ŞIRNEX (DÎHA) - Hate ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), li herêmên Cûdî, Kato û Besta yên Şirnexê operasyonek berfireh daye destpêkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, TSK'ê li herêmên Şirnexê yên wekî Cûdî, Kato û Besta operasyonek berfireh dan destpêkirin. Hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de ji 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan helîkopterên kobra rabûne û Çiyayê Cûdiyê bombe dikin. Hate ragihandin ku cerdevan jî tevli operasyonê dibin. Hate diyarkirin ku tîmên taybet bi helîkopterên Skorsky datînin herêmê. Hate hînbûn ku gelek xaniyên prefabrîk jî sewqî sînor hatine kirin. |