QENDÎL - Esad Faraşîn an jî
bi navê xwe yê din Abdurrahman Çadirci, piştî pirtûka xwe ya çîrokan a
bi navê Zağroslar`da Bir Ceylan (Li Zagrosan Askek) vê carê bi pirtûka
helbestan a ni vanê Dağlarin Şarkilari (Stranên Çiyan) vedigere.
Çadirci diyar dike ku jiyana gerîla helbestî ye û têkiliya di navbera
helbest û gerîlayan de wisa vedibêje, “Her gerîlayek di heman demê de
helbestvanek e jî.” û diyar dike ku ew dike ku `Jiyan û
Mirin`ê binivîse. Faraşîn
tîne ziman ku ew hem jiyan hem jî mirinê dinase. Di helbestên Çadirci
de trajedî, qehremanî, bawerî, evîn, fedakarî û îxanet di nav hev de
tên honandin. Çadirci der barê helbestên xwe yên ku bi derengî bûne
pirtûk de wiha dibêje, “Ez van helbestan ji beriya salên 90`î ve
dinivîsim. Piraniya van helbestan di weşanên curbecur ên Tevgera
Azadiyê de hatin weşandin. Min jî wekî gelek hevalên din di helbestan
de hewl daye ku têkiliya di navbera gerîla û helbestê de bihonim. Di
destpêkê de fikrê derxistina pirtûkeke wisa bi min re tune bû. Lê paşê,
piştî ku helbestên min weşiyan û belav bûn, êdî ne yên min lê yên vî
şerî bûn. Lewre diviya ku ji bo ev helbest bigihin girseyan û winda
nebin, bibin pirtûk.” Esad Faraşîn ku diyar dike helbestên wî ji
hêlekê ve peywira belgeyên dîrokî jî dibînin, tîne ziman ku di navbera
şer û helbestê de gelek hêlên hevpar hene û wiha dibêje, “Armanca her
duyan jî fetihkirin e. Helbest dilan fetih dike, dîl digire û bi xwe ve
girê dide. Şer jî vînê fetih dike, dîl digire û dike muhtacî xwe. Di
helbestê de estetîk gelekî girîng e. Di her duyan de jî êrîş û coş
tiştên bingehîn in. Helbest bi kirpandinan li dilê yê/ya li hemberî xwe
dixe; şer bi êrîşên bibandor yê mewziyê hildiweşîne.”
|