Gönderen: BotanCudi Tarih: 21.07.2008, 14:05:35 (236 kez okundu) Yazdir Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
Wezîrê Karên Derve yê Îranê beriya demekê çû Tirkiyeyê. Beriya Wezîrê Karên Derve yê Îranê, rayedarên dewleta DYA’yê çûbûn Tirkiyeyê. Her çiqasî der barê sedema rastî ya van hevdîtinan de tu daxuyanî nehatibe dayin jî, nikaribû guftûgoyên cur bi cur asteng bikin. Her çiqasî Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîþan kiribe ku wî belgeyên têkildarî tesîsên nukleerê yên li welatê xwe de bi xwe re anîne û ew ê van guftûgo bike jî, nikarîbû veþere ku aliyê din ê pirsgirêkê DYA ye. Hin organên çapemenî û ragihandinê ev rewþ mîna, “Gelo hevdîtina DYA û Îranê ye?” nirxandin û rê li ber avabûna hin pirsan vekirin.
Dema têkiliyên Tirkiye-DYA û Tirkiye-Îranê li ber çavan bên girtin pirsîna van pirsan tiþtekî gelekî mafdar e. Heta niha Tirkiyeyê xwest têkiliyên xwe heta bi astekê bi DYA û Îranê re bidomîne. Bi rengekî Tirkiyeyê bi polîtikaya xwe ya pêþxist ev herdu dewlet jî îdare kirin. Ji ber vê yekê jî tê fêmkirin ku DYA û Îran bixwazin di ser Tirkiyeyê re têkiliyê deynin.
Di navbera DYA û Îranê de beriya niha jî di ser Bexdayê re têkilî hatibûn danîn. Danîna vê têkiliya balkêþ li Bexdayê di ser sefaretên van welatan re pêk hatibû. Çapemeniya navneteweyî jî balê dikiþîne ku di gelek qadan de di navbera DYA û Îranê de têkilî zêde dibin û ev yek rewþê balkêþtir dike.
Nûçeyên têkildarî lêgerîna DYA’yê ya polîtikaya li Rojhilata Navîn de bi plana Backer-Hamilton ve girêdayî hatibûn rojevê. Li gorî plana Backer-Hamilton pêwîstiya careke din DYA têkiliyên xwe yên bi welatên Rojhilata Navîn re di ber çavan re derbas bike. Mijara ku dibe di piþt perdeya serdanên rayedarên DYA’yî û Îranê de nêzîkahiyeke bi vî rengî hebe mijareke ku pêwîst e bi serê xwe bê nirxandin e.
Têkiliyên DYA û Îranê mîna mijara nirxandin û guftûgoyeke bi cuda dikare were rojevê. Lê belê cihgirtina Tirkiyeyê û rola wê ya di nava vê têkiliyê de mijareke nû ye ku derdikeve pêþ. Çima Tirkiyeyê dixwaze roleke bi vî rengî bigire ser xwe?
Beriya niha jî Tirkiyeyê, di têkiliyê Sûriye-Îsraîlê de bûbû navbeynkar. Ev rola ku ji aliyê rayedarên dewleta Îsraîl û Sûriyeyê ve jî hate qebûlkirin hê jî tê lîstin.
Di têkiliyên Îsraîl-Sûriyeyê de her çiqas Sûriye naxwaze bi çarenûseke mîna ya Iraqê re rû bi rû nemîne, lê dîsa gelek tawîz dane DYA û Îsraîlê. Bi rengekî Sûriyeyê xwe ji rewþa astengdarî ya di pêþiya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a DYA’yê de derxistiye. Di vê wateyê de Tirkiyeyê ji bo DYA û Îsraîlê roleke girîng leyistiye. Tirkiyeyê dixwaze niha jî heman rolê der barê Îranê de jî bileyze.
Gelo Tirkiyeyê di vê projeyê de bi serkeve? Pêwîst e baþ bê zanîn ku Îran ne mîna Sûriyeyê ye. Divê ji aliyê têkoþîna serdestiyê ya li Rojhilata Navîn dide û ji aliyê têkiliyên wê yên navneteweyî ve mîna Sûriyeyê neyê nirxandin. Îran di polîtikaya bi pêþ dixe de ji tawîzan bêhtir hewl dide ji aliyê polîtîk ve serkeftinan bidest bixe. Tevî vê yekê ji nakokiyên hêzên dijberî xwe jî dixwaze sûdê werbigire. Di têkiliyê Tirkiyeyê û Îranê de ev rastî bi rengekî zelal xuya dike.
Di têkiliyên Îran û Tirkiyeyê de faktorên DYA û kurd mîna mijarên bazarê li ser maseyê têne danîn û tê xwestin bikar bînin. Bi vê yekê re tê xwestin ji aliyê DYA’yê ve li dijî Îranê bikaranîn Tirkiyeyê asteng bikin. Di berdêla vê yekê de êrîþên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê mîna tawîz dide Tirkiyeyê. Îran, faktora kurd a pirsgirêka herî cidî û stratejîk a Tirkiyeyê ji bo ewlehiya xwe misoger bike bikar tîne.
Di vê wateyê de Tirkiye û Îran di mijara faktora kurd de digihêjin heman noqteyê. Lê hinceta Tirkiyeyê çi dibe bila be, têkilî danîna bi Îranê re bi berjewendiyên DYA’yê re nakok e. Ev rastî li pêþiya serkeftina rola ku Tirkiyeyê dixwaze di têkiliyên DYA û Îranê de bileyze dibe astengiyek.
Ji ber vê yekê jî nikare bê îdiakirin ku di serdanên li Tirkiyeyê yên DYA û Îranê de di têkiliyên van welatan de pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Pêþketînên piþtî niha wê encamên têkilîdanîna DYA û Îranê yên li Tirkiyeyê bên xuyakirin. Li vir divê bê destnîþankirin ku ji serdana rayedarên DYA’yê û yên Îranê yên Tirkiyeyê hêrî zêde kurdan zirar dît. Piþtî van serdanên dawî jî hem Îranê hem jî DYA’yê dijberiya xwe ya ji bo kurdan destnîþan kirine.
Rayedarên dewleta DYA’yê aþkere kirin ku li dijî têkoþîna Azadiya Kurdistanê ew ê Tirkiyeyê destek bikin. Piþtî van daxuyaniyan Artêþa Tirkiyeyê jî Qadên Parastina Medyayê û baþûrê Kurdistanê ji qada hewayî û bejayî ve bombebaran kirin. Dîsa þeva ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê çû Tirkiyeyê Îranê Qadên Parastina Medyayê ji bejayî ve bombebaran kir. Bi vî rengî DYA û Îranê nîþan dan ku di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ew li dijî kurdan e. Têkiliyên Tirkiye-Îran û Tirkiye-DYA’yê di mijara dijberiya kurd de ji bo kurdan xwedî wateye û girîng e.
Girîngî û wateya vê yekê ewe ku hêzên herêmî û yên navneteweyî planên ji bo tunekirina kurdan dixwazin têxin pratîkê. Li hemberî vê yekê divê di nava xwe de sekneke îradî derxin pêþ û vê îradeyê careke din raxin ber çavan. Dema ku kurd yekitiya xwe ava bikin wê demê wê polîtikayên tunekirinê yên li ser wan tên ferzkirin jî vala derxin. Di asta pêkhatina vê yekê de têkiliyên hêzên navneteweyî û yên herêmî ku di çarçoveya dijberiya kurdan de tên meþandin wê bê encam bimînin û kurd wê li gorî îradeya xwe çarenûsa xwe diyar bikin.
|
|
|
|
|
 |
Yazdir Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
| |
|