Platforma Demokrasiyê ya Amedê: Sedema lîncan neçareserkirina pirsgirêka kurd e
AMED (DÎHA) - Platforma Demokrasîyê ya Amedê, bal kişand ku israra da neçareserkirina pirsgirêka kurd e û operasyon zemîna hewldanên lînca li dijî kurdan amade dike.
Platforma Demokrasiyê ya Amedê têkildarî bûyerên şîdetê yên demên dawî, li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu, daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevkê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Alî Akinci daxuyanî xwend. Akinci, di daxuyaniyê de bal kişan ser bûyerên dawî û wiha got: "Di warê mafên mirovan û demokrasiyê de Tirkiye her roja paşva diçe. Di meha gulanê de jî li gelek cihan binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin. Muameleyên ku di 1'ê Gulanê de hatin kirin, hiqûqî û li gorî mafên mirovan nîn in. Her wiha rayedaran ev şîdeta hatiye bikaranîn wekî 'Li hin deveran rêje carinan zêde hatiye bikaranîn' nîşan da."
Akinci, bûyerên Newrozê bibîr xistin û da zanîn ku şîdeta li Stenbolê di 1'ê Gulanê de hatiye bikaranîn jî mantiqa înkarkininê ye. Akinci wiha pê de çû: "Neteweparêzî li her derê Tirkiyeyê tê xurtkirin. Li Sakaryayê linca pêk hat jî bi vê mantiqî bû. Ebûbekîr Kalkali yê 65 salî ji ber lînca neteweparêzan jiyana xwe ji dest da. Heta ku berpirsyarên van bûyeran neyên cazakirin, wê hewldanên lîncê dom bikin."
'Pirsgrêka kurd bingeha hemû pirsgêrekên Tirkiyeyê ye'
Akinci bal kişan ser oparesyon û pevçûnan û ev tişt gotin: "Pirsgrêka kurd bingeha hemû pirsgêrekên Tirkiyeyê ye. Operasyon her roj dibin sedema kuştina mirovan. Hikûmeta AKP'ê heta niha jî polîtîkaya şîdet û înkarê didomîne. Rêya aştî û demokrasiyê digire. Operasyon ji bilî kuştinan tu fayde nade. Neçareseriya pirsgirêka kurd jî dibe sedema lînckirinên hemwelatiyên kurd." |