Hevkariya li dijî gelê kurd Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî çû Iraqê. Çend rojan berê ji raya giþtî re çûyîna Iraqê û serdana xwe aþkere kiribû. Rojek berî serdanê gotibû ku ez naçim. Lê di heman roja vê daxuyaniyê de çû Iraqê. Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Malîkî û Talabanî re hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de çi hatin axaftin? hinek tiþt ji raya giþtî re hatin vegotin. Agahiyên ketine destê me,tê gotin di hevdîtinê de dîsa dijberiya li hemberî PKK’ê derketiye holê.
Nêzîkatî û nirxandinên Malîkî û Talabanî yên li hemberî PKK’ê ji berê ve tên zanîn. Li ser vê yekê ne hewceye ku em dîsa li ser rawestin. Lê divê ev tiþt bê zanîn ku bi dijberiya PKK’ê heta niha tu kesan qezenc nekiriye û ji niha þûnde jî qezenc nake. Piþtî komploya navnetewî ev rastî gelek caran hatiye peyitandin û piþtrast bûye.
Talabanî piþtî dîlgirtina Rêber Apo xwest ku “ dengê Rêber Apo were birîn” û encax bi vî awayî dê projeyên xwe bixistana jiyanê. Lê daxwaza Talabanî bi cih nehat. Rêber Apo nêrînên xwe di nava þert û mercên herî dijwar de, li hemû mirovên ser rûyê cîhanê re ragihandin. Gelê Kurdistanê Rêber Apo diþopînin û di riya wî ya ronahî de dimeþin. Îro di serî de çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê ku li hemû qadên cîhanê dijîn, Rêber Apo wekî rêber û vîna xwe qebûl dikin. Û ev yek xistin jiyanê. Kesên ku vê rastiyê dibînin jê yek jî Talabanî ye.
Celal Talabanî dijberiya wî ya li hember PKK’ê esasen dijberiya hemberî Rêber Apo ye, sedema bingehîn ev yek nîþan da. Em Talabanî nû nasnakin. Em wî ji nêz ve nas dikin. Ji ber vê yekê jî dijberiya PKK’ê tu fêdeyê nade wî. Di serî de zirarê dide gelê me yê Baþûrê Kurdistanê û hemû kurdan. Me xwest careke din vê yekê bînin ziman.
Li ser polîtîkayên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn û baþûrê Kurdistanê çend agahî ketine nava raya giþtî. Di serî de gelê Baþûr û hemû gelê me wan agahiyan nîqaþ dikin. DYA bi dewletên li herêmê re têkiliyên xurt dimeþîne. DYA di serî de li Baþûr, destnedana baragehên demdemî û hêzên þer dixwaze. Wateya vê daxwazê vekiriye. Piþtî Iraqê niha dor hatiye Îranê. Agahî vê yekê destnîþan dikin. Hatina Erdogan a Iraqê û hevdîtina wî ya bi Talabanî re pêþketinên dawî derdixin holê.
Têkiliya Talabanî ya bi DYA’yê re tê zanîn. Her wiha Erdogan jî bi destê DYA’yê li Tirkiyeyê bû Serokwezîr. Ev rastî tên zanîn. Hevdîtina li Bexdayê di vê çarçoveyê de ye. Bi taybetî jî ev hevdîtin di dema kaosa siyasî ya navxweyî ya li Tirkiyeyê pêk hatiye.
Li Tirkiyeyê generalên ku salek berê li ser kar bûn girtin û ew þandin girtîgehê. Generalên hatine girtin ne fermandarê ji rêzê bûn, kesên ku xwediyê payeyên bilind bûn. Hurþît Tolon demek berê Fermandariya Egeyê dikir, Þener Eruygur jî Fermandarê Giþtî yê Cendermeyan bû. Bi van re gelek kesên bi nav û deng jî hatin girtin. Fermandarên salek berê, ji sûcên ku tên îdiakirin ku ev jî bi temamî divê bên paqijkirin ji ber amadekariya darbeyekê hatine girtin, di nava artêþê de hevkarên wan ên din jî hene, ev derketine holê. Di nava artêþê de hêj pirsgirêk berdewam dikin û di nava siyasetmederan de jî bi tesîr in. Ev yek derketiye holê. Hêj pirsgirêkên li ser girtina wan berdewam dikin. Di pêvajoya pêþiya me de wê hêj bidome. Ev girtinên ku bi destê Hikûmeta AKP’ê de pêk hatiye, di eslê xwe de operasyoneke DYA’yê ye. DYA projeya xwe ya Rojhilata Navîn a Mezin dema dixe meriyetê de, rolek jî dayeTirkiyeyê û dixwaze Tirkiye rola xwe bi cih bîne. Rola ji Hikûmeta AKP’ê û Erdogan re hatiye gotin ev e. Tirkiye bi girtinên dawî re hinek daxwaz bi cih anîn û hinekî din hatiye amadekirin. Li vir nêrîneke wisa divê dernekevin holê. Divê þaþ neyê fêmkirin, kesên ku li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê hatine girtin û avêtine girtîgehê ne dijberên DYA’yê ne. Ew jî ji hêla DYA’yê ve di dema xwe de li dijî hêzên demokrasiyê hatine bikaranîn. Wan êdî rola xwe lîstine û ji hêla DYA’yê ve li þûna wan, kesên nû tên bicihkirin, an jî xwe di çarçoveya polîtîkayên DYA’yê de ji nû ve saz dikin. Tiþtên ji wan hatiye xwestin bi cih neanîne. Ji ber vê yekê ev kes kesên wisa ne ku divê bên tasfiyekirin.
AKP hêj di vê mijarê de pirsgirêkên xwe çareser nekirine û qoltixên îktîdarbûna xwe saxlem nekirine. Di vê pêvajoyê de serdana Erdogan a Iraqê pêk hat. Malîkî û Talabanî daxwazên Erdogan bê bersiv nehiþtine. Ji ber vê yekê Erdogan hewcehiya spasdariyê bi xwe re dîtiye. Malîkî û Talabanî li ser PKK’ê dîsa bazarî kirine. Di vê bazarê de çi ji Erdogan re pêþkêþ kirine di demeke kin de dê derkeve holê.
Êdî hêzên mêtinger dijberiya kurdan de dîsa dixwazin kurdan bi kar bînin, Ev yek êdî hatiye merhala ku neyê qebûlkirin. Kurd li hemberî vê yekê jî dê bibêjin ‘Êdî bes e’. Di serî de jî gelê me yê Baþûr û hêzên Baþûr dê bikaranîna li hemberî PKK’ê qebûl nekin. Li dijî hatina Erdogan a Iraqê û peymanên Talabanî û Malîkî pêk anî û dijminatiya bi PKK’ê bersiva watedar bi vî awayî dê bê dayîn.
CEMÎL BAYÝK |