Jina
ku ji xwe biyanî bûye lêgerîna nasnameya xwe, têkoþîna guherînê ya ku
li hemberî nêzîkatiyên mêr ku jinê wekî yê din dibîne, her dem þer kir
ligel hemû zehmetiyan.
Tevlêbûna
jinan di destpêkê de li ser esasê pirsgirêka netewî be jî, lê her çû
tevlibûnên ku xwe disipêrin nasnameya cewherî ya jinê û lêgerên azadiyê
jî digire nav xwe û tevlêbûn bi zanistiya cinsî zêde bûn. Sedema
tevlêbûna jinê ya têkoþîna çekdarî derveyî pergalê, nasnameya cewherî
ya jinê û ligel derxistina vîna jinê bi têkoþîna azadiyê ya gel re nav
hev de azadiya nasnameyê jî armanc dike. Der barê 15’ê Tebax û jinê de
siyasetmedar Safiye Erol nêrînên xwe anîn ziman.
JI ÇANDA XWE DÛR KETIN
Siyasetmedar
Safiye Erol, bal kiþand ser dîroka kurdan û got ku di dîroka kurdan de
her tim êþ û hezkirin hebû. Erol, diyar kir ku kurd ji kurdîtiya xwe ji
çand û rastiya xwe dûr ketibû, þerm dikir. Erol, destnîþan kir ku bi
taybetî ji ciwan cilên kurdawarî þerm dikirin û ji ber ku kemalîstan
kurd her tim biçûk didîtin, ji bo xwe ji wan bidin naskirin gelek kesê
hewl didan ku bi tirkî biaxivin û diketin rewþeke wisa.
Erol, bal
kiþand ser helwesta dayikên kurd û got ku dayikên kurd wekî ciwanan
nebûn her tim bi cilên xwe kurdewarî serbilind bûn û kevneþopiyên xwe
diparastin. Li gorî Erol bi saya dayikan gelek kevneþopî winda nebûne
ew aliyek rastiya kurdan e.
BÛN XWEDIYÊ NASNAME
Erol,
destnîþan kir ku çalakiya 15’ê Tebaxê ne tenê derketina leþkerî ye,
çalakiya xwedîderketina çand û ziman e û wiha got: “Ji bo rastiya PKK’ê
bê bawerî dihat ferzkirin û tiþtek nabe, nêrînek bi vî rengî dihat
ferzkirin. Lê heval Egîd û Mahîr çi dibû bila bibe divê têkoþîna
çekdarî dest pê bike di vê biryarê de bi biryar bûn û bi îdia bûn. Li
dijî paþverûtî divê ev çalakî pêk bihata…”
Erol, da
zanîn ku betona ku bi salan e li ser kurdan hate þikandin, kurd tune
dihatin hesibandin niha bi têkoþînê kurdan hebûna xwe ispat kir. Erol,
da zanîn ku ew zarokên vî welatî ji bo gelê kurd bûn avahîsaz û yek bi
yek têkoþîna gelê kurd bilind kirin û wiha gotina xwe dom kir:
“Gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ‘Ez bîrê bi derziyê
dikolim û rojek bê her kes dê xwedî vê li têkoþînê derkeve.’ Niha her
kurdek vê gotinê baþtir fêm dike û dinirxîne.”
TEVLÊBÛN ZÊDE BÛ
Tevlêbûna
jinê di destpêkê de gelekî qels bû, lê di sala 1990’an de tevlêbûna wan
zêde bû, zêdebûna hejmarê hewcedariya artêþbûyînê bi xwe re anî. Heta
jin bi xweserî xwe birêxistin kirin. Erol, daxuyand ku bi keda Rêberê
Gelê Kurd jin hiþyar bûn û dest bi têkoþîna cinsî kir û wiha axaftina
xwe dom kir: “Artêþbûyina jinan di sala 1995’an de di dewra YAJK’ê pêk
hat. Jinan artêþbûyîna xwe bi saya Ocalan pêk anî.”
JIN DAKETIN QADAN
Erol,
daxuyand ku di salên heþtî û notî de kesek xwedî hevalên þehîd
dernediket, ji ber ku li ser gel zexteke gelekî dijwar hebû. Erol, da
zanîn ku niha rewþa kurdan ne wisa ye ji 7’ê bigire heta 70 salî jin,
ciwan û kal bi xwe ve hatin û betonên derdora xwe þikandin. Erol, da
zanîn ku niha dayikên 70 salî li qadan polîtîkayan diafirînin û zarokên
wan li qadên azadiyê þehîd dikevin lê dîsa banga aþtiyê dikin û ev tiþt
ji bo kurdan merheleyeke gelekî girîng e. Ev tiþt bi fedakariya hevalên
bi rûmet pêk hat.
XILASBÛNA JINÊ...
Erol, got
ku axa Kurdistanê bi xwîna bi hezaran têkoþerên azadiyê hatiye avdan,
her wiha tevlêbûna jinên kurd girîng bû û wiha axivî: “Jin di têkoþîna
xwe de xwedî li netewe, nasname û cinsê xwe derdikeve. Niha ne tenê
pêþengiya jinên kurd, pêþengiya jinên din jî dike û di nava cîhanê de
jinên têkoþer bûn mînak. Heke azadî hebûya ne Ronahî, ne jî Uta û Amara
dibûn. Van kesan rizgarî di nava femînizmê de didît û femînizma rastiyê
di nava têkoþîna kurdan de dît. Xilasbûna jinê xilasbûna gel e. Jinan
di girtîgehan de qîrîna azadiyê kir û rojên azad xwestin.”
DÊ STRANAN BÊJIN
Erol bal
kiþand ser Têkoþîna Azadiyê û got ku þehîd Nûda di nêzî 15’ê Tebaxê de
jiyana xwe ji dest da. Lê ne tenê Nûda bi hezaran wekî Nûda her tim di
dilê kurdan de cih digirin. Erol, da zanîn ku li dijî paþverûtiyê,
kuþtina bi hinceta namûsê û qetilkirina jinê, jinên ciwan ala azadiyê
bigirin û bimeþin rojên pêþ û bi tilîliyên dayikan li serê govenê
bimeþin rojên azad. Erol, da zanîn ku kes dengê çekan naxwaze her kes
dixwaze ku stranên aþtiyê bistire û her wiha þûna keviran divê gul
hebin.
Erol, got
ku divê her jin xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve û bi
reng û têkoþîna xwe li dijî van rojên dijwar derkevin.