HEWLÊR (DÎHA) - Heyeta DTP'ê ku bi armanca têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd hevdîtinan pêk bîne çû Herêma Kurdistana Federal, Partiya Çareseriya Demokratîka a Kurdistanê (PÇDK) ziyaret kir. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, 4'emîn Kongreya PÇDK'ê pîroz kir û wiha got: "Em hêvîdar in ku 4'emîn kongreya we bibe bingeha çareseriyê."
Piştî ku heyeta DTP'ê li bajarê Salaheddînê hevdîtinên xwe yên bi Mekteba Siyasî ya PDK'ê re bidawî kir, li Otela Sheraton a Hewlêrê bi Serokê PÇDK'ê Diyar Xerîb û endamên Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya PÇDK'ê re hate cem hev. Serokê PÇDK'ê Diyar Xerîb, diyar kir ku bi ziyareta heyeta DTP'ê gelekî kêfxweş bûne û wiha axivî: "Bi hatina we ya Herêma Kurdistana Federal, em gelekî kêfxweş bûn. Ev yek ji bo yekîtiya kurdan gaveke girîng e û lazim e hevdîninên wiha ji niha û pê ve jî dom bikin." Xerîb, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser xebatên demokratîk ên ji aliyê DTP'ê ve têne meşandin û wiha pê de çû: "Ancex li Tirkiyeyê bi pêşxistina têkoşîna demokratîk, pirsgirêka kurd dikare çareser bibe. Xebatên DTP'ê yên ji bo têkoşîna demokrasiyê, mirov dikare wekî mînak nîşan bide."
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk jî, ji PÇDK'ê re spas kir û wiha got: "Em wekî DTP'ê 4'emîn kongreya we pîroz dikin. Em bawer in ku dê PÇDK di hêla siyasî û demokrasiyê de çi pêwîst be, pêk bîne." |