Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 2'yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst a tirk ve li hember navçeya Kixi ku girêdayî Çewlikê ye operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonê de hêzên gerîlayên me li hember hêzên dijmin çalakî li dar xistine û di çalakiyê de leşkerek û endamê JÎTEM'ê Serkan Comert hatine kuştin.
2- Di 29'ê nîsanê de li qereqola Akurî ku girêdayî Navçeya Aralika Ixdırê teqînek pêk hatiye û di vê teqînê de leşkerek kurd ji Cizîrê miriye. Bi vê teqînê re tu têkiliya hêzên gerîlayên me nîn e.
3- Di 7'ê gulanê de girê Elemûn ku zivistanê ji hêla yekîneyên artêşa tirk ve hatibû berdan, ji nû ve tê girtin.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê | |