TRABZON (DÎHA) - Cenazeyê HPG'yiyek ku bi tevî 4 hevalên xwe di pevçûna li çoltera Navçeya Qaxizmana Qersê di 20'ê nîsanê de derket de jiyana xwe jidest dabû, li goristana bêkesan a Trabzonê hate definkirin.
Piştî ku Dozgeriya Trabzonê nivîsa 'xizmên HPG'yiyek nehatine dîtin' şand, îro cenaze li goristana bêkesan hate definkirin. Karê definkirinê, ji aliyê ekîbên şaredariyê ve hatin kirin. Cenazeyên 4 HPG'yiyan ji aliyê xizmên wan ve hatibûn girtin. |