hene; di nava wan de dar şîn dibin, dilop dibarin, çiya bilind dibin, gotin zêde dibin, stêrk dibiriqin, dem diherikin, dîrok vedijin û çîrok tên vegotin!.. Ew awir, hê di meydana demê de, li ber çavên mirovahiyê li ber xwe didin hê!..
***
‘Mirin’ hene; bêkefen in. Bê gor in. Bê navnîşan in. Bê nav û nîşan in. Ew ‘mirin’ tu car namirin û her dem vedijin ji hilma jiyanê.
Jiyan hene; heke hûn ji xwe bawer bin û we hemû qeyd û zincîrên giyana xwe şikandibe fermo, guh bidin dengê dilê xwe, kanê ew jiyan kîjan jiyan e?!..
**
Canejin hene; hem can in hem canan. Û ew in xwedî wan awiran.
Canemêr hene. Hem can in hem canan. Û ew in xwedî wan awiran.
***
Û ew canejin û canemêr bi rastî jî mirov in. Mirovên ku ‘mirovbûyîna mirovahiyê’ li ser piyan digirin di mirovbûna xwe de. Her dilê bi ruh û giyan baş dizane ku, hebûna wan çavkaniya hebûnê ye, ‘nebûn’a wan jî hebûn e. Ew mirov li ser sînga xwe daran av didin bi dilopên xwîna di rehên xwe de. Çiyan dihewînin di dilê xwe de û gotina diafirînin qasî wan çiyan azad û mezin. Stêrk xwe dispêrin çavên wan û dem li gel rûbarê dilê wan diherike. Ew hem dîrok in hem çîrok in. Dîrok bixwaze jî nexwaze jî dê çîroka wan vebêje. Çîrok bixwazin jî nexwazin jî dê dîroka wan vebêjin. Ji ber ku wan di her ‘mirin’eke xwe de jiyan afirand. Lê bi rastî jî jiyan. Jiyaneke ku ruh giyanê dide ‘mirin’ê û miriyan bi çav û gav dixe li ber tofan û xezeba demê…
***
Erê; hene. Di her kêlika jiyana me de tişt hene, an jî kes. Her ku dilê me xwe hiltavê di sînga me de ew weke ruh û giyana me bi me re ne. Ew bixwazin jî nexwazin jî nikarin terka me bikin. Ji ber ku ew hene… Em bixwazin jî nexwazin jî nikarin wan dûr bixin ji xwe, an jî xwe dûr bixin ji wan… Ji ber ku em hene…
Û em heke em bin em ê bê şik û guman, bêtirs û xof bikaribin ‘hebûn’a xwe diyarî bikin ‘nebûn’a wan!.. Ji ber ku ‘nebûn’a wan di rastiya xwe de hebûna me ye. Heke em hinekî kûr û hûr li ser bifikirin em ê bi vê yekê bihesin.
***
Jibîrkirina ‘hebûna xwe’ mezintir bêbextî û xiyanet heye li ser rûyê vê cîhanê? Hûn qet li ser vê yekê fikirîn gelo? Û hûn qet fikirîn ku em ji bo çi û çawa hene?!.. |