Kürdistan: Alo... Kurdî qedexe ye
Gönderen: Rojaciwan Tarih: 09.05.2008, 13:16:37 (81 kez okundu)   YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
Di telefonê de kurdî qedexe ye

ERZIROM - Fettah Karataþê ku li GirTîgeha Tîpa H ya Erziromê dimîne bi hinceta ku axaftina bi kurdî qedexe ye nikare dayika xwe de bi telefonê bi dayika xwe re biaxive. Fettah Karataþ di nameya xwe ku ÎHD’ê re þandiye de rewþa ku tê jiyin bi gotinên “li vir telefon bûne tirkî” îfade dike. Fettah Kartaþ ev salek e ji bo ku bikaribe bi dayika xwe de bi telefonê biaxive daxwaznameyê dinivîsîne. Lê daxwaznameyên wî bi hinceta ku di telefonê de axaftina bi kurdî qedexe ye tê redkirin.

Tirkiye di platformên navneteweyî de her çiqas dibêje ku li Tirkiyeyê axaftina bi kurdî serbest e û li hemberî kurdî tu astengî nîn e jî ev yek ne rast e.

Li ser kurdî qedexeyên giran û derveyî mirovahî didomin. Bi taybetî jî li girtîgehan girtî nikarin bi malbatên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Mafên wan ê hevdîtînê û axaftina bi telefonan têne astengkirin û qedexekirin.



Telefon bi tirkî ne’

Girtiyê bi navê Fettah Karataþ bi nameyekî serî li ÎHD’ê da û alîkarî xwest. Karataþ di nameya xwe de wiha got: “Li vir ev salek e telefon bûne tirkî. Di malbata min de gelek kes tirkî nizanin. Dayika min û bûka me qet tirkî nizanin. Ew tenê dikarin bi kurdî biaxivin. Lê tê gotin ku li gorî qanûnan kesên ku bi tirkî nizanin nikarin bi telefonê biaxivin. Ev salek e ez ji bo ku bikaribim bi dayika xwe re biaxivim daxwaznameyan dinivîsînim lê her carê ev daxwaza min tê red kirin.

Girtiyan hikûmet hiþyar kir

AMED - Li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’ê Denîz Kaya der barê tecrîda dermirovahî ku li hemberî Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan û zext û zordariya li ser girtiyan tê meþandin daxuyanî da. Kaya got ku heke dewleta Tirkiyeyê dawî li van pêkanîna neyne, wekî girtiyên PKK’î û PAJK’ê wê têkevin nava liv û tevgerê û berpirsyarê vê yekê jî Hikûmeta AKP’ê û Wezareta Dadê ye.

Denîz Kaya der barê rewþa girtîgehan de daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê. Kaya, di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê li hemberî tevgera azadiyê konsepta tunekirinê daye destpêkirin. Kaya, diyar kir ku li ser Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan îþkenceya fîzîkî þidandine û wiha got: “Li aliyekî tecrîdê kûr dikin û li aliyê din jî îþkenceya fîzîkî û derûnî li ser Ocalan dimeþînin. Her wiha ji bo Ocalan kanûnên nû derdixin û dixwazin dengê Ocalan bibirin. Bi vê yekê re li hemberî tevgera azadiyê þerê tunekirinê daye destpêkirin. Tirkiye piþtî di þerê Zapê de têkçû, vê carê gelê ku Ocalan û tevgera azadiyê diparêzin wekî terorîst îlan dike.”

