DTP: Heyeta DTP'ê çû serdana Parlamentoya Kurdistana Federal
Gönderen: Rojaciwan Tarih: 08.05.2008, 18:56:51 (211 kez okundu)   YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)

HEWLÊR (DÎHA) – Heyeta DTP'ê ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd hevdîtinan bike çû Herêma Kurdistana Federal, çû serdana Parlementoya Herêma Kurdistana Federal. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku piþtî hevdîtinê daxuyaniyek da, wiha got: "Em dibêjin bila pirsgirêka kurd bi hêzên xwe yên navxweyî çareser bibe. Lê ne tenê di nav welêt de, hemû kes dikarin tevkarî bidin."

Heyta DTP'ê ku ji Serokê Koma Meclîsê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, Cîgira Hevserokan a ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Sebahat Tuncel, Cîgirê Hevserokên DTP'ê Kamuran Yuksek, Parlamenterê Þýrnexê Hasîp Kaplan û Parlamenterê Mûþê Nurî Yaman pêk tê, piþtî hevdîtinên li Silêmaniyê, derbasî Hewlêrê bû. Heyeta ku çû serdana Parlamentoya Kurdistana Federal, ji aliyê Serokê Parlamentoyê Adnan Muftî, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Parlamentoyê Arîs Abdullah jî di nav de gelek parlamenteran ve hate pêþwazîkirin. Li odeya meqamê ya Serokê Parlamentoyê Muftî, hevdîtinek bê çapemenî pêk hat. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, piþtî hevdîtinê daxuyaniyek da. Çapemeniya ereb û tirk jî eleqeyek mezin nîþanî daxuyaniyê da. Turk diyar kir ku ji bo nêrînên xwe yên der barê çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd û siyasetê de parve bikin, bi endamên parlementoyê re hevdîtin çêkirine. Turk, anî ziman ku li erdnîgariyeke ku pirsgirêkên girîng diqewimin dijîn. Turk, anî ziman ku di heman demê de pirsgirêkên ji ber hebûna çandên cuda jî têne jiyandin. Turk, da zanîn ku ji bo pêvajoya aþtiyê di nav hewldanan de ne û wiha dom kir: "Em ê hewl bidin ku biratiya gelanh û bihîstyarî wek bingeh bê dîtin. Me li ser mijara 'di çareseriya pirsgirêka kurd de divê em çi bikin' hevdîtinên dirêj kirin. Me ramanên xwe parve kirin. Em dibêjin bila pirsgirêka kurd bi hêzên xwe yên navxweyî çareser bibe. Lê ne tenê di nav welêt de, hemû kes dikarin tevkarî bidin."



'Divê hemû kes peywira xwe bicih bîne'

Turk, pirsên rojnamevanan ên der barê PKK'ê de bersivand û wiha dom kir: "Em di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de, di gelek noqteyan de bi Parlamentoya Kurd re lihev dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi aqilê hevpar çareser bibe. Çareseriya çekdarî ne mumkun e. Banga me ya di mijara çekan de, aþkera ye. Em vê bangewaziyê bi awayekî aþkera dikin. Divê hemû kes bi pêvajoya demokratîk û aþtiyane peywira xwe bicih bîne. Em dibêjin ku pirsgirêk wê bi pêvajoya demokratîk çareser bibe."

'Em ji diyalogê re vekirî bin'

Turk, li ser pirsên têkildarî hevdîtina rayedarên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federal jî wiha bersiv da: "Hevdîtin wê baþ bin. Hevdîtinên li ser bingeha dostaniyê, dê baþ bin. Bi diyalogê em dê hev fêm bikin. Lê pêwîst e diyalog bi awayekî aþkere bê pêkanîn. Lazim e em aþkera tevbigerin. Divê hevdîtin li ser esasekî aþtiyane û demokratîk bên pêkanîn. Pêwîst e nêzîkatiyek piþtgiriyê bide çareseriyê bê nîþandan. Heke hevdîtin di vê çarçoveyê de neyên bipêþxistin, dê tu feyde nede biratî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ya ku me bêriya wê kiriye. Em nêzîkatiyek biratiya gelan esas digire dixwazin."

'Me danûstandin pêk anîn'

Turk, der barê operasyonan de jî daxuyanî dan û wiha pê de çû: "Pirsgirêk ne pirsgirêkek erzan a ewlekariyê ye. Heke bi vî awayî nêzîkatî bê bipêþxistin, pirsgirêk çareser nabe. Divê aliyên pirsgirêkê yên civakî, aborî û çandî jî bên dîtin. Heta ku mafên çandî yên kurdên li Tirkiyeyê dijîn neyên qebûlkirin, biratî pêk nayê." Turk, destnîþan kir ku Parlemantoya Kurd wekî hikûmetê ne xwedî raye ye û da zanîn ji ber vê yekê tenê nêrînên xwe parve kirine. Turk, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dostaniya di navbera parlamentoyan de heye. Parlamento ji bo çareseriyan formulan derdixin holê, lê rêveberin karê hikûmetê ne. Ji bo çareseriya pirsgirêkê me ji Birêz Telabanî piþtgirî xwest, lê bi parlamentoyê re me tenê danûstandin pêk anîn. Me nêziktayiya DTP'ê ya siyasî û polîtîkayên wê vegotin."

Heyeta DTP'ê piþtî ziyareta parlamentoyê, bi rayedarê PDK'ê re hevdîtin pêk anîn. Heyeta DTP'ê ku Navenda Mekteba Siyasî ya PDK'ê ya li bajarê Selahaddînê ziyaret kir, ji aliyê Serkereterê Mekteba Siyasî ya PDK'ê Fazil Mîranî, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PDK'ê Sefîn Dîzayî û endamên Komîteya Siyasî ya PDK'ê ve hate pêþwazîkirin. Hevdîtinên heyetê didomin.

AYÞE OYMAN/ ADNAN MUSTAFA

YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)


En çok okunan haberler
· 19 AÐUSTOS 2008 HPG-BÝM AÇIKLAMASI
· MKP: Dünyanýn en devrimci hareketi PKK
· Oramar’da bir helipkopter düþürüldü!
· VAY MALA MINE! AKP KÜRT KATLÝAMCISI DEÐÝLMÝÞ!
· 20 AÐUSTOS HPG-BÝM AÇIKLAMASI
·  18 AÐUSTOS 2008 HPG-BÝM AÇIKLAMASI
·  HPG GARZAN EYALET KOMUTANLIÐI
· Diyarbakýr Surlarý’nda üç harf: P K K
· 16 yýl sonra Þýrnak katliamýna tanýk olan anlatýyor - söyleþi
· Refahiye’de jandarma kontrol noktasýna HPG baskýný

DTP
· DTP PM üyesi Selma Söker gözaltýna alýndý
· Yerel seçimler referandum olacak
· Adana’da 31 DTP’li hakkýnda yakalama emri çýkratýldý
· Sebahat Tuncel: Kürtlere karþý iþlenen suçlar açýða çýkarýlmalý
· DTP il baþkanlarý toplantýsýný gerçekleþtirdi
· DTP Kadýn Meclisi Üyesi Derya Aslan tutuklandý
· DTP kapatýlýrsa Kürtler yüzünü daðlara dönecektir’
· Ýzmir’de DTP’ye baskýlar kýnandý
· Mersin’de açýlýþ törenleri 15 Aðustos kutlamalarýna dönüþtü
· DTP Aðrý il baþkaný serbest býrakýldý

© Rojaciwan.com