damezirandina
PKK’ê ya 27 mîjdara 1978’an werdigire. Abdullah Ocalan di civîna
damezrandina PKK’ê de dibeje: “Li Tîrkiyeyê, yên desthilatdar lêþger
in, bo wî jî divê ji bilî siyasetê divê kurd rê û rêbazên nû yên
têkoþînê ji xwe re ava bikin. Di destpeka salên 80’an bo kû derfetên nû
ji bo xwe ava bikin û perwerdeyê bibinîn hêzên PKK’ê û Abdullah Ocalan
ji Kurdistanê bakur derketin derbasî Suriyeyê bûn. Di heman demê de de
gelek endamên PKK’ê jî hatibûn girtin û wan di serî de di girtîgeha
Amedê de berxwedanên mezîn pêk dianîn.
PKK’ê
berxwedanên girtiyên xwe weke bangawaziyeke bo wan a vegera welat
nîrxand û biryara vegera welat di kongreya xwe ya duyemîn a di sala
1982’yan de wergirt.
Li dû biryara kongreyê, komên gerîla berê xwe dane welat.
Yekineya
di bi fermandariya Egit de 22’yê tîrmehê, li Eruhê û di 15’ tebaxê de
jî li Þemzînanê êrîþên serkeftî pêk anîn. Ev erîþ weke guleya yekemîn
jî tê naskirin, gele kurd ev roj weke cejnêkê bi serhildanan pejirand.
Ev guleya yekemîn bû dengvedana berxwedanê û destpêka jiyaneke nû.
Rêveberê
Gele Kurd Abdullah Ocalan pengava 15 Tebaxê wisa dinirxîne. ”Pengava
15’ê Tebaxê navê cesaret û fedakariya dawî ya mîrovahiyê ye, ku di
dîrokê de mînakên wê kêm in û ev ê tu carî neyê jibîrkirin.
Mizgîniya
hîlweþîna çarenûsa paþverû ya gelê me ye. Heger hûn ji min bipirsin, li
cîhanê yan jî di dîroka mirovahiyê de gavek herî pewîst ku tê bîra te
heye, ez ê bêjim ’pengava 15 ê Tebaxê’ ”
PERGALA NÛ YA JINAN
Artêþ
Tirk bîi sîstema zordest û li gorî desthilatdariya mêran gel ber bi
tengezariyê dibir, jinên kurd bi 15’ê Tebaxe ji desthilatdariya mêr re
jî gotin na, wan ji bo maf, azadî û nasnameya xwe di nava refên
gerîlayan de cihê xwe girt.
Jina ku bi tena serê xwe nedikarî biçe ser kaniyê kete nava siyasetê.
15’ê
Tebaxê tesîra xwe ne bi tenê li bakurê Kurdistanê kir, bi demêre bi
dehan keçên kurd ji her parçeyên Kurdistanê di nava PKK’ê weke þervan
cih girtin. Weke Zîlan Pepule û Ronahî ji Rojhilatê,Viyan Soran ji
Baþûr û her wiha bi dena keçên ji Baþûr Rojavayê Kurdistanê di nav
rêxistina PKK’ê de þehîd ketîne an jî weke þervan di nava tekoþîna
azadiya gelê kurd cih digirin. Piþtî 15’ê Tebaxê mêrên kurd fêr bûn di
bin fermandarî û pêþengiya jinan de bimeþin. Weke fermandar Berîtan ku
bûye sembola berxwedan û serhildanê û pêþenga selhildana Cizîrê,
Berîvan ê.
JINÊN SIYASETMEDAR
Li
derveyî Kurdistanê û li nava Kurdistanê bi dehan saziyên jinên kurd
çêbûne. Di bin banê partiya civaka demokratîk DTP’ê de meclîsa jinan
hate ava kirin û ji bo parastina mafê jinan bi sedan sazî û komeleyên
jinan ava bûne.
Bi sedan
jinên kurd weke rojnamevan, stranbêj û her wiha weke ronakbîr derketine
pêþberî gel. Gel fêrî gûhdarkirina nêrîna jinan bûye.
ENIYA JINÊN KURD
Roj bi
roj eniya jinan berfireh bû û bi demê re jinan hewcedarî ditîn ku di
bin banê PKK’ê de xwe cuda sazûman bikin. Weke partiya Azadiya Jinan a
Kurdistanê PJAK’ê. Vê gava jinên kurd di bin navê Yekîtiya Jinên Azad,
YJA-Star têkoþîna çekdarî ya neteweyî ya gelê kurd û têkoþîna nasnameya
xwe didin. Her wiha weke saziya sîwan a saziyên jinên kurd KJB(Koma
Jinên Bilind) biryarên kû vê gavê digire, roj bi roj zêdetir tesîra xwe
li civak û tekoþîna azadiya gelê kurd dike. |