Kaya destnîþan kir ku Tirkiye di qada navneteweyî de dibêje kurdî serbest e û di rastiya xwe de kurdî qedexe dike. Gelek hevalên me yên dîl ji ber ku kurdî axivîne rastî ceza û lêpirsînê tên. Mafê xwezayî ku her mirov dikare bi zimanê xwe biaxive tê astengkirin. Rojname, kovar û pirtûkên kurdî nahêlin ku têkevin girtîgehê.” Kaya, bi bîr xist ku li hemberî girtiyan êrîþên hovane pêk tînin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Ocalan ku ev 10 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin bi pêkanîn dermirovahî re rû bi rû dimîne. Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê û pêkanînan bi çavê xwe bibînin. Her wiha hemû daxwazên hevalên me bi awayekî keyfî tên astengkirin. Li dijî daxwaziyên me helwesta wan tund dibe. Em helwestên bi vî rengî qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin.” Kaya, got ku berpirsyarê van pêkanînan di serî de Hikûmeta AKP û Wezareta Dadê ye. Kaya bang her kesî kir ku li hemberî van pêkanîninbêdeng nemînin û têkevin nava liv û tevgerê.



Ji ber navê kurdî tedawî nakin!

K. KIRKAYA - R. DEMÎRKAYA / DÎHA

ENQERE - Hate ragihandin ku Rojda E ya 14 salî ku ji ber "di bêvila wê de goþt heye û bêhna wê diçike" birine Nexweþxaneya Taybet ya Keçîorenê, lê nehatiye dermankirin. Rayedarên nexweþxaneyê der barê mijarê de bersiv nedan pirsan. Hate diyarkirin ku rayedaran telefonî dayika Rojda kiriye û gotine "Jixwe alozî heye, hewceyî nûçeyên wiha nake."

Dayika Rojda E. ya 14 salî Rafiye E, ji ber nexweþiya "di bêvila wê de goþt heye û bêhna wê diçike" di 6'ê gulanê de keça xwe bir Nexweþxaneya Taybet ya Keçîorenê. Rojda ya bi eslê xwe ji Wanê ye, li nexweþxaneyê ji bo muayeneyê sewqî Beþa Guh, Poz û Qirikê hate kirin. Li vir bijîþkê bi nave A.S. bi Rojdayê re eleqeder bû, lê ji ber navê wê nerazîbûn nîþan da. Refîye E. ku keça xwe biribû nexweþxaneyê, da zanîn ku li hemberî nerazîbûna bijîþk matmayî bûye û bûyerê wiha vegot: "Navê keça min wekî 'Jojda' hatibû nivîsandin û keça min jî xwest ku navê wê bê rastkirin. Bijîþk li gel vê daxwazê got 'Ev çi nav e?' Min ewil got qey nerazîbûna wî, li hemberî kesên ku nav xelet nîvîsîne ye. Lê bijîþk helwesta xwe domand. Wiha got: 'Çima vî navê li te kirine? Tu dê heta dawiya emrê xwe ji ber navê xwe tengasî bikþînî.' Piþt re got 'hun ji ku ne?' Piþt re jî tenê li guhê keça min nihêrî û li gel ku muayene nekir wiha got: 'Tu nexweþ nîn î û em þandin."

Refiye E. da zanîn piþtî bûyerê çûye cem xwediyê nexweþxaneyê Ramazan Aydin û nerazîbûna xwe jê re aniye ziman. Refiye E, wiha got: "Aydin ji min re got ku dê bi bûyerê re eleqeder bibe lê ez bawer nakim ku tiþtekî bike."

Me ji bo hevdîtina bi Xwediyê Nexweþxaneya Taybet a Keçîorenê Ramazan Aydin re, îsrar kir, lê digel hemû îsrarên me Aydin bersiv neda telefona me. Sekretera Aydin ku bersiv da telefona me, îdia kir ku negihîþtiye Aydin. Lê li gel vê angaþtê piþtî ku em li nexweþxaneyê geriyan, Aydin li Rafiye E digere û dibêje "Jixwe alozî heye, we agahî daye çapemeniyê, hewceyî nûçeyên wiha nake."



Cezayên hucreyê didin wan

Li Girtîgeha Boluyê jî pekanînên kefî û derqanûnî bi dawî nabin. Girtiyê bi navê A. Kahar Aksoy bal kiþand li ser pêkûtî û cezayên hucreyên kefî. A. Kahar Aksoy bang li saziyên sivîl û mafên mirovan kir û xwest ku ku li hemberî van pirsgirêkan bi hestiyarî tevbigerin.

