|
Em derbasî 25 saliya pêngava 15’ê Tebaxê dibin.
Bêguman ev roj, di dîroka gelê me de bi herfên zêrîn hatiye nivîsandin.
Û di her salvegera wê de, gelê kurd weke cejna serîrakirinê bi coşeke mezin pîroz dike.
Bi pir aliyên xwe serhildana herî giring e.
Bi rêberiya xwe ya xurt, bi hişmendiya xwe ya hemdemî, bi bandora xwe ya mezin û berfireh, bi berdewamiya xwe ya herî demdirêj û hwd, bi gelek taybetmendiyên xwe, ji hemû serîhildan/raperînên berî xwe watedartir e.
Her wiha di dîroka PKK’ê de weke pêngava bingehîn tê zanîn û heta îro jî mirov dikare bêje hemleya bingehîn a ÊDÎ BES E jî bi 15’ê Tebaxê re hatiye destpêkirin.
Lê ji aliyekî din ve, mirov dikare bêje hema dîroka despêka tevgera PKK’ê bi xwe her despêkirina hemleya ÊDÎ BES E ye.
Ji afirandina vê fikir/ramanê û vir ve, civandina gruba APOCIYAN, damazrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (27.11.1978), serihildanên Hilwan û Sêwregê, berxwedana zindanan, li ser biryarên Konferansa 1’emîn û Kongreya 2’yemîn vegera welat û damezrandina Grubên Çekdar ên Propagandayê, bi avakirina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) û despêkirina pêngava 15’ê TEBAXÊ û heta roja îro evana hemî bi serê xwe her yek weke hemleyekê an jî konaxên hemleyan e.
Dema niha jî bi serê xwe pêvajoya Îmraliyê, Oremarê, ZAP’ê û hwd. hemî hemleyên ÊDÎ BES E ne.
* * *
Ji ber ku salveger e û mijar jî 15’ê Tebaxê ye, bêguman cihekî xwe ye resen, taybet û giring heye di jiyana me de, yê vê rojê.
Piştî derbeya faşist a leşkeriyê ya 12’ê Îlonê, him şoreşgeran derbeyên mezin xwarin û him jî bi zilmeke dijwar tirs û bê hêviyên giran xiste nava gel.
Eger pêngaveke weke 15’ê Tebaxê nehata avêtin, ne şoreşger li hev dihatin civandin û ne jî tirs ji nava civakê derdiket û ne jî hêvî û bawerî çêdibû.
Di vê mijarê de xaleke gelekî giring heye, divê qet neyê jibîrkirin, ku ev pêngav ne bi tenê leşkerî bû. Heta ji leşkerî pirtir, siyasî, felsefî û civakî bû. Her wisa ne bi tenê li dewletê xist, di heman demê de li kevneperestî û nezantiya kurdan jî xist û ji van hemiyan re got, ÊDÎ BES E.
Hilbet ev pêngav jî bi hêsanî pêk nehat.
Di encama gelek amadekariyên demdirêj û bi zanebûn, bi hostayî, bi plan û bi projê derkete hole.
Divêt ku, neyê jibîrkirin ev amadeyiyan hemî bi pêşengiya mejî û keda Rêber APO hate afirandin.
Her wiha divêt rola berxwedana lehengên şehîdên zîndana neyê jibîrkirin.
Ez jî, van şehîdan careke din bi dilsozî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim û ez jî dibêjim ÊDÎ BES E.
15’ê Tebaxê li gelê me pîroz be! |