MÊRDÎN (DÎHA) - Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Qosera Mêrdînê Reşat Kaymaz, li hemberî girtina 8 rêveberên DTP'ê yên Navçeya Qoser û Şermexê nerazîbûn nîşan da û girtina wan wek pêkanîneke kêfî nirxand.
Rêveberên Rêxistina DTP'ê yên Navçeya Qoser û Şermexê jî di nav de 8 kes, bi hinceta beşdarî 'Meşa Amarayê' ya di 4'ê nîsanê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate lidarxistin bûne, hatin binçavkirin. Rêveberên ku çûbûn Bajaroka Xelfetî ya Rihayê, bi hinceta di mudaxeleya li hemberî girseyê de 'Li hemberî hêzên ewlehiyê serî rakirine', hatin girtin. Serokê DTP'a Qoserê Reşat Kaymaz û malbatên girtiyan li hemberî girtinan nerazîbûn nîşan dan. Kaymaz, anî ziman ku konsepteke çewsandinê li ser partiya wan tê kirin û diyar kir ku binçavkirin û girtina rêveber û endamên wan, bi temamî kêfî ne. Kaymaz, anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û divê rayedar dawî li van pêkanînên kêfî bînin. Kaymaz, ji bo xwedî derketina li rêveber û endamên wan, bang li kesên demokrat û li gel kir, da ku wan tenê nehêlin.
Malbatên rêveber û endamên DTP'ê ku ji bo hevdîtina xizmên xwe diçûn Rihayê, diyar kirin ku wisa bûye ku êdî ji meşa mirovan re jî doz tê vekirin, binçavkirin û girtin pêk tînin. Ev binçavkirin û girtin, bi temamî pêkanîna rayedaran e. |