Li Girtîgeha Boluyê A. Kahar Aksoy nameya ku ji rojnameya re þand de rewþa xwe anî ziman û got ku ew û hevalên wî rastî pêkanînên kêfî tên û li girtîgehê pêkanînên kêfî bi dawî nabin. Her tiþtên wan rastî cezayên giran tên. Bi malbatên xwe re nikarin bi kurdî biaxivin. Pirsgirêkên wan ên tenduristiyê nayê çareserkirin.

Aksoy di nameya xwe ya ku ji rojnameya me re þandiye de rewþa xwe wiha tîne ziman: “Ji ber ku malbatên me bi turkî nizanin em mecbur in bi wan re bi kurdî biaxivin lê bi hinceta ku qedexe ye em nikarin bi telefonê bi kurdî bi axivin.”

Aksoy di nameya xwe de bal kiþan ser cazeyên hucreyê yên kêfî jî û wiha got: “Ji ber daxwaznameya greva birçîbûnê cezaya hucreyê dan me. Di daxwaznamayên me de ji ber bikaranîna gotina ‘birêz’ jî ceza didin.”

Aksoy di nameya xwe de dibêje ku her gavên wan rastî cezayên hucreyê yên kefî tê. Heta ji ser lêpirsînên ku hatine vekirin de parastinên ku dikin jî dîsa rastî cezayê tên. Li hemberî cazeyê ku tên dayîn ji Dadgeha Înfazê re parastina îtirazê dinivîsinîn lê ji ber wan parasnameyên wan jî ceza didin.

Aksoy di nameya xwe de dibêje ku ji ber van cezayên kêfî heta adara 2009’an mafên wî yên hevdîtina vekirî hatiye qedexekirin. Aksoy di nameya xwe de balê dikêþe ser rewþa xwe ya tenduristiyê jî û dibêje ku ji ber piþikê, êþên movikan, pirsgirêkên rovî û made gelek nerehet e lê nayê tedawîkirin. Aksoy di maneyaxwe de xwest ku sazî û rêxistinên sivîl li hemberî pirsgirêkan bihestiyar bin.

YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)


En çok okunan haberler
· 19 AÐUSTOS 2008 HPG-BÝM AÇIKLAMASI
· MKP: Dünyanýn en devrimci hareketi PKK
· Oramar’da bir helipkopter düþürüldü!
· VAY MALA MINE! AKP KÜRT KATLÝAMCISI DEÐÝLMÝÞ!
· 20 AÐUSTOS HPG-BÝM AÇIKLAMASI
·  18 AÐUSTOS 2008 HPG-BÝM AÇIKLAMASI
·  HPG GARZAN EYALET KOMUTANLIÐI
· Diyarbakýr Surlarý’nda üç harf: P K K
· 16 yýl sonra Þýrnak katliamýna tanýk olan anlatýyor - söyleþi
· Refahiye’de jandarma kontrol noktasýna HPG baskýný

Kürdistan
· Batman'da 18 bin kiþi, 'Sayýn Öcalan' dedi
· HPG’li Tunç için mevlit verildi
· Silopi'de 4 bin kiþi 'Sayýn Öcalan' diyerek kendini ihbar edecek
· Hava saldýrýlarý altýnda veleybol keyfi
· Ateþ çemberindeki mezar, Kabra Zahir
· Kandil'de 35 öðrenci Kürtçe eðitim devresini tamamladý
· Yüksekova’da askerlik þubesine roketatarlý saldýrý
· Kelar’da 15 Aðustos etkinliði
· Aðrý'da gerilla kýyafeti giyen JÝTEM elemanlarý dolaþýyor iddiasý
· Irak askerler Güney Kürdistan sýnýrýnda

© Rojaciwan.com