|
Gotineke pêşiyan di nava kurdan de heye ku wiha ye: “Xwîn nabe av...” Bi dehan sal in ku kurd ji bo standina Kerkûkê şer dikin, xwînê didin û bi sed awayan malwêraniyê dibînin.
Di Kurdistanîbûna Kerkûkê de tu guman nînin û belgeyên dîrokî vê rastiyê baştir ji me re didin selmandin. Navê Kerkûkê bixwe navekî kurdî ye û bingeha xwe ji navê Kardoyîyan distîne ku wek kalikên kurdan hatine binavkirin.
Di serdema Osmaniyên de ku desthilatdariya wan zêdetir ji 600 salan berdewam bû Kerkûk wek qezayeke wilayeta Şarezor hatiye binavkirin. Di gelek pirtûk û belgeyên din de jî ev rastî li ber çavane û pisporên şareza û bi wijdan jî vê rastiyê venaşêrin. Di pirtûka “Tarix elerqam” de jî wiha hatiye nivîsandin: “Kerkûk Kurdistanin bir kentidir (Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye.)”
Vê carê rayedarên hikûmeta Iraqa nû (!) bi aşkerahî ji me kurdan re dan îspatkirin ku tu cudahî di navbera wan û Baasiyan înkarger û cinayetkar de tune. Baasiyên şovenîst çûne û cihê xwe dane komeke din ku riya wan bidomînin. Lê kurdan û bi taybetî jî kurdên bajarê Kerkûkê bi xwîn û helwesta xwe ya dîrokî vê carê riyeke din ji bo çareserkirina vê pirsgirêka girîng û dîrokî vekirin. Her wiha lîderê kurd nemir Mistefa Barzanî di çaxê xwe de li ser Kerkûkê gotineke wiha kiribû: “Ez nikarim li ser Kerkûkê ticaretê bi tu kesî re bikim. Çimkî naxwazim rojekê kurd bên ser gora min û lanet û nifran li min bibarînin...”
Di salên 1950’î de bi fît û piştgiriya dewleta Îngilistanê li Kerkûkê dîsa jî trajediyeke xemgîn li dijî kurdan pêkanîbûn. Hingî ji bo ku kurd li bajar nemînin, li dijî wan dest bi reşkujiyekê kiribûn. Karker, esnaf, mezin û dewlemendên kurdan li ser cadeyan dikuştin. Her wiha piştre 29 kes ji ciwanên kurd ku tev rewşenbîr û çalakvanên doza kurdîniyê bûn di meydana bajar de îdam kirin. Plan ew bû ku kurdîbûna nasnameya bajarê Kerkûkê bi yek carî winda bikin. Lê di van salên borî de kurdan bi hemû şêweyan îspat kirin ku Kerkûk ji Kurdistanê nayê dabirandin û axa Kurdistanê ye.
Di vir de gereke neyê jibîrkirin ku di derfetên herî hesas û zêrîn de herdu partiyên sereke (YNK û PDK)ê guh nedan paşeroj û qedera vî bajarê Kurdistanê. Xweziya sala 2003’yan dema ku Baasîzm hilweşî wan bi hêzeke hevpar bi yekcarî bajar girtina jêr kontrola xwe.
Ger di rewş û rojeke wiha de partiyên mezin li her çar parên Kurdistanê stratejiyeke hevpar di navbera xwe de durist bikin. Îran, Sûriye û Tirkiye bi hemû şêweyan bûne hevalbendên hev. Lê mixabin kurd û rêxistinên me yên siyasî ji bo tiştên pir biçûk teşebûsê bi hev nakin! Ji bo wê jî dîroka me her tim dubare û çendbare dibe. Em ji kiryar û pêşîneya xwe ibretê nastînin. Ev rastî weke xiyanetê di dîroka me ya têkoşanê de bibin mîrasekî malwêranker!
Di şert û mercên wiha de pêwîst e kurd li hemû cîhanê û Kurdistana mezin bi yek bin. Pişta hev bernedin û ji bo tiştên erzan xwe nekin rûreşên dîrokê. Bila êdî bes be bindestiya tijî heqaret û şermezarî. Çimkî ji destçûyîna Kerkûkê yê ji hemû kurdan re ziyanê bîne. Paşeroj û qedera siyasiya hemû kurdan bi mesela Kerkûkê ve girêdayiye. Pîrozbûna me di vê xebatê de tê wateya rizgarkirina Amed, Îlam, Urmiye û Qamîşlo jî. Werin vê dozê bernedin, da ku sibeha me ji roja me ya îro xweştir û geştir be.. |