STENBOL / ANF - Serkêşekî çeteya Ergenekonê ku di çarçoveya operasyonê de hatibû girtin îtirafên balkêşkirin. Serkêşê ku navê wî bi mebesta ewlehiyê nehatiye aşkerakirin got ku wan ji bo kuştina kurdan hêzeke çeteyan amade dikir. Li gorî îtirafên serkêşê Ergenekonê Serfermardariya Giştî dê çek li van çeteyan belavkiribûna.
Serkêşê Ergenekomê ku ji aliyê Dozger Zekeriya Oz ve îfadeyên wî hatine girtin û niha di girtîgehê de ye di çarçoveya operasyonê de agahiyên pir balkêş dane. Serkêşê Ergenekonê yê payebilind di pirsiyarkirina dozger a ku du saet û nîv dom kiriye de aniye ziman ku ji bo kuştina kurdan girêdayî çeteya Ergenekonê hêzeke mîlîsan a çekdar dihate sazkirin. Hêza mîlîsan a dihate avakirin girêdayî hiyerarşiyekê dê bihata rêxistinkirin û pergala Artêşa Tirk a hiyerarşiyê dihate rûniştandin.
‘Dê kurd qetilbikirina’
Li gorî agahiyên serkêşê payebilind ê Ergenekonê dane dozger, ligel destdirêjiya dewleta tirk a ji bo başûrê Kurdistanê dê hêza ‘mîlîsan’ a çekdar jî dest bi qetilkirinan bikira. Di dosyeya kesê ku navê wî ji ber sedemên ewlehiyê nehatiye aşkerakirin de agahiyên balkêş cih digirin: “Piştî destdirêjiya ji bo bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) em jî dê li metropolan biketina nav liv û tevgerê. Armanca me ya yekem ew bû ku em dagirkirina kurdan a li metropolan rawestînin. Mînak hemû navnîşanên saziyên û rêxistinên kurdan ên Beyogluyê, xebatkarên wan, navnîşanên malên wan me tespît kiribûn. Ligel destdirêjiya hewayî em ê ketibûna pratîkê û me dê operasyona paqijkirina kurdan dabûya destpêkirin.”
‘Serfermandariyê dê çek dabûna’
Di dewama van îfadeyan de serkêşê Ergenekonê aniye ziman, ji ber ku ligel destpêkirina destdirêjiya ji bo başûrê Kurdistanê emrê liv û tevgerê ji wan re nehatiye dayîn, bêdeng mane û ev agahî dane dozger Oz: “Destdirêjiyê dest pê kir lê emrê liv û tevgerê ji me re nehate dayîn. li ser vê yekê min ji Velî Kuçuk re nameyek nivîsî. Min jê re got, ‘destdirêjiyê dest pê kir em li benda çi radiwestin?’ Kuçuk ji min re ev bersiv şand: ‘Min bi Serfermandariyê re hevdîtin çêkir. Serfermandariyê gotiye em ê 200 hezar çekan belav bikin. Lê ligel vê yekê hêza mîlîsan dê emrî ji Serfermandariyê bigire.”
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin dozger Oz ev beşa îtirafan di îdianameyê de bi cih nekirine.
Plana suîqastan zû deşîfre bû
Heman serkêşê Ergenekonê di îtirafên xwe de tîne ziman ku wan planên ji bo kuştina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî dikirin û ev agahî dane: “Her wekî di çapemeniyê de hate dayîn nivîskar Orhan Pamuk, Osman Baydemîr û Sebahat Tuncel di rêza yekem de bûn. Ji bo wan tetîk-kêş jî hatibûn destnîşankirin. Lê piştre ji ber ku plan zû deşîfre bûn, me dest ji çalakiyên bi vî cureyî berda.” Di dewama van îfadeyan da hate gotin ku tetîk-kêş ji aliyê Fikrî Karadag ve dihatin gihandin. |